Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan

  • 15:34 6 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Derbarê binçavkirina endamên GOÇÎZDER'ê de, li Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ligel ku biryara nepeniyê heye jî çapameniya nêzî desthilatê komeleya me krîmînalîze dike û dixwaze operasyona ne hiqûqî meşrû dike. Em dixwazin endamên me bên berdan."  
 
Di 3'yê hezîranê de polisan li taxa Şîrînevler a navçeya Bahçelîevler a Stenbolê bi ser Komeleya Şopandina Goçê (GOZÎZDER) de girtibû û hevserokên komeleyê jî di nav de bi giştî 22 endam û rêveberên wê binçav kiribûn. GOÇÎZDER'ê li avahiya xwe derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Em polîtîkayên tepisandin û zextê qebûl nakin. Bila hevalên me yên binçavkirî bên berdan" hat vekirin. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Hakîm Daş û Serokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbol Gulseren Yolerî û nûnerên Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) tev li civînê bûn. 
  
Di daxuyaniyê de destpêkê li ser navê komeleyê Şîlan Bîngol axivî û qala xebat û armananca komeleya wan kir û destnîşan kir ku tişta ku li dijî endamê wan hatiye sûcê nefretê ye û tu eleqeya xwe bi hiqûqê re tuneye û wiha got: "Di hêla emr û tenduristiyê de endamên me yên ku hatine binçavkirin şertên wan ji bo binçavkirinê ne guncav in. Dirêjkirina dema binçavkirinê jî kêfî ye. Mafê tendursitî û mesûmetiyetê hatiye binpêkirin. Rexmî ku biryara nepeniyê heye jî çapameniya nêzî desthilatê komeleya me krîmînalîze dike û dixwaze operasyona ne hiqûqî meşrû dike." Şîlan, xwest ku endamên wan hatine binçavkirin bên berdan. 
 
Parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk jî di civînê de mafê axaftinê girtin û ev tişt got: "22 kesên ku di bin banê komeleyê de dixebitin hatine binçavirin û piştî binçavkirina 4 rojan dema binçavkirina wan derketiye 8 rojan. Rexmî ku biryara nepeniyê li ser dosyayan heye û hê îfadeyê hevalên me nehatiye girtin ji aliyê çapameniyê ve hedef tên nîşandan. Ev sûc e. Em ê giliya vê bikin. Agahiyên ku bi me re nayên parvekirin bi çapameniyê re tên parvekirin. Niha 8 muwekîlên me derman bi kar tînin. Di nav kesên binçavkirî de hevalên me yên 80 salî jî hene."
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û destnîşan kir ku qada sivîl tê terorîzekirin. 
 
Wan
 
Li Wanê jî bi Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê (Serhat GOÇ-DER) re 15 rêxistinên sivîl ên li bajar û partiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî dan û binçavkirina endamên GOÇÎZDER'ê şermezar kirin û xwestin ku endamên komeleyê yên hatine binçavkirin bên berdan.