Li dijî serokomarê AKP’î bertek: Em di pergaleke rizyayî de dijîn

  • 09:04 5 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê serokomar Tayyîp Erdogan û heqeret li jinan kiribû da û gotin: "Em di pergaleke rizyayî de dijîn. Berî her tiştî divê partiya serokomar tunebe. Ji ber rewş her diçe xera dibe fikarên me jî zêde dibin. Divê em bêdeng nemînin û serî netewînin."
 
Bûyerên Gezî di 27’ê gulana 2013’yan de destpê kir û li gelek deverên welat belav bû. Bi armanca piştgirî dane berxwedanê nav de Mucella Yapici, Çîgdem Toker û Osman Kavala jî heye, li 16 kesî ceza hat birîn. Bi hezaran kesên li dijî ceza daketin kolanan dîsa bûn hedefa AKP’ê. Serokomarê AKP’î di rojên borî de jinên tevlî protestoyan bûne nîşan da û heqereta ‘surtik’ li jinan kir. Partiyên siyasî der barê Erdogan de serlêdana sûc kirin. Bertekên jinan jî didomin.
 
Jinan der barê mijarê de pirsên ajansa me bersivandin.
 
Asîstana Doktor Melek Tutar: Min ev gotin nebihist lê ez jê dipêm. Berê jî gotibû ‘dayika xwe bigire here’. Ez dipêm. Em serokomarekî ku li hember jinan rêzdare ligel jina ye dixwazin.
 
Sekretera Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Endezyar û Mîmaran (MMO) ya Îzmîrê Evrîm Aksoy: Hema bêjin em surtikin, lê em tecawizkar, kujerên jinan naparêzin. Di Geziyê de mîlyonan kesî gotin ‘tevli cil û berg, hejmara zarokan, em saet di çi de tên malê nebin.’ Lê fêm nekirin. Bi gotina surtik dixwazin zîhniyeta xwe ya heyî bidomînin. Bi zimanê xwe yê qirêj her tim vedigere, ji xwe her tim jî wisa bû. Her tişt li holê ye. Jin bêdeng neman, em hene û gotina me heye ku em bêjin. Hêza me heye.
 
Karkera Plansaziya Bajar Hale Ozer: Em her roj şerm dikin. Em di pergaleke rizyayî de dijîn. Berî her tiştî divê partiya serokomar tunebe. Em ji xwe uslubek baş ji wî napên. Lê ji ber rewş her diçe xera dibe fikarên me jî zêde dibin. Dema serokkomar wisa bêje mêr jî dibêjin em ê jî bêjin. Jin tên astengkirin. Davê jin plana dawî. Divê em bêdeng nemînin û serî netewînin.
 
Rojnamegera serbest Emîne Kantarci: Em wek mirov xîtabkirinê heq dikin. Em gotinên wisa êrişkar yên li dijî nasnama zayendî qebûl nakin. Her roj jin tên qetilkirin. Ger ev ekîba ku welat bi rêve dibe van gotinan bikar bîne wê mêr jî bidomînin. Min ji serokomar gotinek wisa qet nedipa. Qeyd tunebûna min bawer nedikir. 
 
Dîlek Karabeyoglu ya di sektora taybet de dixebite: Ev qet li serokomar nehat. Dema rexne dike divê zimanekî erênî bikar bîne. Ev uslub qet ne li gorî wî ye. Uslubek xweş wê pirsgirêkan çareser bike.
 
Karkera malê Nîhal Yilmaz: Ger îro ew li serê vê dewletê be ew bi denga min hatiye. Me azadî neda wî. Lê wê biguhere. Ez serokomarekî îdealîst dixwazim. Ez serkomarê ku olê binpê dike naxwazim. Divê serokomar mafê jinan biparêze rêzdar be. Çina derdikeve derve çima surtik be?Yên di 15’ê Tîrmehê de derketin derve çine gelo?