Xizmên girtiyan li ber edliyeya Amedê daxuyanî dan

  • 11:36 9 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ji bo ku girtî bên berdan li ber Edlyeya Amedê daxuyanî dan.
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin di roja 206'an a Nobeta Edaletê de li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê li hev civiyan. Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û Mêrdînê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komelaya 78’an, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Amedê jî piştgirî dan malbatan.
 
Di serî de yek ji xizma girtiyan Herdem Merwanî axaftinek kurt kir. Piştî axaftina Herdemê Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen axivî û diyar kir ku Tirkiye di demek xirab û tarî de derbas dibe, ji her alî ve li welat pirsgirêk hene, bê edaletî bi awayekî sîstematîk tê meşandin û ‘ Divê demildest birêkûpêk qanûn werin pêkanîn.”
  
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawi bû.