Pervîn Buldan: Tu îktidara ku meseleya kurd çareser neke nikare li ser piya bimîne

  • 09:20 11 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan da zanîn divê meseleya tecrîdê êdî tenê wekî meseleya kurdan neyê dîtin û wiha got:"Divê li vî welatî partiyên mûxalîf, rewşenbîr, nivîskar, demokrat, mirovên li Rojava dijîn êdî fam bikin polîtîkayên şer tê çi manê û êdî divê bizanibin ev yek bi tecrîdê re girêdayî ye û vê yekê bibînin."
 
AKP û MHP welat ber bi kaosê ve dibe û mafên demokratîk ji holê radike. Her wiha li derveyî sînor jî polîtîkaya şer girantir dike û ev dibe sedema krîza aborî, siyasî, leşkerî û tenduristiyê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan der barê pêvajoya siyasî de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê rojnameger demildest bên berdan’
 
Pervînê operasyona li hember JINNEWS’ê şermezar kir û got AKP di demên dawî de polîtîkayên xwe yên binçavkirin, girtinê didomîne û wiha vegot: “Zîhniyeteke ku salên 90’î derbas kiriye heye. Ez vê operasyona li hember çapemeniya azad şermezar dikim divê demildest hemû rojnameger bên berdan. Me konferansek du rojan pêk anî. Beriya vê jî du meh bû me konferansên herêmî û tevlihev pêk dianî. Me fînala wê kir. Nîqaşên girîng hatin meşandin. Du rojan berdewam kir. Der barê pêvajoyê de tespît hatin kirin. Der barê şer, polîtîka, zext û binavkirinan tecrîdê nîqaş hat kirin. Biryarên girîng hatin girtin. Ev demek dirêj e HDP’ê tifaqa demokrasiyê daye destpêkirin. Me tifaq carek din di konferansê de kir bin biryarê. Dîsa biryara demokratîkbûna komarê heye. Em ketin sedsala duyem. Di sedsala yekem de êşên mezin hatin jiyîn. Me tespît kir ku ji bo demokratîkbûna komarê peywir û berpirsyariya me heye. Di vê mijarê de biryar hat girtin.”
 
‘Mijarek din a girîng tecrîd bû’
 
Pervînê balkişand ser tecrîdê û wiha vegot: “Yek ji mijara din a girîng tecrîd bû. Demek dirêj e ne tenê li Îmrali û girtîgehan li her derê Tirkiyeyê tecrîd tê meşandin. Birêz Ocalan demek dirêj e nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Di konferansê de biryar hat girtin ku wê ji bo rakirina tecrîdê hewldan bidomin. Niha jî amadekariya kongreyê heye.”
 
‘Hewcedariya welat bi aştiyê heye’
 
Pervînê axaftina xwe de wiha domand: “AKP polîtîkaya aştiyê bi tu awayî nade ber xwe. Ji ber vê jî her tim ji netewperestî û faşîzmê xwe, xwedî dike. Di pêvajoya çareseriyê de hewayek aramiyê afirîbû. Lê AKP’ê ev ji nû ve girt dest. Lê hewcedariya welat bi rastî bi aştiyê heye. Dema Birêz Ocalan di dewrê de bû pêvajoya aştiyê dihat jiyîn. Rewşa Tirkiyeyê ji ya niha gelek gelek baştir bû. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê ev pêvajo bi destê xwe qedand. Birêz Ocalan aştî û demokrasiyê tenê ji bo Tirkiyeyê naxwaze. Ji bo hemû welatên Rojava dixwaze.  Lê îro AKP ji bo xwe bidomîne polîtîkaya şer dimeşîne. Ji bo bi faşîzm û polîtîkayên şer xwedî dibe.”
 
Tecrîd pirsgirêka hemû gelan e
 
Pervînê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Ji bo rakirina tecrîdê divê beriya her tiştî  tecrîd tenê wekî mijara kurd neyê dîtin. Mijara tecrîdê pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye û girêdayê şer e. Ev çawa tê dîtin, ji ber di alî aborî, civakî û siyasî de zirarek mezin dide civaka Tirkiyeyê. Tecrîd ji ber vê yekê divê bikeve rojeva hemû gelên Tirkiyeyê . Ji ber vê jî di 12’ê Hezîranê de Meşa Gemlîkê heye. Bi vê meşê re em ê careke din îfade bikin ku em li dijî tecrîdê ne û ev pirsgirêkên li welat giran dike.”
 
‘Tifaqa jinê di rojeva HDP’ê de ye’
 
Pervînê di axaftina xwe de destnîşan kir ku tifaqa jinê her tim di rojeva HDP’ê de bûye û ji ber partiyeke jina ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê em bi rêxistin û saziyên jinan re her tim di têkiliyê de ne. Di mijareke ku jinan eleqeder dike de HDP her tim nêrînan ji rêxistinên jinan digire û polîtîkayek me ya wisa heye. Ji ber vê em tifaqa jinên bi giştî wek tifaqa hilbijartinê nagirin dest. Çawa divê têkoşîna jinê bibe hevpar, tifaqa jinê çawa bê xurtkirin de nîqaşên me didomin. Pêvajoyek kongreyê li pêş me ye. Di pêvajoya kongreyê de ji bo nûneriya jinê, pergala hevserokatiyê û nûneriya wekhev bikeve jiyanê xebatên me hatin destpêkirin. Lê tiştê em dibêjin tifaqa jinê divê wek ‘tifaqa hilbijartinê’ neyê fêmkirin.”
 
