'Armanca Jineolojiyê ew e ku civakê li ser exlaq û polîtîkayê perwerde bike'

  • 09:01 6 Hezîran 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûjîn Yusuf perwerdeya di Akademiyên Jineolojiyê de wiha nirxand:"Mîrasa Jineolojiyê ji destpêka tevgera jinê ye. Jineolojî di sala 2017'an de xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike û armanca Jinolojiyê ew e ku civakê li ser exlaq û polîtîkayê perwerde bike."
 
Jineolojî yekem car di sala 2008'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdllah Ocalan ve di pirtûka sosyolojiya azadiyê de hat pêşniyazkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vê zanistê diyar dike ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe her wiha diyar dike ku azadiya jinan asta azadiya civakê diyar dike. Jineolojî cara ewil di sala 2011'an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava dike. Her wiha yekem car konferansa xwe di sala 2015'an de bi tevlibûna 140 delegeyan pêk tîne. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku Jineolojî şaxên xwe li cîhanê belav bike û xwe bigihîjîne tevahî jinên cîhanê. Li ser vê esasê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li tevahî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Akademiyên Jineolojiyê hatin vekirin. Têkildarî mijarê Endama Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûjîn Yusuf axivî.
 
'Bila jinên kurd bi xwe dîroka xwe binivîsin'
 
Nûjînê di despêka axaftina xwe de qala avakirina Akademiya Jineolojiyê kir û wiha got:"Demek dirêj niqaşên jineolojiyê hatin kirin. Rêbertî bi taybet di parêznameya sosyolojiya azadiyê de ji me re ev pêşniyaz kir. Rêberti di parêznameyê de dema ev pêşniyaz kir, me wek tevgera jinê li ser têgîna Jineolojiyê lêhûrbûn kir. Ji ber ku Rêbertî di parêznameyan de Jineolojî wek zanist digirt dest jî li ser vê bingehê xwest em bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin. Me di destpêkê de gelek niqaşên têgîna Jineolojiyê kirin. Me got 'wek zanist em ê çawa bigirin dest?' Lê dema me li ser niqaş kir me dît ku heta em wek jin keda xwe ya salan wek zanist negirin dest em nikarin bigihêjin encamekê. Xebatên me gelek berfireh in. Hem di milê dîrokî hem jî di milê civakî de em xebatan didin meşandin. Ji ber vê Rêbertî ji me re got pêwîst e her jin di warê têgeha Jineolojiyê de xwe kûr bike. Ji destpêka dîrokê heta niha hinekan ji me re dîroka me nivîsandiye. Lê Rêbertî ji bo jinê kurd got bila jinê kurd bi xwe dîroka xwe binivîsin. Ji ber vê me dîroka xwe careke din girt dest. Em bi rêbazên Jineolojiyê lêkolînê li ser dîroka jinê dikin. Lê dema me dubare lêkolîn kir me dît ku gelek aliyên dîrokê hene, pêwîst e ji nû de bên destgirtin. Ji dema Neolîtîkê heta berxwedana jinên têkoşer."
 
'Armanca Jinolojiyê ew e ku civakê li ser exlaq û polîtîkayê perwerde bike'
 
Nûjînê bal kişand ser dîroka jinê û wiha berdewam kir: "Ji destpêka niqaşên Jineolojiyê heta niha tiştên ku em wekî Akademiya Jineolojiyê dixwazin bikin, bi rêbazên zanistî em bikaribin xwe bigihînin hemû jinan. Ez dikarim bêjim heta astekê me xwe gihand jinan. Ji ber niha di her çar parçeyên Kurdistanê de, li Ewropa û Rojhilata Navîn xebatên me hene. Ez dikarim bêjim ji destpêka dîroka me heta niha me gelek bedel dane. Heta niha jî em li ser vê mîrateyê dijîn. Jineolojî jî mîrateya gelek hevalan e ku niha ji me re bûne pêşeng û gihaştine asta şehadetê. Mînak rêheval Leyla, Hêlîn, Nalîn û gelek hevalên weke wan hene ku niha em li ser rêka wan dimeşin. Yanî Jineolojî wisa bi rehetî nehat avakirin. Berxwedana hevalan bû îrade, îrade jî ji me re bû hêz û em gihand asta avakirina ilmê Jineolojiyê. Me di vê pêvajoyê de li ser gelek rêbazan niqaş kir. Me got em ê çawa bikaribin jin û civakê, civak û jinê nêzî hev bikin. Ji ber gelek qadên Jinelojiyê yên wek felsefe, zanist, siyaset û hwd. hene me got em ê vana çawa bi jiyanê re bikin yek. Bê guman gelek zehmetiyên vê yekê hebûn. Bi taybet di milê olî û di milê felsefeyê de. Ji ber têgîna Jineolojiyê ji bo me nû bû. Ez dikarim bêjim bi kurtasî Jineolojî di her qadê jiyanê de cih girtiye û di heman demê de Jineolojî felsefa jiyanê ye û armanca Jineolojiyê ew e ku civakê li ser exlaq û polîtîkayê perwerde bike."
 
