‘Nirxên welat ji weqfan re tên veqetandin’

  • 09:14 3 Hezîran 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Adalet Kul a TÎP’î têkildarî transferkirina pereyê ku AKP’ê ji ser TURGEV û Weqfa Ensar şandiye derveyê welat axivî û got divê partiyên muxalefetê tenê bi daxuyaniyan sînor nemînin û bi ser nelêrêtiyê de biçin û gotin: “Welatên ku AKP’yî dixwazin birevên, welatên laîk in. Ji bo terz û rehetiya jiyana xwe, dixwazin civak di taritiyê de bijî.”
 
Di rojên borî de serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi belgeyan diyar kir ku serokomarê AKP’yî Tayyip Erdogan û malbata xwe bi hevkariya Weqfa Ensar û TURGEV’ê, ji bo weqfeke paravan a derveyî welat pere şandiye. Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku ev plana revê ya AKP’ê ye.  AKP ku gelek caran bi nelêrêtiyê hat rojevê, di serî de Weqfa Ensar a bi tecawizkirina 40 zarokî hat rojevê û gelek weqf û komeleyên din bi tacîz, tecawiz û nelêrêtiyê tên rojevê.
 
Zaroka partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Çîglî, Adalet Kul, da zanîn ku Weqfa Ensar ku AKP’iyên weke musteşarê MÎT’ê Efkan Alan, Numan Kurtulmuş, Ahmet Davutoglu, Bekîr Bozdag, Beşîr Atalay, Abdullah Gul, Mehmet Alî Şahîn, Huseyîn Çelîk lê gîhane, bi îstîsmarkirina zarokan tê zanîn û ev weqf ji ser serdestiya jin û zarokan hewl didin civakê bi teşe bikin.
 
‘Rota girîng e’
 
Adaletê da zanîn, peywir ev bû ku bi ser mijarê de biçin û got: “Divê ev avabûnên wisa bêyî ku êdî vegerin bên paqijkirin. Di civakê de biçûkdîtina hejmara pere jî tiştekî bi xof e. Bila bê zanîn ku ev pereyên wisa dibin sedema xizaniya me. Bi destê weqfan nirxên gel çawa ji bo dereke din tê xerckirin, rola endamên hikûmetê ya di vir de divê bê zanîn. Ji bo gelê ku nikare tu tiştekî ji xwe re bigire re dibêjin ‘ma mirov dikarin bi vî pereyî birevin.’ Ev rotaya pere ye. Welat tê valakirin. Jiyanên din çawa tên avakirin nîşan dide. Ji ber vê jî pirsên weke ‘gelo wê wek 15’ê Tîrmehê alozî derkeve’, ‘wê bi riya weqfan birevin’ jî ne balkêş in.”
 
‘Weqf her diçin zêde dibin’
 
Adaletê diyar kir ku cemaat û weqf di 1950’î de bi pergala pirpartîbûnê re bi destê partiya demokrat hatiye avakirin û paşeroja gelek kesên wek Abdullah Gul û Efkan Ala yên di kademeyên rêveberiya dewletê de cih girtine di wargehên Weqfa Ensar de gihiştine têkiliya wan pêvajoyên dîrokî hene û wiha daxuyand: “Weqfa Ensar, TUGVA û TURGEV bi peyaman ku MEB’ê îmze kiriye perwerde û faliyetên civakî hedef kiriye û li dijî vê peymanê doza ku Egîtîm Senê vekiriye qezenc kiriye. Dadgeha Bilind got ‘perwerde xizmetek cemawerî ye bi destê cemaweriyê divê bê dayîn’. Lê rêya sererastkirina van bernameyan a di perwerdeya van weqfan de hat serbestkirin. Ev komele bi ranta destê siyasetê mezin dibin. Li aliyê din jî xwe di alî siyasetê de digirin garantiyê. Li dibistanên dewletê li van weqfan behsa mîlyon dolar û wargehên ji 5 hezar kesî pêk tên, tê têkirin. Îro bi destê cemawerî perwerdehiyek zanistî wekhev û adîlane nayê dayîn; sedema vê jî nirxên welat ji bo weqfan tên xerckirin.”
 
‘Welat ber bi taritiyê ve diçe’
 
Adaletê da zanîn ku Weqfa Enser bi tecawizê hatiye rojevê û li van weqfan kursên Kuranê tên vekirin, kamp tên organîzekirin û wiha daxuyand: “Bi milyon dolarên ji van weqfan re tên şandin dikare çiqas wargeh bên vekirin? Xwendekarên zanîngehê qezenc dikin teslîmî wargehên cemaetê tên kirin. Welat gav bi gav ber bi taritiyê ve diçe. Sedema vê jî ev e ku çavkaniyên cemawerî weqfan mezin dike. Dixwazin bi serdestiya li ser jin û zarokan civakê teşe bikin.”
 
Adaletê diyar  kir ku ji bo TURGEV a di bin kontrola  Bîlal Erdogan de ye Suudî Arabîstanê 99 milyon dolar ragîhandiye û ev pere jî civakê xizan dike.  Adaletê di dawiya axaftin axwe de da zanîn ku divê her kes li dijî vê terza jiyanê serî hilde û qebûl nekin.