‘Hedef hîn bêtir mezin kirine’
 
Pervînê di mijara rêya sêyem de jî ev tişt anî ziman: “ Em dizanin ku hewcedarî hîn bêtir bi mezinbûnê heye. Ev di konferansê de hat nîqaşkirin. Me wek HDP’ê her tim behsa tifaqa demokrasiyê kir û me bi rayagiştî re parve kir. Lê ev têr nake. Tişta em jêre dibêjin rêya 3’yemîn, ev e ku ev rê zêdetir mezin bibe. Em ê vê xebata xwe piştî kongreyê bi aliyên cuda re hîn bêtir mezin bikin û hewcedarî bi deklerasyonê jî heye.”
 
‘Ev dozên tolgirtinê ne’
 
Pervînê doza Kobanê, doza girtina HDP’ê jî bi van gotinan nirxand: “Ev dozên tolgirtinê yên desthilatdariyê ne. Ez binê vê xêz dikim. Doza Kobanê jî doza HDP’ê jî doza Geziyê jî. Gelek kesan ji doza Geziyê cezayên muebeta giran girtin. Ji doza Kobanê ji bo hevalên me cezayên muebetê tên xwestin. Dîsa doza girtina HDP’ê heye. Ev doz hemû li ser kîn, nefret û tolgirtina desthilatdariyê hatine vekirin û dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin, xebatên HDP’ê tune bikin. Ev dozên siyasî yên ku tu aliyên wan yên hiqûqî tûne ne.”
 
‘Êrîş nêzîkatiya li hember kurdan nîşan dide’
 
Pervînê her wiha polîtîkayên desthilatdariyê yên ku jinan hedef digirin nirxand û wiha berdewam kir: “Dema mijar dibe kurd, kî vî welatî bi rê ve bibe jî dijminahiya kurdan dike. Li hember jinên kurd tacîz û tecawiz, li hember ciwanên kurd polîtîkayên asîmîlekirinê û li hember zarokan jî bi taybet zarokên kurd mijara îstîsmarê gelek giran e. Ev jî nêzîkatiya li hember kurdan nîşan dide. Mixabin ger ku gumanbar polîs û leşker bin jî bê ceza tên hiştin. Heta niha me nedîtiye ku tu gumanbarekî leşker an jî polîs ku jin qetil kirine ceza girtine. Di rewşa AKP biguhere de di pêvajoya pêş de ji bo polîtîkaya bêcezahiştinê, tiştên ku em bikin hene. Zîhniyeteke ku ji jinan ditirse heye. Dema jin li kolanê, li qadan tên gel hev desthilatdarî ditirse. Ji jinan û ji siyaseta jinan ditirsin. Ji ber jin ji bo guhertina pergalê têdikoşin. Têkoşîna me wê bidome. Ji ber vê jî bila ew her tim ji jinan bitirsin.”
 
‘Divê erîş hemû girêdayê hev bên dîtin’
 
Pervînê di mijara êrîşên li hember Rojava de jî nirxandina xwe kir û got: “AKP ji polîtîka şer xwedî dibe. Li dijî destkeftiyên kurdan tehemula wan tune ye. Li hundir operasyona tasfiyekirina siyaseta demokratîk li derve jî li dijî qezencên gelê kurd operasyon hene. Divê ev bi hev re bên nirxandin. Li hember kurdan li her derê zîhniyeta tasfiyekirinê ketiye dewrê. Desthilatdariya ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike, şansê wan ê ku li ser piya bimîne jî tune ye. Di demên dawî de polîtîkayên CHP’ê, feraseta wan ji ya desthilatdariyê pir ne cudatir e. Mixabin CHP peywira partiya muxalefeta sereke nayne cih. Divê CHP li dijî dijhiqûqiyên li hember kurdan, HDP’ê û hemûyên din helwestek zelal nîşan bide.”
 
‘Binpêkirinên mezin tên jiyîn’
 
Pervînê di dawiya axaftina xwe de rewşa girtîgehan jî nirxand û wiha dawî lê anî: “Di demên dawî de ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Rewşeke wisa bê guman nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember girtîgehan nîşan dide. Di dema pandemiyê de piranî girtiyên edlî berdan û ji bo girtiyên siyasî tu ngav neavêtin. Ev jî nêzîkariya li hember kurdan nîşan dide. Her roj li girtîgehan binpêkirinên maf tên jiyîn. Ji bo girtiyên nexweş bi rastî hewcedarî bi deng û îtîrazek mezin heye. Îtîrazên tên kirin têr nakin. Ev ne tenê mijara HDP’ê ye. Ya hemû kesî ye. Girtîgeh wê her tim mijara sereke ya HDP’ê be û di rojeva HDP’ê de be. Em ê her tim ligel hevalên xwe yên girtî bin.”