Gulê Mihemed: Çeteyên DAIŞ'ê ji hêza jinê ditirsin

  • 09:03 9 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed têkildarî birêxistinkirina jinan a di Wargeha Holê de ya ji aliyê çeteyan ve wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê dîtin ku bi taybet di Kobanê de çawa li hember jinê têk diçin, ji ber vê yekê dixwazin tola xwe hildin. Çawa ku DAIŞ bi destê jinê hat şikandin, dixwaze dîsa bi destê jinê xwe bi rêxistin bike û li dijî me jinê bi kar bînin."
 
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku çirûska wê li Kobanê dest pê kir, êdî şoreşa Rojavayê Kurdistanê her çû mezin bû. Di şoreşê de rol û misyona her girîng a jinê bû. Jinê li hember çeteyên DAIŞ'ê bi hêz û vînek mezin şer kirin. Her wiha li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê jin bûn mînaka berxwedan û têkoşînê. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê ya li beramberî hêz û rêxistina jinê, her tim çeteyên DAIŞ'ê hewl didin bi hemû rêbazan êrîşî jinê bikin. Ji ber vê yekê ev demeke ku li Wargeha Holê ya ku malbatên çeteyan tê de hatine bicihkirin, çete hewl didin ku bi rêya jinên di wargehê de rêxistina xwe ava bikin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Gulê Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'DAIŞ xeteriyek mezin a li ser tevahî gerdûnê ye'
 
Gulê Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser armanca çeteyên DAIŞ'ê ya rêxistinkirina jinên di wargeha Holê de û wiha got: "Îro em dibînin ku çeteyên DAIŞ'ê di wargeha Holê de bi rêya jinê xwe bi rêxistin dike. Ji ber ku dibînin şoreşa me şoreşa jinê ye, ji ber vê yekê em her tim bi ser ketine. Îro jî çeteyên DAIŞ'ê bi destê jinan li wargeha Holê xwe bi rêxistin dikin, dixwazin leyistokên xwe yên qirêj bi destê jinê bidin meşandin. Beriya niha jî me dît ku çawa çete di girtîgeha Giwêranê de xwe bi rêxistin kirin û xwestin ji nû ve li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hember gelê kurd şer bikin. Lê belê xeteriya DAIŞ'ê ne tenê li ser me heye, xeteriya wan li ser tevahî gerdûnê heye. Ev çeteyên DAIŞ'ê bi destê dewletên navneteweyî hat avakirin û li Rojavayê Kurdistanê belav kirin, bi vê yekê xwestin ku rêxistin û hebûna me li vê derê bi rêya DAIŞ'ê bidin tunekirin."
 
'Çeteyên DAIŞ'ê ji hêza jinê ditirsin'
 
Gulê Mihemed di nava gotinên xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji hêz û vîna jinê ditirsin û wiha bi lêv kir: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê dîtin ku bi taybet di Kobanê de çawa li hember jinê têk diçin, ji ber vê yekê dixwazin tola xwe hildin. Çawa ku DAIŞ bi destê jinê hat şikandin, dixwaze dîsa bi destê jinê xwe bi rêxistin bike û li dijî me jinê bi kar bînin. Ji ber çeteyên DAIŞ'ê gelek ji hêza jinê ditirsin, bi taybet jina kurd, ji ber vê yekê her tim çeteyan digotin bila em bi destê jinê neyên kuştin. Di wargeha Holê de nêzî 70 hezar mirov dijîn. Ger rêxistina çeteyan di wir de xurt bibe û ji wê derê belav bibe, wê gerdûn di metirsiyek mezin de bijî. Ev çete û malbatên wan ên ku di wargeha Holê de dijîn ji gelek welat û pêkhateyên cîhanê ne."
 
'Zarokên xwe fêrî kuştinê dikin'
 
Gulê Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku jinên DAÎŞ'î zarokên xwe hînî kuştinê dikin û wiha lê zêde kir:"Jinên wargeha Holê zarokên xwe bi rêbazên herî hov perwerde dikin. Ji ber vê yekê tu kes nikare derbasî wargeha Holê bibe, ji ber ku bi awayekî wehşî êrîşî mirovan dikin. Çete karê derveyî pîvanên mirovahiyê û derveyî exlaqê dikin, her tim zarok û jinan qetil dikin û karê herî xirab bi wan dikin. Ji ber vê yekê dixwazin wekî me bi rêya jinê rêxistina xwe xurt bikin, lê belê em xwe li ser bingehek rast perwerde dikin."
 
'Divê dadgehek navneteweyî bê çêkirin'
 
Gulê Mihemed di dawiya gotinên xwe de bang kir ku dadgehek navneteweyî bê çêkirin û wiha bi dawî kir: "Banga me ji hemû dewletên navneteweyî re heye ku ji bo van çeteyan dadgeheke navneteweyî were çêkirin, her wiha her welatek çeteyên xwe bibin, ji ber xeterî li ser wan e jî, ne tenê li ser me ye. Îro jinên me civakê bi rê ve dibin û nûnertiya mirovahiyê dikin. Lê çeteyên DAIŞ'ê dixwazin mirovatiyê tune bikin. Em weke jin li hember siyaseta qirêj a çeteyan e, em ê xwe bi rêxistin û perwerde bikin. Her wiha em ê heta dawiyê li hember wan şer bikin."