'Jin bi rêxistin û zanebûna xwe dikare li dijî tundiyê xwe biparêze'

  • 09:01 4 Hezîran 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn 
 
QAMIŞLO - Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan têkildarî tundiya li ser jinê û ji bo ev tundî bê astengkirin çi kar û xebat tên kirin, di pratîkê de gavên çawa tên avêtin axivî. Zeynebê wiha got:"Bi projeyên li ser tundî û zanista jinê em jinê û civakê perwerde û bi rêxistin dikin. Jin bi rêxistin û zanebûna xwe dikare li dijî tundiyê xwe biparêze."
 
Zihniyeta bi salan a baviksalarî her tim xwestiye di şexsê jinê de jiyanê tune bike. Vê zihniyetê her tim serî li tundiya li dijî jinê daye û xwestiye di şexsê jinê de civakê têxe binê kontrola xwe. Lê belê têkoşîna jinan a li dijî vê yekê jî her tim dewam kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa Rojava ev têkoşîn li gelek qadan belav bû û jinan bi kar û xebatên xwe peyama berxwedanê ya li dijî zihniyeta mêr da. Têkildarî têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê, ji bo ev tundî bê astengkirin çi kar û xebat tên kirin, di pratîkê de gavên çawa tên avêtin Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan nirxandin kir. 
 
'Tundî ne tenê fîzîkî ye li her qadê jiyanê heye'
 
Zeynebê da zanîn ku tundî ne tenê fîzîkî ye di her qadê jiyanê de heye û wiha lê zêde kir:"Em weke rêxistinên jinan li her derê li dijî tundiyê têkoşînê didin meşandin. Em weke desteya jinê bi jinên saziyên Rêveberiya Xweser re bi her awayî karê hevpar didin meşandin. Ji bo jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin hevbeş em projeyan amade dikin. Bi taybet jinên ku di malan û komînan de kar dikin em perwerde dikin. Bi taybet li ser tundî, parastin û ji bo jin bikaribin xwe bi rêxistin bikin perwerde tên dayin. Ji bo jin hêza xwe nas bikin perwerde girîng e. Li ser vê esasê malên me yên parastinê hene, em di wan malan de pirsgirêkên jinan digirin dest. Me ji sala 2019'an ve Komîteya Dengê Jinê ava kir. Di vê komîteyê de li gor pêwîstiyan civîn tên çêkirin. Divê pirsgirêka tundiyê çawa bê çareserkirin em li ser vêya disekinin. Her wiha li ser bîlançoya tundiyê û gelek mijarên din. Tundî ne tenê fizîkî ye di hemû qadên jiyanê de heye. Di hemû warên jiyanê de jin hene û bi hemû awayî jin bi êrîş û tundiyê rû bi rû dimînin."
 
'Em ji bo projeyên mezin kar dikin'
 
Zeynebê bal kişand ser aboriya jinan a rojane û wiha berdewam kir: "Li gor lêkolînên me kiriye yek ji sedemên ku jin li hember tundiyê dimînin aborî ye. Ji ber ku yên malê rojane bi rê ve dibin jî jin in û yên bê kar jî dimînin jin in. Jin ji bo jiyana xwe ya rojane bide domandin rojane li hember gelek bûyeran mecbûr tên hiştin ku bê deng bimînin. Ji ber kevneşopiyên civakî derfetên kar jî ji jinan re kêm dibin. Wekî deste ji bo em pêwistiyên jinan pêk bînin me kar kir. Hemû Ofîsên Rêveberiya Xweser bi projeyan jin pêş xistin. Dîsa weke deste ji bo jin bikaribin jiyana xwe rojane bidin meşandin me projeyên ji bo jin xwe tê de pêş bixin amade kir. Me bi projeyên biçûk dest pê kir, niha em ji bo projeyên hîn mezintir kar dikin."
 
'Jin bi rêxistin û zanebûna xwe dikare li dijî tundiyê xwe biparêze'
 
Zeynebê destnîşan kir ku êrîşên li ser jinê li ser civakê ye û wiha domand: "Berî Şoreşa Rojava di nava civakê de zanebûna jinê ne pir zêde bû. Tenê bi hejmarek kêm rojane kar dikirin. Lê weke rêveberî di nava jiyanê de cihê xwe nedigirtin. Piştî Şoreşa Rojava gelek jin derketin qadan û di hemû şaxên jiyanê de cihê xwe girtin. Ez dikarim bêjim bi Şoreşa Rojava re jinan hem di milê leşkerî hem, di milê siyasî de gelek gavên mezin avêtin. Berî şoreşê ger jinêkê çek rakira civak şaş dima lê niha jin di parastina xaka xwe de bûye pêşeng. Lê heta niha tundî heye û bi her awayî ev tundî li ser jinê tê dewamkirin. Heta hişmendiya bi salane hatiye avakirin neyê guhertin tundî jî xilas nabe. Ji ber van sedeman me di malên parastinê de got ka em ê çawa van jinan vegerîne civakê? Loma jî me ji bo gelek jinan proje amade kirin. 
Di vê mijarê de em bi mêran re jî hinek pirojeyan pêş dixînin. Di warê civakî û çandî de hinek cudabûna Cizîrê û Herêmên Ereban hene.  Ji ber vê yekê gelek karê me li Cizîrê kirine niha em li herêmên Ereban didin destpêkirin. Ji destpêka şoreşê li herêmên weke Cizîr, Kobanê û Efrînê derfetên rêxistinkirinê hatin avakirin lê herêmên mîna Reqa, Tebqa û Minbicê nînbûn. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Li hemû kantonan malên parastinê hene. Her kanton di xweseriya xwe de karê xwe dide meşandin, lê karê me yên hevbeş jî hene. Bi projeyên li ser tundî û zanista jinê em jinê û civakê perwerde û bi rêxistin dikin. Jin bi rêxistin û zanebûna xwe dikare li dijî tundiyê xwe biparêze."
 
'Komîteya Dengê Jinê ji bo çareseriya pirsgirêkan hat avakirin'
 
Zeynebê bal kişand ser Komîteya Dengê Jinê ya ji bo pirsgirêkên jinê bên çareserkirin hatiye avakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di destpêkê de pêwîst e jin xwe nas bike. Derfetên kar jê re bên amadekirin. Jin bi tundiyê re her tim rû bi rû dimîne. Ji ber ku yên tundiyê dikin mêr in me bi komîteya hevbeş ji bo mêran dewreya perwerdeyê vekirin. Di hinek dewreyan de tenê mêr hebûn. Jinên ku di Komîteya Dengê Jinê de cih digirin yekser bi pirsgirêka jinê re eleqeder dibin. Kongreya Star, Mala Jinê, Saziya Sara, Meclîsa Adaleta Jinê û jinên ku di Rêveberiya Xweser de kar dikin li dijî tundiyê kar û xebatan didin meşandin. Armanca Komîteya Dengê Jinê ew e ku wekî komîte dikare çawa li hember tundiyê bisekine. Dikare çawa pirsgirêkan çareser bike. Divê bi taybet qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan di dema xwe de bê lêkolînkirin. Ji ber pirsgirêken civakê jî pir bûne di vê dema dawî de me weke komîte biryar girt em hîn zedetir lêkolîn bikin û xebatên xwe berfireh bikin. Ev komîte bi Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî kar dike. Komîteya Dengê Jinê ji bo pirsgirêkên jinê yekser bikaribe çareser bike hate avakirin. Ji bo xwe hîn zûtir bigihêjîne jinan."