Several Ballikaya: Li dijî tecrîdê dem dema têkoşîna hevpar e

  • 09:03 7 Hezîran 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzer Several Ballikaya da zanîn ku tecrîd li gel tê ferzkirin û wiha vegot: “Di sala 1999’an de dema pergala Îmrali hat avakirin ji ser bertek qels bûn, îro tecrîd li gel tê ferzkirin. Yekane rêbaz, têkoşina yekbûyiye û li dijî vê bertek nîşandane.”
 
Ji ber tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Îmraliyê girtiye, ev saleke agahî jê nayê girtin. Ji 2011’an heta niha hevdîtinên bi parêzeran re tên astengkirin, 8 sal şûnde yekem car di 2’yê gulana 2019’an de hevdîtina bi parêzeran re pêk hat. Di 2019’an de bi giştî 5 caran parêzeran dikaribû hevdîtinê bikin. Di 23 salan de di 27’ê nîsana 2020’an û 25’ê adara 2021’ê de hevdîtina telefonê ya bi malbatê re pêk hat. Parêzer ji 7’ê tebaxa 2019’an de ye nikarin bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin li dijî tecrîdê serî li CPT dan û bang kirin ku demildest bikevin tevgerê. Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan re (MED-TUHAD-FED), Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîdê di 12’yê hezîranê de bi dirûşmeya ‘li dijî tecrîdê ji bo azadî bê parastin em dimeşin Gemlîkê’ meşek tê plankirin.
 
Yek ji parêzerên ku tevli konferansa ‘Li dijî siyaseta tecrîdê mafê aştiyê’ bû Several Ballikaya der barê tecrîdê de nêrînên xwe anîn ziman û da zanîn ku yekane rêbaza li dijî tecrîdê têkoşîna yekbûyî ye û polîtîkayên tecrîdê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Dema dikevin hewldana şer deriyên Îmraliyê digirin’
 
Severalê da zanîn ku her cara li Tirkiyeyê aştî tê nîqaşkirin deriyên Îmraliyê ji hevdîtinan re tê vekirî û wiha vegot: “Lê her cara dikevin hewldana şer deriyên Îmraliyê digirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de ye. Ev demek dirêje bi Îmraliyê re hevdîtin tune ne. Li girtîgehê din jî pêkanînên tecrîdê û polîtîkayên şer tên meşandin. Dema dawî de li hember Herêma Federal a Kurdistanê operasyon tên meşandin û ev jî rê li ber zêdebûna binpêkirinên mafan yên li girtîgehan vedike. Tecrîda Îmraliyê didome. Binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin. Bêguman ev hemû girêdayê hev in. Li aliyekî şer tê meşandin li aliyê din jî kesên li dijî van polîtîkayan têkoşîna demokrasî û hiqûqê didin tên girtin. Li ser wan binpêkirinên mafan tên zêdekirin.”
 
‘Divê hêzeke rêxistinkirî bê avakirin’
 
Severalê destnîşan kiri ku divê aştî û demokrasî zêde bibe û got ger wisa be wê şer jî kêm bibe û wiha daxuyand: “Di heman demê de hewldanên şer tê wateya ku zextên li ser hêzên demokrasiyê zêde dibe ye. Pêkanînên li girtîgehan jî wisane. Riya biçe aştiyê bêguman bi hûnandina têkoşînê pêkane. Li dijî polîtîkayên şer hêzeke gel a rêxistinkirî pêkane. Ji bo ev şer raweste divê hêzeke rêxistinkirî bê avakirin. Girtina deriyên Îmraliyê tê wateya ku ev hêza têkoşînê dernekeve holê. Ev wek tedbîrekê tê kirin ku sekna girseyekê ya li dijî şer dernekeve holê.”
 
‘Tecrîd li hemû civakê hat ferzkirin’
 
Severalê daxuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê li ser hemû girtîgehan  belav bûye û wiha dirêjî dayê: “Di 1999’an de dema pergala Îmraliyê hat avakirin tenê kurd û muxalîfên şoreşger li dijî pergala tecrîdê derketin. Lê ji ber ew hêza muxalîf ne mezin bû di salên 2000’î de operasyonên girtîgehan pêk hatin. Ji ber berteka li dijî wê jî qels bû, îro ev tecrîda li ser civakê di rojevê de ye. îro konser tên qedexekirin, stranên li kolanan tên gotin tên qedexekirin, mîhrîcan tên qedexekirin. Tecrîd li ser hemû civakê hatiye ferzkirin. Her kesên li ser vê axê dijîn para xwe ji vê digirin. Krîza aborî, zextên li ser mirovan encama vê zexta topyekune. Ev parçeyeke tecrîdê ye. Divê tu kes xwe ji derveyê vê nebîne.”
 
Dem dema têkoşîna hevpar e
 
Severalê di dawiya axaftina xwe de got  tecrîd pirsgirêka hemû kesiye û wiha bang kir: “Tu kes nikare bêje em ji derveyê vê tecrîdê ne. Her kesê li ser vê axê dijî di bin tecrîdê de ye, ji ber ger li dijî vê derkevin bedelên wê pir giranin. Îro birçîbûn, xizanî û zextên heyî encama vê ye. Encama tecrîdê ye. Lê divê sedem bên dîtin. Li dijî vê derketin di heman demê de rêbaza têkoşînê ye. Divê hemû hêzen demokrasiyê têkoşîna hevpar rêxistin bikin. Yekane rêbaz têkoşîne, li dijî vê bertekek hevpar nîşandane.”