Ji dayikan bertek: Bibin yek û rê nedin îxanet û êrîşên Dewleta Tirk

  • 09:04 3 Hezîran 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Malbatên ku zarokên wan di demên cuda; di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bertek nîşanî operasyonên li ser Herêma Federe a Kurdistanê dan û gotin: “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîşî zarokên me dike. Bila Barzanî rê nede Tirkiyeyê û dest ji îxanetê berde.  Bila kurd li hember îxanet û êrîşan bibin yêk. ”
 
Êrîşên Artêşa Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe a Kurdistanê ku di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê dest pê kirin berdewam dikin. Êrîşên ku roj bi roj zêde dibin li gund û gundikên li ser xeta sînor jî bandora xwe dikin. Li herêma Colemêrgê li gelek gund, gundik û zozan ji ber êrîşên li ser sînor operasyon hatin destpêkirin û li xelkên herêmê koçberî tê ferzkirin. 
 
Dayikên ku zarokên wan di şer û pevçûnên cuda cuda  ku 40 sal in berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK'ê ya pê re dan.
 
Ji dayikan Emîne Atak têkildarî mijarê destnîşan kir ku malbata Barzanî tim di nav îxanetê de buye û ji ber wê ew wekî bira wî nabînin. Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi dehan zarokê me di encama îxaneta PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan. Wan tim ji bo xwe îxanet hilbijart. Pêdiviya Gelê Kurd ji malbata barzanî tune ye. PDK dixwaze û niyet dike hemû deskeftiyên Gelê Kurd bifiroşe Tirkiyeyê. Bi hezaran zarokên me di encama îxaneta Barzanî de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî gelê me bizanibe ku bawerî bi vê malbatê nayê.”
 
‘Bila bes xwîna zarokên me bê rijandin’
 
Nîharî Daniş jî da zanîn ku ji ber hevkariya  PDK'ê  Tirkiye bi rehetî êrîş dike û ev tişt got: “Dewleta Tirk bi erêkirina PDK'ê  îro pir rexet êrîş dike û çekên kimyewî bi kar tîne. Heke Barzanî alikariyê nade zarokên kurd bile nede Tirkiyeyê jî. Barzanî bi hevkariya ku dike dibe sebebê kuştina zarokên me.  Bila destê xwe xwîna kurdan bikêşin.”
 
‘Rê nedin Tirkiyeyê’
 
Esmer Aşkan jî da zanîn ku tevahiya cihanê haye û diyar kir ku Mele Mistefa Barzanî ji bo Gelê Kurd û axa kurdan têkoşîn da lê îro malbata wî di nav îxanetê de ye.  Esmerê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev tişta ku Barzanî dike nayê qebul kirin. Berê ehleqekî şer hebû, niha ev ehlaq jî tune ye. Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîş dike. Em dixwazin ku Barzanî rê nede Tirkiyeyê û dest ji îxanetê berde. Li hemberî operasyonan bila hemû kurd bibin yêk û dengê xwe bilind bikin. Em aştiyê dixwazin û naxwazin ku xweîn birije.”