'Li Rojavayê Kurdistanê rola jinê ya di qada siyasetê de gelekî girîng e'

  • 09:04 7 Hezîran 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo-Yara Kendeş
 
ŞEHBA/KOBANÊ - Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê Sureye Mistefa û Endama PYD'ê ya Kobanê Elmaz Romî têkildarî mijara beşdariya jinan a di qada siyasî û civakî de her wiha beşdariya jinan a di warê temsîliyeta jinê, pêvajoya biryarê de çawa ye û ev çiqasî bandorê dike nirxandin kirin. Jinan gotin:"Ji bo dewletên hegemon li ser civakê hakîm bin destpêkê dest diavêjin bingeha civakê, bingeha civakê jî jin e. Em gihaştine astekê ku aloziya heyî û xetimandina heyî bi rêya jinê çareser bikin. Loma li Rojavayê Kurdistanê rola jinê ya di qada siyasetê de jî gelekî girîng e."
 
Ji 5 hezar sal û vir de ji dema avakirina pergala baviksalarî ya ku ji bo berjewendiyên xwe hat avakirin rastî û pênaseya rast a civakê jî bi vê yekê re hat wendakirin. Bi vê yekê re rol û misyona jinan a ku her tişt di civakê de afirandiye û civakbûn bi pêş xistiye bû hedefa mêr. Pergala zihniyeta baviksalar ji bo civakê bixe bin xizmeta xwe destpêkê dest avêt nirxên jinê. Ji ber ku ger vîn û rola jinê di civakê de lawaz be, yekser civak dikeve xizmeta desthilatdaran. Lê piştî 5 hezar sal bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ew pergala baviksalar di civakê de lawaz bû. Bi vê yekê re rol û misyona jinê û pênaseya rast a jinê derket pêş û êdî hemû çareserî bi deste jinê ne. Wekî her qadê jin di qada siyasetê de jî bû xwedî gotin û rola xwe lîst. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê Sureye Mistefa û Endama PYD'ê ya Kobanê Elmaz Romî ji ajansa me re axivîn û nirxandin kirin.
 
'Dewletên hegemon civak xistin bin serweriya xwe'
 
Sureye Mistefa di destpêka axaftina xwe de behsa pergala desthilatdar a ku rol û misyona jinê tune kiribûn, kir û wiha got: "Bi rastî îro em gihaştine astekê ku tevahî cîhan di aloziyek mezin re derbas dibe û gihaştiye xetimandinê. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku rola jinê ji nû ve derdikeve qadan û vedigere cewhera xwe ya destpêka mirovahiyê, serdema neolîtîkê. Mirov dikare balê bikşîne ser dema ku jinê her tişt afirandiye û civak ava kiriye, perwerde yan jî ew têkiliyên ku derketine pêş. Mirov dikare ji vir de dest pê bike. Lê piştî bi salan têkoşîn û berxwedana jinê dewam kiriye, ji bo afirandin û rêvebirina civakê pergal berovajî bû û pergala baviksalarî dest pê kir. Ji 5 hezar salan û vir de êdî siyaset berovajî bû û ket xizmeta dewletên hegemon da ku civakê û her tiştî bixin bin xizmeta xwe."
 
'Dewletên hegemon dest davêjin jinên azad'
 
Sureye Mistefa diyar kir ku ji bo dewletên hegemon civakê bixin bin serweriya xwe destpêkê dest diavêjin jinê û wiha bi lêv kir: "Ji bo ku dewletên hegemon li ser civakê hakîm bin destpêkê dest diavêjin bingeha civakê, bingeha civakê jî weke em dizanin jin e. Ji ber vê yekê dest diavêjin jinê û jinê diperçiqînin, bê vîn dihêlin ji bo ku civakê lawaz bixin. Ev siyaset jî siyasetek yek alî û tenê ji bo berjewendiyên xwe di civakê de bi pêş dikeve. Lê di sedsala 21'ê de bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku jiyan rast nas kiriye û wateyek rast pênase kiriye derket pêş. Ev bû sedema em dîroka rast nûjen bikin jî. Ji bo ku aloziya qirêj a ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn, were çareserkirin pêwîstî bi fikrek demokratîk heye. Ji ber vê jî şerê ku niha diqewime gelek bandorê li ser xweza, mirov û hemû cîhanê dike, ji ber vê bi rêya desthilatdaran hejandinek di bingeha civakê de hatiye çêkirin."
 
