‘Li dibistanên herêmê polîtîkayek cuda tê meşandin’

  • 09:03 10 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku yek ji qadên ku herî zêde di bin bandora polîtîkayên şerê taybet de dimîne qadên perwerdeyê ne û wiha got: “Rewşa li dibistanan nîşaneya civakê ye. Ji bo pêşeroja ciwanên xwe divê her kes bi hev re têbikoşe.”
 
Li bajarên herêmê polîtîkayên şer ên sîstematîk bûne, jin, zarok û ciwanan hedef digire. Li dibistanên ku kirine parçeyeke polîtîkayên şerê taybet, xwendekar ji aliyê mamoste û îdareyê ve tên tacîzkirin û tecawizkirin. Li aliyê din jî bi madeyên hişbirê yên li ber dibistanan tên firotin, ciwanan dikin bin lepê xwe.
 
Li Cizîrê ya Şirnexê li dibistanekê di 2019’an de alîgirê midûr û nûnerê Egîtîm Bîr Senê Burak Ercan dest dirêjî 40 xwendekaran kiribû û di doza hat dîtin de dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dabû gumanbar. Li aliyê din dibistaneke gundê Pîranê ya Amedê Diyadîn B. yê 8 sal bû mamostetî dikir, xwendekar îstîsmar kirine û ji aliyê ajansa me ve derketibû holê.
 
Li Êlih, Amed, Şirnex, Sêrt, Riha û Wanê jî li ber dibsitanan hişbir tê firotin û xwendekar tên tehdîdkirin. Rayedar gelek caran tiştên tên jiyîn înkar dike û dibêje tiştekî wiha tune ye.
 
Hevseroka Şaxa Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn der barê mijarê nirxandin kir û got tiştên li dibistanan tên jiyîn civakê nîşan dide.
 
‘Dibistan nîşaneya civakê ye’
 
Emîneyê destnîşan kir ku ne tenê dibistan hemû civak di bin serdestiyê de ye û wiha vegot: “Civak di bin lepê şîdetê de ye. Di salên dawî de jin, zarok, ciwan û nasnameyên cuda di bin şîdetê de ne. Civak bi giştî di bin serdestiyê de ye. Bêguman herî zêde li dibistanan tê dîtin. Em dibînin ku zarok li dibistanan rastî her cureyê şîdetê tên. Dema zarok dest bi dibistanê dikin 6-7 salî ne. Di temenê biçûk de mahkumê pergala perwerdeyê dibin. Ev jî zirarê dide pêşeroj û kesayeta zarok.”
 
‘Pêşî li pêşeroja zarokan hatiye girtin’
 
Emîneyê diyar kir ku ji bo zarokan pêşerojek nayê amadekirin û wiha daxuyand: “Pêşeroj tarî ye. Pêşî li pêşeroja zarokan girtine. Malbatan bi xizaniyê terbiye dikin. Ev bandorek mezin li ser perwerdeya zarokan dike. Li cihên ku rewşa aborî ne baş e zarok perwerdehiyek baş nagirin. Newekheviyek heye. Ligel van li ber dibistanan hişbir tê firotin. Li hinek deveran bi destê rayedaran tê kirin. Ev ji bêkontroliyê pêk tê. Hikûmet hewl dide hemû civakê di bin kontrolê de bigire lê çi balkêş e agahiya wan ji ber dibistanan tune ye.”
 
‘Nirxên civakî dirizînin’
 
Emîneyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Yek ji cihên ku nirxên civakî lê tê rizandin dibistan in. Bi polîtîkayên newekheviyê re nirxên civakî yek bi yek dirizin. Divê em nirxên civakî biparêzin û xwedî lê derkevin. Bi polîtîkayên şer hewl didin îradeya gel serdest bikin. Em dibînin ku ciwanên me dibin qurbanê van polîtîkayan. Li dibistanan bûyerên îstîsmarê pêk tên. Li ber dibistanan bi zanebûn hişbir tê firotin. Fuhuş li ciwanan tê ferzkirin. Em bi polîtîkayeke bêcezahiştinê re rû bi rûne. Mirovên dibêjin em birçî ne, tên binçavkirin û girtin. Lê tecawizkar û kujerên jinan tên berdan.”
 
‘Li herêmê polîtîkayên cuda pêk tên’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û wiha dawî lê anî: “Rêveberên vî welatî zimanekî şîdetê bi kar tînin. Zimanê rêveberan gelek girîng e. Ji ber vê jî civak xistine bin lepê şîdetê. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Em dixwazin ji bo ciwan û zarokan pêşerojek ronî ava bikin. Em ji zarokên xwe berpirs in. Em ji bo pêşeroja civakê têdikoşin. Divê her kes ji bo pêşeroja ciwanan bi hev re têbikoşin.”