Li gel îşkenceyê Nobeda Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir

  • 15:34 9 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li ber Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin li gel îşkenceya polîsan di hefteya 12'emîn de bi çalakiya rûniştinê berdewam kir. Polîsên ku êrîşî çalakgeran kirin dayik jî di nav de 4 kes bi li lêdanê binçav kirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li gel îşkence û zextên ku tên kirin di hefteya 12'emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de dayika Yakup Akman ê ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa F ya Sîlîvriyê dimîne  Fincê Akman û dayika Xemgîn Karakaş ê li ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hat kirin û di hucreyê de dimîne  Cemîle Karakaş cih girtin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Endama Meclisa Pîr û Kalan û Taqawîtbûyiyan  Meryem Guneş, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Kartalê Aygul Sîncar û rêveberên navçeyê piştgirî dan çalakiya malbatan.
 
Çalakiya Rûniştinê 
 
Beriya Nobedê polîsan bi wesayitên zirxî dora edliyê dorpêç kirin û malbatan jî demeke dirêj li ber kafeya li hemberî edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsên ku xizmên girtiyan kirin bin dorpêçê wekî her hefteyê vê hefteyê jî qedexeya Qeymeqamê Kagithanê "hincet" nîşan dan û gotin ku ew ê nehêlin malbat çalakiyê li dar bixin. Herwiha polîsan ji dayikan re got ku ger ew çalakiya xwe bi dawî nekirin ew ê piştî hişyariya duyemîn êrîş bikin.
 
Êrîşî dayikan kirin!
 
Ji bo ku çalakî bê bidawîkirin zabita ketin kafeyê û ji xebatkarên kafeyê re gotin kursiyên dayik li ser in top bikin. Piştî ku dayik ji ser kursiyan rabûn polîsan êrîş kir. 
 
Destên dayikan ji paşve kelepçe kirin
 
Fincê akman a ku di wê naveberê de axivî got, "Em tenê dixwazin ji bo zarokên xwe yên girtî li vir daxuyaniyê bidin. Lê li gel ku em li vir rûdinên jî her hefte polîs êrîş dikin û me binçav dikin."Piştî vê polîsan êrîşî dayikan kir ku ew bi lêdanê binçav kirin. Herwiah destê fincê jî ji paş ve hatin kelepçekirin û ew li wesayita zirxî siwar kirin. Hewer wiha di wesayitê de jî lêdana polîsan berdewam kir. Rojnamegerên ku xwestin dîmen û wêne bikişînin jî hatin astengkirin û polîs li 4 kesên ku binçavkirin îşkence kir. 
 
Li dayikan îşkence kirin
 
Fincê Akman, Cemîle Karakaş, Aygul Sîncar, Meryem Guneş ên ku hatin binçvkirin birin muduriyeta polîsan a Kagithaneyê. Li gel ku tu mudaxele li çalakiyên ber edliyeyê tên kirin pêk nayê jî her hefte êrîşî çalakiya Nobeda Edlaetê ya xizmên girtiyan tê kirin û li dayikan îşkenceyê dikin.