'Jineolojî li ser mîrasa Rêberê Gelê Kurd xwe ava dike'
 
Nûjînê diyar kir ku ji bo mirov bikaribin zihniyeta desthilatdariyê di civakê de bide fêmkirin û di civakê de guhertinê çêbikên pêwîst bû akademiyan ava bikin û wiha domand: "Li Rojavayê Kurdistanê mîraseke Rêbertî heye. Niha em li ser vê mîrasê karê xwe didin meşandin. Di demên pir zehmet de jinan li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat dane meşandin. Niha jî dema Rêveberiya Xweser hate avakirin jinan di gelek milan de pêşengtî kirin. Di nava pergala Rêveberiya Xweser de pergala perwerdeyê heye. Me di nava vê sîstemê de Akademiyên Jineolojiyê ava kirin. Ji ber ku akademî kaniya zanistê ye. Ger em ê jî civakê biguherin, em bi rêka zanistê biguherînin. Ev zanist wê çawa pêş bikeve bê guman wê ji akademî û fakulteyan pêş bikeve. Ji ber vê me pêwîstî dît ku em di hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de akademiyên jineolojiyê ava bikin. Akademî cihê guhertina civakê ne. Akademî guhertina zihniyeta salan a di civakan de pêk tîne. Di akademiyan de em guhertina zihniyet, etîk estetîk, hişmendiya demokratîk, rastiya jinê û a mêr niqaş dikin. Ji ber Rojava ji bo tevgera jinên kurd û tevgera azadiyê akademiyên xwezayî ne bi salan e Rêbertî li ser vê axê fikir pêş xist. Jineolojî jî li ser mîrasê Rêberê Gelê Kurd xwe ava dike. Akademî cihê fikirîn, cihê naskirina dîrokê ne. Ji ber vê Jineolojiyê ji xwe re akademî esas girt."
 
'Di Akademiyên Jineolojiyê de pêwîstiyên civakê tên pêşwazîkirin'
 
Nûjînê da zanîn ku rol û mîsyona jineolojiyê girîng e û da zanîn jineolojî felsefe ye, ev felsefe di hemû qadên jiyanê de derbas dibe û got: "Jinek li ku derê dibe bila bibe fikrê jineolojiyê ji bo wê esas e. Jineolojî di heman demê de ji bo mêr jî derbas dibe. Jineolojî zanista civakê ye, her ferdên ku di sîstema netewa demokratîk de dijî ji xwe re vê fikrê esas digire. Ji bo em bikaribin di pergala xwe de ferdên azad pêş bixin divê em ji xwe re fikrê jineolojiyê bike bingeh. Jineolojî fikrê pergala netewa demokratîk e. Me li ser vê bingehê di despêkê de li Efrînê Akademiya Jineolojiyê ava kir. Piştî wê li Dêrîk, Hesekê, Qamişlo û herêmên ereban hatin avakirin. Heta niha berdewam in. Li van akademiyan gelek lêkolîn tên kirin. Mînak li ser koçberî, malbat, jinê, mêr, zarok, derûniya şer, ji bo pergala hevserokatiyê lêkolîn hatin kirin û  li ser Sosyolojiya jinên ereb gelek mijar hatin destgirtin. Di Akademiya Jineolojiyê de  pêwîstiyên civakê tên pêşwazîkirin. Li ser van pêwîstiyan herî dawî pirtûkek li ser sosyolojiya jinên li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê derket. Di heman demê de gelek broşur derketin. Di Zanîngeha Rojava de beşên Jineolojiyê hene."
 
'Jineolojî zanista jinan e'
 
Nûjînê da zanîn jineolojî zanista jinan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Navendên jineolojiyê ji bo tevahiya jinên cîhanê dibe bersiv. Bi her awayî jinan fêrî zanist û hebûnê dike. Jin di akademiyan de li ser hebûna parastinê niqaş dikin. Endamên Akademiya Jineolojiyê hemû saziyên Rêvaberiya Xweser perwerde dikin. Yek ji armanca wê ew e ku bi rêka jineolojiyê felsefaya Rêber Apo bi tevahî jinan bidin naskirin. Her wiha yek ji armanca jineolojiyê ew e ku zanista jineolojiyê di destpêkê de li Rojhilata Navîn û li tevahî jinên cîhanê belav bikin. Ji ber ku jineolojî zanista tevahî jinan e."