'Em bi hesreta azadiyê jiyan û em bi wê hesretê jiyanê diterikînin'

  • 09:12 7 Hezîran 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Rehîme Fîdan a 90 salî ye ji dawiya salên 70'ê de rêxistin nas kir û di nav de cih girt. Rehîme ya kedkara tendirustîyê bû bêje di hemû  çalakî û xebatan de cih girt dibêje: "Em bi hesreta azadiyê dijîn. Me bi wê heskirinê ked da. Hêza me û temenê me têr nekir. Bi hêviya kurdên me azadiyê bibînin." 
 
Ji bo nasnameyek azad bi dehan serhildanên kurdan çêbûn. Di heman demê de ev serhildan bû serhildana jinê jî. Jinan bi hişmendiya mêr a deshilatdar re şer kir. Her wiha li dijî êrişên ji aliyê sîstema yekperest ve li wan hat kirin li berxwe dan. Yek ji wan jinan jî dayika ku ji salên 70'ê ve di nava têkoşînê de cîh digire dayika Rehîme Fîdan e.
 
Rehîme kî ye?
 
Rehîme Fîdan bi eslê xwe ji navçeya Sêwrega Rihayê ye, lê ew li Amedê dijîn û li wir mezin dibin. Rehîme ya zaroka tenê ya malê ye xwendina xwe li Amedê diqedîne û zanîngeha  beşa tendirustîyê diqedîne. Piştî zanîngehê li Mêrdînê dizewice. Ew jî dibe dayika 5 zarokan. Kurê wê yê mezin dema li dibistana amadeyî dixwîne di KOK'ê de cîh digire. Rehîme Fîdan jî bi kurê xwe re Partiya Karkerên Kurdistanê nas dike. Ji wir û şûnde jiyana wê êdî dibe serhildanek. 
 
Bi dengê derî re kelecanek mezin
 
Em îro bûn mêvanê Rehîme yê. Dema derî li me vekir şabûna wê di rûyê wê de xuya dikir. Ji me re dibêje "dema dengê derî tê kelecanî dibim, êdî nikarim derkevim, dema yek tê lê bi taybetî yên partiyê bin ez gelek şa dibim." Em dikevin hundir, em dibînin ku xaniyê xwe ruxmê nexweşiya xwe pak û paqij kiriye. Hevjînê wê jî 4 sal in felç bûye û di nav nivînan de ye. Li aliyekî jî li wî miqate dibe. Dibêje ruxmê nexweşiyên xwe dibe ku ez hîna di nav xebatan de bam lê berpirsyarîyên min zêde bûne... 
 
'Jiyana me li ber deriyê girtîgehan borî' 
 
Em çiqasî derbarê jiyana wê de pirsan bipirsin jî mixabin ji ber temenê xwe gelek tişt ji bîr kiriye. Bi pirsan encex dikare kêm jî be hinek tiştan bi bîr bîne. Lewra dema em dibêjin qala xwe bike jî yekem car salên 80'ê girtîgeha Amedê tê bîra wê. Pêşiyê xwe bide naskirin jî qala wan deman dike û dibêje: "Jiyana me li ber girtîgehan derbas bû. Me ji salên 70'ê ve ev partî nas kir. Wê demê ewqas mezin nebû. Lê pêş bi pêl mezin bû. Niha em bi milyonan in. Her ku serhildan mezin dibû jî dixwazin bi qetlîam û girtinan me tune bikin. Îşkenceya mezin jî di girtîgehan de bû. Kurê min ê mezin ê ku di serî de di nav rêxistinê de cih girt hatibû girtin. Wê demê ew jî ji ber îşkenceyê nexweş ketibû. Li gorî dayikên din ez hîn bi şans bûm. Min ji ber dibistanê tirkî dizaniya. Herî kêm min dikarî rewşa lawê xwe bipirsim. Lê gelek dayik ji ber kurdî axivîn rastî tundîyê hatin. Ew dem trajedîyê mezin bi me da jiyîn. Qet ji bîra min naçe. Berîya em biçin girtîgehê min gotina "tu çawa yî" bi tirkî fêrî dayikekê kir. Dema hat girtîgehê ji bîra kir û bi kurdî axivî. Wê dayikê bi hêrsek mezin rakirin û avêtin ji derve. Em bûn şahîdê bi hezaran çîrokên bi vî rengî."
 
'Em bi hesreta azadiyê jiya' 
 
Dayikê îşkenceyên wan salan bi bîr xist û got:" Em tucar ji vê dozê poşman nebûn. Em bi hesreta azadiyê jiyan. Her roja me bi hêviya dîtina wan rojan bû. Me di vê oxirê de gelek bedel dan. Bi hêviya em ji şehîdên xwe neyên şermê. Kurê min, keça min û hevjînê wê ku herdu jî zewicî bûn di heman demê de di salên 80'ê de tevlî nava refên gerîla bûn. Kurê min zarokek û keça min jî 3 zarok li pişt xwe hiştin. Min ew jî mezin kir. Keça min a din jî hate girtin û di girtîgehê de pirsgirêkên mezin jiya. Ruxmê wê di girtîgehê de hiştin. Demek neçar man anîn nexweşxaneyê. Di nexweşxaneyê de kelepçekirî bû lingên wê. Piştî tedawiyê cardin birin girtîgehê. Piştî cezayê xwe ew hate berdan."
 
'Her tim di nav xebatan de ma^'
 
Rehîmeyê ruxmê berpirsiyariya zarokan jî dev ji xebatan berneda û di nav de cih girt. Di cur be cur xebatan de cih girt. Herî dawî jî bû endama komeleya 78'an û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê. Bûka wê Încîlê ku hevjînê wê di nava refên têkoşerên azadiyê de cih digirt hate girtin. Rehîme ya 65 salîye berîya 4 mehan ceza jê re hate birîn. Rehîme niha bi tenê dimîne û li hevjînê xwe dinêre. 
 
'Em dev ji doza xwe bernadin' 
 
Rehîme herî dawî jî wiha got: "Çi dibe bila bibe em dev ji doza xwe bernadin. Divê di roja îro de jî ciwan vê şoreşê dewr bigirin. Me azadî radestî wan nekir. Lê têkoşîna me teslîmê wan e. Ev ji 40 salan zêdetir e şerê man û nemanê tê dayîn. Bi hêviya serkeftinê û êdî kesek jiyana xwe ji dest nede."