Fîrdevs Poyraz: Hevjînê min nexweş e bila berdin û bê gel zarokên xwe

  • 09:09 7 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Fîrdevs Poyraz a ku di qedexeyên Cizîrê de mala wê hatiye hilweşandin û hevjînê wê Onder Poyraz di qedexeya derketina derve de hat girtin bi 2 zarokên xwe re tenê dimîne. Zarokên wê bavê xwe neditine û nas nakin.Tenê daxwaza Poyraz ew e ku hevjînê wê yê nexweş bê berdan û bê gel zarokên xwe. 
 
Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de li gelek bajar û navçeyên kurdan ji aliyên rêveberiyên herêmî ve Rêveberiya Xweser a Demokratîk hat ragihandin. Li gel ragihandina xweseriyê qedexeya derketina derve ji aliyê dewletê ve hat îlankirin û navend û navçe hatin dorbêçkirin. Li ser her girekî, taxekê tîmên tevgera taybet û polîs hatin bicihkirin.Yek ji van cihên Rêveberiya Xweser a Demokratîk lê hat îlankirin jî jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû. Li navçeyê li gel ragihandina qedexeyan ceyran hatin qutkirin, depoyên avê hatin teqandin. Şeniyên navçeyê ji pêdiviyên xwe yên herî însanî bêpar hatin hiştin. Di şer û pêvçûnên ku qewimîn de bi dehan welatî hatin qetilkirin û malên wan hatin hilweşandin. Tenê 177 welatî di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin. Li gel ku sal derbas bûne jî linavçeyê hêj di her malekê de şopa guleyan heye. Li Cizîrê her malek xwedî çîrokeke. Ji van malan li hinekan êş, li hinekan bîranîn û li hinekan jî kenê ku nîvco mayî veşartiye.Yek ji van malan jî mala Fîrdevs Poyroz e. 
 
Fîrdevs Poyraz beriya qedexeya derketina derve dema ku diçe  karketiya demsalî ya findiqan Onder Poyraz nas dike û piştre jî pê re dizewice. Piştî ku dizewicin tên li taxa Yafes a Cizîrê bi cih dibin û  2 zarokên wan çêdibin. Zarokê wan ê ewil navê wî dikin Botan. Hê 3 salên wan bi hev re derbas nabin hevjînê Poyraz,Onder Poyraz di qedexeya derketina derve de tê birîndarkirin, piştre jî bi îşkenceyê tê girtin û bi îdiaya "Yekitiya dewletê xerakirin û endamtiya rêxistinê" 2 caran cezayê Muebetê yê giran lê tê birîn. Dema ku Onder tê girtin keça wî Menîce yek mehî ye. Mala wan jî tê gulebarankirin û derî  û paceyên wan tên şikandin. Piştî ku Onder tê girtin hevjîna wî Fîrdefs poyraz bi zarokên xwe re tênê dimîne. Fehîme ya ku mala wê tê hilweşandin mecbûr dimîne biterikîne û bi zarokên xwe re li gel dayika xwe dimîne. Hevjînê fehîmeyê Onder piştî ku 6 salan di girtîgeha tîpa T a Şirnexê de dimîne, piştre sewqî girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlîhê dikin. Onder ê ku  ev 3 salin di  hûcreyê de tê girtin di heman demê de nexweş e û rewşa wî giran e. 
 
'Zarokên min bavê xwe nas nakin' 
 
Fîrdevs Poyraz, da zanîn ku ji ber dema hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê biçûk bûn, niha bavê xwe nas nakin û wiha axivî:" Dema ku Onder hatiye girtin keça min hê yek mehî bû. Keça min niha 7 salî ye. Dema ku ez dibim hevdîtinan jî bavê xwe nas nake. Naçe hembêza bavê xwe û bi telefonê jî pê re na axive. Kurê min Botan jî dema ku bavê wî hat girtin yek salî bû. Ev sal û nîveke ku birine Êlîhê. Berî ku bibin êlihê jî nehiştin ku zarokan bibim hevdtîina wî û wekî hincet jî testa koronayê dixwetin ku li zarokan testa koronayê nedihat girtin. Lê piştî ku me di vî derbarî de gilî kir, destûr dan. Ew 6-7 meh bûn min zarok nedibirine hevdîtinê.  Min zarokên xwe heta ber deriyê girtîgehê jî dibirin, nedihiştin. Zivistan bû, sar bû. Heta ku em di deriyê girtîgehê re derbas dibin gelek ji me re zehmetî derdixistin. Heta gorên piyên me jî derdixin, pora me vedikin, lêgerîna tazî dikin. Heman lêgerîn ji bo zarokan jî derbas dare. Dema ku zarokên xwe dibim Botan diçe cem bavê xwe, lê Menîce naçe. Menîceyê ji ber ku bavê xwe neditiye naçe. Her carê jî pirsa bavê xwe dike û dibêje, 'Çima bavê hemû zarokan tê wan dibin parqê,çima bavê min nayê, çima nahêlin bê?  Ma bavê min çi li wan kiriye?' Carna kurê min jî dibêje, 'Bila min bigirin û bila bavê min pîçek bê malê,ez ê li şûna wî biçim."
 
'Bîranînên me di xaniyê wêrankirî de man'
 
Fîrdefs,anî ziman ku ew her gava ku li vê malê dinêre tiştên di dema qedexeya derketina derve de hatin kirin tên bîra wê û wiha domand:"Ev mal mala me bû. Dema qedexeya derketina derve hilweşandin. Bi zanebûn hilweşandin. Piştî ku hilweşandin em jî ji nêçarî ji wir derketin. Dema ku ez li vê avahiyê dinêrim bîranînên min ên bi onder re tên bîra min, herwiha hilweşandina Cizîrê tê bîra min." 
 
'Êdî nikare avê jî vexwe'
 
Fîrdefs,bi lêv kir ku rewşa tendirustiya hevjînê wê giran e, daxwaz kir ku bila bê berdan û got:" Nexweşe, tedawiya wî nakin. Ji bo ku bê tedawîkirin em daxwazname jî didin,lê nayê qebûlkirin. Çi bixwe vedireşe û diavêje. Dibin revîrê tînin û diavêjin hûcreyê. Beriya cejnê ez çûm hevdîtinê gelek nexweş bû. Got,'Ji ber mîdeya xwe ez nikarin îdare bikim. Ez çi bixwim diavêjim'. Êdî nikare avê jî vexwe. Mîda wî êdî avê jî qebûl nake. Em dixwazin ku bê berdan. Mirovekî di vê rewşê de divê bê tedawîkirin. Platîn di piştê de ne,divê bê emeliyatkirin û ew platînên di pişta wî de bên derxistin. Ez dixwazim ku hevjînê min bê berdan. Min tu xweşî nedit, ez dixwazim ku zarokên min bibînin. Ez li dema li wan dinêrim gelek diqeher im."