4’emîn Konferansa Mezin a HDP’ê dest pê kir

  • 12:01 6 Hezîran 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - HDP, beriya 5’emîn Kongreya Mezin, 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin bi dirûşma "Berxwedana Mezin Meşa Mezin” li dar dixe. Konferans li Enqerê dest pê kir.  Biryarên ku bên girtin dê di 3’yê tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 5’emîn Kongreya Mezin, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin li dar dixe. Konferans bi dirûşma “Berxwedana Mezin Meşa Mezin” tê lidarxistin.
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclisa Jinan, endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çepa Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevserokên Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugurlu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 647 delege beşdarî konferansê bûn. 
 
Di roja ewil a konferansê de geşedanên siyasî û rewşa rêxistinî dê were nirxandin, di roja duyemîn de dê pêşnûmeyên biryarê yên ku dê xeta têkoşîna serdema pêş a partiyê diyar bike bên nîqaşkirin. Dê biryarên hatine dayîn di 3’yê tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin û weke metnên konferansê bibin biryar. 
 
Li eywana konferansê bi 7 zimanan pankartên “Hûn bi xêr hatin”, “Bi Ciwanên Demokratîk re Ber bi Pêşerojeke Azad ve”  û “Hevserokatî Xeta me ya Mor e” hatibûn daliqandin. Konferans, bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dest pê kir.  
 
Axaftina Pervînê wiha ye: 
 
"Piştî gelek têkoşînê em careke din di berbanga rojên girîng de hatin cem hev. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi biryarên girîng ên ku em ê di vê civînê de bigirin ber bi pêşeroja demokratîk ve bimeşin û em ê pêşeroja demokratîk bi hev re pêşbixin. Ji ber ku HDP nûnera îro ya hêviyeke mezin e. Weke nûnerên vê hêviyê em ê bi hewldan û ramanên xwe têkoşîna xwe mezin bikin û em ê li vî welatî demokrasiyeke xurt û aştiyeke bi rûmet ava bikin.
 
Ev rejîm hikûmeteke ku bi her awayî heqaret li jinan dike, bi her awayî qirkirina jinan, tundiya li ser jinê û kuştina jinan di rojevê de dihêle xwe diafirîne. Ev hikûmet hewl dide daxwazên elewiyan ên hemwelatîbûna wekhev paşguh bike. Ev tifaq hêzeke ku hebûna xwe bi înkarkirina Pirsgirêka Kurd re dibîne. Em baş dizanin ku desthilatdariyeke ku ji demokrasî, hiqûq û edaletê dûr ketiye, bi înkarkirina pirsgirêka kurd xwe li ser piyan dihêle. Lê belê heqîqetek heye û li hemberî vê heqîqetê îqtîdar nikare bimeşe. Em ê bimeşîn û meşa xwe jî bidomînin.
 
Ji bo aştiyeke bi rûmet divê diyalog û muzakereyê di rojevê de hebin. Di diyalog û muzakereya de divê rola û mîsyona birêz Ocalan bê dîtin. Bi rakirina tecrîdê dê Birêz Ocalan rol û mîsyona xwe pêk bîne. Ev welat di salên 2011-2015’an de bû şahidê pêvajoya aştiyê. Di wê pêvajoyê de ev welat û ev xak ji serdemeke re derbas bû, mirovan jiyana xwe ji dest nedan, dayikên me nedigiriyan û mirov bi hêvî êdî li pêşerojê dinêrî. Dema tecrîdê dest pê kir, deriyên Îmraliyê hatin girtin, vê demê li vî welatî pevçûn çêbûn û ciwanên me jiyana xwe ji dest dan.
 
Divê her kes bizane ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd demokrasî û azadî nayê Tirkiyeyê. Her hikûmet û aktorek ku îradeya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk û bi rûmet nîşan nede nikare bi ser bikeve. Ne tifaqên desthilatdariyê, ne jî polîtîkayên înkarker dikarin li vî welatî bi pêş bikevin, ne jî muxalefet bêyî ku fikir û îradeya xwe pêş bixe dikare bi ser bikeve. Em wisa difikirin ku divê teqez ev mijar hem di rojeva hikûmetê û hem jî ya muxalefeta heyî de be. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku tevahiya vî welatî eleqedar dike. Divê her kes bizane ku heta ev pirsgirêk çareser nebe aştî û demokrasî pêk nayê. Ez îro careke din bang li her kesê ku li Tirkiyeyê guhertinê dixwaze, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bêyî windakirina demê û naskirina makezagona demokratîk û mafên bingehîn ên baweriyê, vedixwînim."
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî piştî Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser pêvojoya siyasî. 
 
Piştî axaftina Mîthat Sancar konferan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.