Salîha Aydenîz: Tecrîd û şerê Başûr ji bo bişaftina kurdan tên meşandin

  • 09:03 4 Hezîran 2022
  • Rojane
Medya Uren-Şîrîn Çinar
 
AMED - Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a êrişên li ser Kurdistanê tên meşandin nirxand wiha got: "Ji bo kapîtalîzm hebûna xwe biparêze li dijî têkoşîna gelê kurd hertim di nav bêtehemuliyekê de ne. Rojhilata Navîn vediguherînin cihê şer û qeyranê. Rola avakirina van şeran jî dane Tirkiyeyê. Tirkiye bi hemû hêz û binpêkirinên mafan êriş dike. Li hemberî vê jî dewletên hegemonîk ên ku ev şer li karê wan tê jî bê deng in. Em ê bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan zincîra şeran bişkînin û Rojhilata Navîn ji van qeyranan xelas bikin."
 
Dewleta tirk a di salên dawî de hemû hêza xwe ji bo tunekirina kurd û Kurdistanê seferber kiriye, bi piştgiriya PDK’ê dikeve axa Başûrê Kurdistanê û lez dan gavên xwe yên dagirkeriyê. Piştî hevdîtina malbata Berzanî ya bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re di 17’ê Nîsana 2022’yan de êrişa berfireh da destpêkirin. Di nav şerê dagirkeriyê de binpêkirinên mafên mirovan ên weke qetilkirin, koçberî, bikaranîna çekên kîmyewî û her wekî din ji aliyê hêza Tirkiyê ve pêkhat. Bêdengiya dewletan jî balê dikşîne.
 
Têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya li hemberî binpêkirinên mafan ên pêk tên Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
 
‘Dîrok xwe dubare dike’
 
Salîha Aydenîz di serî de peymana Lozanê ya ku tê de vîna kurdan tune hatiye hesibandin bi bîr xist û got: "Li hemberî ziman, çand û hebûna gelê kurd polîtîkayên bişaftinê û kolonyalist tên meşandin. Armanc û sedema van êrişan bingeha xwe ji çi digire divê hinek em li ser wê rawestin. Em li dîrokê, peymana Lozanê temaşe bikin. Bi destê dewletên hegemonîk ên wê demê kurd tune hatinn hesibandin û axa me kirin çar parçe. Ango dixwestin kurd di aliyê civakî û siyasî de jî bên bişaftin û tune bibin. Ev polîtîka hîna berdewam dikin. Ji aliyê Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê ve jî polîtîkayên hevbeş ên bi vê armancê hatin meşandin. Niha dîrok xwe dubare dike. Careke din vîna kurdan tune dihesibînin. Bi rêbazên qirkirinên fîzîkî, qirkirinên çandî û civakî di nava van hewildanan de ne. Kurdistan kirin çar parçe vê têr nekir. Wê rêbaza parçe bike belav bike bidin meşandin."
 
‘Rola Tirkiyeyê afirandina şer e’
 
Salîhaya qala armancên dewletên hegemonîk kir rola Tirkiyeyê wiha nirxand: “Êrişên qirkirinê her ku li ser Kurdistanê tên meşandin di aliyê rêbaz de herçiqas hatibin guhertin jî armanca xwe neguhertin. Bi salan e em dibêjin şerê 3’yemîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn e. Sîstema kapîtalîst niha di nava kaosekê de xwe bi rê ve dibe. Ji bo xwe li ser lingan bigire jî li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê qeyranek mezin dide afirandin. Ji bo vê şer û qeyranê jî rola mezin dide Tirkiyeyê. Divê em bernameya Tirkiyeyê jî pişt çav negirin. Wê serhildanên heyî tasfiye bikin û destkeftiyên kurdan jî dagir dikin. Ango dixwazin sînorên xwe yên Mîsaqî Mîlî careke din xêz bikin.”
 
‘Sal cuda ne lê polîtîka heman e’
 
Salîha bal kişand ser naveroka van şeran û wiha got: “Di heman demê de li ser her çar parçeyan zilm û zordestiyek mezin pêk hat. Ji bo mînak jî em pêvajoya salên 90’î yên Bakurê Kurdistanê û êrişên niha yên li ser Başûrê Kurdistanê tên meşandin bînin ber hev. Di salên 90’î de li Bakur bi hezaran gund hatin valakirin, bi sedan welatî hatin qetilkirin, hatin girtin û tundî li wan hatin kirin. Li Başûr jî heman rêbaz tê bikaranîn. Niha jî li Başûr gelek gund hatin valakirin an jî gelek gundî ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve gef li wan dihatin xwarin. Gelek welatî rastî tundiyê hatin û hatin qetilkirin. Di rojên dawî de jî çend zarok li Amediyê û Silêmaniyê hatin qetilkirin. Ev polîtîka li her deverê Kurdistanê tê meşandin.”
 
‘Divê em tecrîdê bişkînin’
 
Salîha bi lêv kir bi piştgiriya PDK’ê ev êriş tên meşandin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi van rêbazên êrişan re di eslê xwe de demografiya Kurdistanê biguherînin. Bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hêza xwe bi cih kir. Ev hewildanên dagirkeriyê ne û pêwîst e tu hêza kurd rê ji vê re veneke. Dewletên hegemonîk di serî de rêxistina kurdan ji xwe re weke gefekê dibînin. Bi taybetî jî felsefeya birêz Abdullah Ocalan a ku li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin jî, ji bo vê mînak e. Li Başûr û Rojava êrişî destkeftiyên me dikin. Li Bakur qirkirinên siyasî yên weke doza girtina HDP’ê û doza Kobanê dane destpêkirin. Pêwîst e ev zincîra şerên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn werin şikandin. Ev jî wê bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan pêkan be. Heta em tecrîdê nedin sekinandin jî wê ne pêkan be.”
 
‘Em ê bi gelê xwe re bin’
 
Salîha herî dawî wiha got: “Şerê ku niha Tirkiye dide meşandin li gorî zagonên şerên cîhanê jî qedexe ne. Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Ewqa sûcên mirovahiyê tên kirin jî bêdengî heye. Lewra hemû dewlet di nav bêdengiyê de ye. Li aliyekî jî Tirkiye ji bo şerê Ukrayna û Rûsyayê xwe weke nûnerên aştiyê nîşan kir û li dijî şer şîrove kir. Lê hîna di nava xwe de ev aştî pêk neanîne. Ev jî dirûtiya wan nîşan dide. Gelê kurd êdî di merheleyek bilind de ye. Têkoşîna xwe bi cîhanê daye naskirin. Ne ji bo berjewendiyên xwe ji bo berjewendiyên hemû gelan tev digere. Em ê jî weke DBP'ê ji bo têkoşînê bibin gav û bi gelê xwe re di nav berxwedanê de bin.”