Banga ji Nobeda Edaletê: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

  • 11:23 7 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine betalkirin bên berdan, dest pê kiribûn îro li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi banga "Em dengê xwe bi hev re bilind bikin" dewam kir. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine betalkirin bên berdan, dest pê kiribûn îro li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dewam kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, TUAY-DER'ê piştgirî dan çalakiyê. 
 
'Wezîrê Dadê berçavkên xwe yên zilmê dernexist'
 
Xizma girtiyan Încî Guler di destpêkê de axivî. Înciyê got:"Tevî bangewaziyên me Wezîrê Dadê berçavkên xwe yên zilmê dernexist û zilma xwe didomîne. Tevî cezayên zarok, xwişk û birayên me diqedin jî wan bernadin. Divê Wezîrê Dadê vê yekê baş bizanibe ku ev zilma li me tê kirin wê sibehê jî li wan bê kirin. Em vê zilmê qebûl nakin."
 
'Em ê li qadan bin'
 
Piştre Nazime Boltan a kurê wê girtiye daxwaza heq û hiqûqê kir û diyar kir ku zarokên wan ji ber daxwaza heq û hiqûqê dikin di girtîgehan de ne. Nazimeyê got:"Bila dev ji şewitandina înfazên zarokên me berdin. Birak zarokên me yên nexweş berdin. Ev 7 meh in em ji vir bang dikin lê hîn çareseriyek nedîtine. Heger hinek wijdan û merhamet bi wan re hebûya dê zarokên me berdana. Heta daxwazên me neyên cih em ê li qadan bin. Li ger girtîgehan, li ber nexweşxaneyan em li her derê bin. Ji vir ez bangê li saziyên din jî dikim, bila werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin."
 
"Nobeda Edaletê" bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Heq, hiqûq, edalet" û bi çepikan bi dawî bû.