'Rola jinê serdema neolîtîkê nûjen dike'
 
Sureye Mistefa da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re rola jinê derket pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo sererastkirina vê aloziya ku niha diqewime pêwîstî bi naskirina fikir û felsefa Rêber Apo heye. Ji bo ku em vê siyaseta qirêj a desthiladaran têk bibin pêwîst e destpêkê tiştên ku me wenda kiriye em vegerînin, ji ber vê jî divê ku me ew tişt li ku derê wenda kiriye em vegerin li wê derê lê bigerin. Bi şoreşa ku dest pê kiriye bi şoreşa bihara gelan re me dît ku çawa rola jinê ji nû ve di civakê de nûjen bû. Siyaseta qirêj a desthilatdaran dibû sedem jin pê bê xapandin û şikestina di şexsê jinê de pêk werê lê jin di vê şoreşê de vegeriya ser cewhera xwe ya bingehîn. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de ku niha jî em tê re derbas dibin jin êdî derdikeve kolanan û siyasetê dike. Her wiha jin civakê bi rê ve dibe û hemû planên desthilatdaran derbas kiriye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hişt ku dema neolîtîk nûjen bibe û jin ji nû ve rola xwe bileyzin û ji tevahî jinên cîhanê rebibin mînak."
 
'Piştî şoreşê jin bi coşek mezin diherikin qadan'
 
Sureye Mistefa bal kişand ser herikîna jinan û rola wan a di şoreşa Rojava de û wiha anî ziman: "Îro em dibînin ku jin di her saziyekê de, partiyekê de û di hemû qadên civakî de rola xwe ya rast dilîze û vîna jinê derdikeve holê. Ev yek jî bi siyaseta jinê re derdikeve holê heta di hundir malbetê de rola jinê hat guhertin, êdî rolek rast û siyasetek demokratîk tê meşandin. Ev yek jî bi xwe re zihniyeta desthilatdaran hêdî hêdî diguherîne. Ji jiyana di bin zilmê de ber bi hevjiyana azad ve diçe. Her wiha tevger û xebata ku jin dide meşandin bandora xwe li tevahî jiyanê kiriye. Ji bo vê yekê em dibînin ku di biryarekê de nêrîn û rola jinê tune be wê demê siyaseta desthilatdaran tê meşandin. Di cihê ku jin tune be li wê dere azadî û demokrasî tune ye."
 
'Aloziya heyî bi deste jinê wê bê çareserkirin'
 
Sureye Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rol û sekna jinê di roja me de di encama tekoşîna bi salan de ji bo ku sererastkirinek were çêkirin, gelekî girîng e. Ji ber vê yekê em gihaştine astekê ku aloziya heyî û xetimandina heyî tenê bi rêya jinê wê were çareserkirin. Ji ber vê jî em dibînin ku êdî erêniyên têkoşîna jinê di civakê de derdikevin pêş. Em di vê baweriyê de ne ku wê di demên pêş de zêdetir sererastkirin werin çêkirin, her wiha siyasetek demokratîk bi rêya jinê wê were meşandin, heya ku em digihêjin civakek exlaqî û polîtîk." 
 
'Rejîmê derfet nedabû jinê'
 
