Li dijî binçavkirinan bertek: Dema winda dikin êrişê li me dikin

  • 09:05 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu bertek nîşanê binçavkirinên li hember HDK, HDP û Goç-Îzder da û got: “AKP û MHP hêrsa windakirinê, ji jinan, bindestan digire. Her ku di operasyona li hember Başûr de winda dikin, êrişê li me dikin. Ev hewldanên dawî ne.”
 
AKP û MHP konsepta şer û zextan giran dikin û li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî zextên xwe didomîne. Di 3'yê hezîranê de serê sibehê Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Beyoglu ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hat meşandin, hat serdegirtin. Her wiha li gelek navendên din jî serdegirtin pêk hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Siyasetmedarên jin yên li Enqereyê bertek nîşanê êrîşan dan.
 
‘Her ku hêzê winda dike êriş dikin’
 
Hevseroka HDP’a Enqerê Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku her roj bi zext û serdegirtinên nû şiyar dibin û got: “Li vî welatî HDP’yî bûyîn jî sûc tê hesibandin. Bi taybet zext li hember jinan pêk tên. Li Êlihê jin hatin binçavkirin û girtin. Gelek tiştên bên gotin hene. AKP û hevkarê xwe MHP her roj hêzê winda dike û bedela vê jî ji jin û bindestan derdixin. Li Başûr operasyoneke berdewam dike heye. Her ku hêzê winda dike êrişê me dike. Hemû cîhan dizane jinên li dijî DAIŞ’ê berxwe didin hene. Lê AKP-MHP vê qebûl nake û bi taybet li ser jin û Gelê Kurd zilmê dimeşîne.”
 
‘Bedela daxwaza aştiyê giran e' 
 
Pakîzeyê diyar kir ku ew li vî welatî aştiyê dixwazin, şer naxwazin û wiha dirêjî dayê: “Bi taybet jin aştiyê dixwazin. Bedela vê jî zehmete. Em wek HDP û wek HDK bedela vê didin. Li dijî têkçûna xwe berê xwe didin me. Lê çi bikin jî em ê qezenc bikin. Em aştiyek bi rumet dixwazin. Em naxwazin leşker û gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Pereyê me didin tanq û topan. Bedela encama wê jî ji me digirin. Ev hewldanên wan yên dawî ne.”
 
‘Hebûna fikriyatê desthilatdariyê ditirsîne’
 
Endama Meclîsa Giştî ya HDK’ê Fatma Koçyîgît jî bertek nîşanê êrişan da û wiha bi lêv kir: “HDP fikriyata kongreyeke ku hemû baweriyên cuda dihewîne ye. Di pêvajoya ku hikûmet nikare xwe bi rêve bibe berê xwe dide HDP, HDK û pêkhateyên wê. HDK fikriyateke ku hemû kes xwe têde îfade dike ye. Ev jî desthilatdariyê ditirsîne. Ji ber vê li hember HDK, HDP û pêkhateyan operasyonan dikin. Beyî agahî bidin hevberdevkên me dikevin HDK’ê, lêgerînê dikin û raporê digirin. Destdanîn ser kompîturan, belgeyên dijîtal desteser kirin. Ev dijhiqûqiye. Li ser dosyayê biryara veşartinê heye. Hevalên me dijhiqûqî hatin binçavkirin. Lê em dibêjin civak bi van pêkanînan bêdeng namîne. Em bi awayekî dibin bersiva wan.”
 
‘Divê têkoşîna demokrasiyê bê dayîn’
 
Seroka Partiya Şoreşger a Enqereyê Ezgî Eylem Dagdevîran jî destnîşan kir ku sedema êrişan krîza nerêvebirinê ya desthilatdariyê ye û wiha dawî lê anî: “AKP-MHP ketiye pozîasyonek êrişkar. Ji salên 90’î heta niha êriş didomin. Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye û êrişên li girtîgehan zêde bûne. Pergala nikare xwe îdame bike lîstêkên xwe yên dawî dilîze. HDP û HDK bi gelek pêkhateyên xwe re hêza têkoşînê mezin dike. Ji ber vê her tim me hedef nîşan didin. Di van rojan de ji bilî yekitiyê alternatîfa me tune. Li dijî polîtîkayên şer divê têkoşîna demokrasiyê bê dayîn.”