Endama PYD'ê ya Kobanê Elmaz Romî jî di destêka axaftina xwe de behsa rola jinê ya berî şoreşê ya di qada siyasî de kir û wiha lê zêde kir: "Jin di destpêkê de berî şoreşê bi çi rengî tev digeriya, her wiha di her qadê de rola çawa dilîst û çawa xwe daye pêş? Jixwe berî şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê bike mirov dikare li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê binirxîne. Jixwe diyar bû ku berî şoreşê derfetên ji jinê re vekirî hema bêje tune bû. Jinê nikaribû ewqas kar û xebat bikira, jin nikaribû derketa holê. Jinên hewl didan kar û xebat bikirana jî derfetên wan gelekî kêm bûn. Ji ber ku her tişt di wê demê de girêdayî Rejîma Baas'ê bû, li ser vê bingehê tu saziyên ku jin xwe bi xwe bi rê ve bibe, saziyên ku jin rêveberiya wê bike tunebû. Her tişt di destê Rejîma Baas'ê de bû. Rejîmê jî ev derfet nedabû jinê. Bi taybetî jî li bajarê kurdan ev derfet nedabû, tenê derfetê ku jin di dibistanan de zarokan perwerde bike hatibû dayin. Tenê ev jin dikaribûn tev bigerin, her kesî di nava civakê de lê dinihêrî û digotin ev jinan mamoste ne, diçe û tên. Jê pêv derfetên jinan pir kêm bûn."
 
'Jina xwedî vîn û hêz be di nava xwe de qebûl nedikirin'
 
Elmazê di dirêjahiya axaftina xwe de eşkere kir dema Rejîma Baas'ê li derdora jinê sînor hatibûn danîn û got: "Di dema Rejîmê de tu mafên jinê di civakê de nînbû, nikaribû hîn bêhtir tev bigere û xebatek jinê bide meşandin. Belkî di wê demê de hin jinên ku xebatên cebihewî didan meşandin. Jinan xebatên cebihewî bi rê ve dibirin ji bo xebatên me yên rêxistinî di wê demê de, lê xebatên wan jinan bi awayekî veşartî bû. Ji ber ku derfeta wan tune bû, wê demê Rejîma Baas'ê pir giranî dabû ser liv û tevgera civakê. Her wiha jin binçav dikirin. Bi taybetî kesên ku kar dikirin dihatin binçavkirin, ji ber ku Rejîm ji xwe bi tirs bû. Yanî jineke xwedî vîn û hêz be di nava xwe de qebûl nedikirin, nedixwestin ev kar û xebat bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê jin nikaribû bi azadî tev bigere. Lê belê we dît ku şoreşa 19'ê Tîrmehê hate destpêkirin, di wê demê de şoreş bi jinê ve hat naskirin. Jinan li ber çavê tevahî cîhanê mohra xwe ya berxwedanê û serkeftinê li dîrokê da. Di  wê demê de Rejîma Baas'ê ji van Herêmên Kurdî derket. Xebatên jin ên rêxistinê berfirehtir bûn, êdî jin dikaribû rihet tev bigere û xebatên xwe bide meşadin. Jinê xwe bi rêxistin kir, xwe bi rê ve bir, di her milî de jin bû xwedî rola herî mezin."
 
'Xwestin jinên siyasetmedar lawaz bikin'
 
Elmazê di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan êdî piştî şoreşê di gelek qadan de xwe bi rê ve birine û wiha pê de çû: "Jinê piştî kedeke mezin di nava şoreşê de, di gelek qadan de xwe bi rê ve bir û azadiya jinê ji her jinê re pênase kir. Gelek jinên pêşeng ên ku xwe birêxistin kirin û xwedî ewqas ked bû weke Rêvanan, Zehrayê, Arîn Mîrkan li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin kirin û ji tevajî cîhanê re bûne mînak. We dît siyasetmedara Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ku ji aliyê gelek kesî ve dihat hezkirin û bi fikir, ramanên xwe bi bondar bû ji aliyê dagirkeriyê ve bû hedef. Ji ber ku ji jinên bi hêz ditirsin û nikarin li hemberî wan bisekinin. Ji ber vê yekê xwestin jinên siyasetmedar lawaz bikin û di nava civakê de binpê bikin."
 
'Em ê bibin bersiva aştiyê'
 
Elmazê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku a niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin a herî bi hêz e û xwedî mirasa herî girîng a şoreşê ye û wiha got: "A niha jin di Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser de kar dikin û qadan bi rê ve dibin. Jin xwe di partiyên siyasî de bi cih dikin. 
 
Dubare ez bêjim ji bo welatekî azad û ji bo civakeke durist, ji bo jinên têkoşer, em ê li dijî her kesê ku dixwazin vîna jinê, rola jinê, keda jinê binpê bike, li berxwe bide. Em ê bibin bersiva aştiyê."