'Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin'

  • 11:00 2 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma, destnîşan kir ku divê Tirkiye ji hêla sûcên şer de li dadgehên navneteweyî were darizandin û wiha got: "Bikaranîna çekên kimyewî sûcê şer e û hem li dijî mirovan hem jî li dijî xwezayê gelek texrîbatên mezin pêk tîne. Pêwîst e dewletên navneteweyî rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û Tirkiye ji hêla binpêkirina mafên mirovan û yê şer hesab bide."
 
Piştî pêşketina alavên şer ên teknîkî, dewletan ji bo ku serweriya xwe bi bandor bikin dest bi çekên kimyewî kirin. Di gelek şerên piştî şerê cîhanê yên yekemîn û duyemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Li dijî kurdan jî komkujiya herî mezin a ku bi çekên kimyewî hatibû kirin, di serdema Sedam de wek komkujiya Helebçeyê û Enfalê tê pênasekirin.  Piştî Sedam jî dewleta tirk li dijî kurdan gelek caran di êrîşên xwe de çekên kimyewî bi kar anîbû.
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn, El Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Başûrê Kurdistanê ligel hemû binpêkirinên xwe yên maf û şer berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyekî bikaranîna çeken kimyewî qedexe dike ji aliyekî din ve jî ji bikaranîna çekên kîmyewî ya di êrîşên dewleta tirk de bêdengiya xwe diparêze. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma axivî.
 
‘Li ser civat û xwezayê gelek texrîbatên mezin çêdikin’
 
Evîn diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ne tenê li dijî mirovan e, di warê qirkirina xwezayê de jî zirarek pir mezin e û wiha axivî: “Li gor makezagonên hiqûqa navneteweyî bikaranîna çekên kimyewî di şer de qedexe ye. Kuştina mirovana a bi çekên kimyewî wekî sûcekî şer tê pênasekirin. Her wiha bikaranîna çekên kimyewî di warê rûxandina xwezayê de jî sûc e. Bi wan çekan li ser xwezayê û civatê gelek texrîbatên mezin çêdibin. Lê mixabin em dibînin ku dewleta tirk ew çekên qedexe û yê giran bi kar tîne. Berê dîsa li Efrîn, Serêkanî û bajarên Rojava bi kar anîbû. Niha jî wan çekan bi heman şêwazê li başûr bi kar tîne. Heya niha tu dewletê li dijî van çekan dengê xwe nekiriye. Lê sazîyên mafên mirovan li dijî vê sûcê divê raporên aliyê hiqûqî û qanûnî derxînin û bigihînin cihên pê têkildar.  Ji ber ku ne tenê mirovan hedef digirin, xwezayê û jiyana derdorê jî tune dikin.”
 
‘Lêkolînkirina bikaranîna çekên kimyewî tê astengkirin’
 
Evîn destnîşan kir ku lêkolînkirina çekên kimyewî ya ji hêla dewleta tirk ve tê bikaranîn tê astengkirin. Evîn anî ziman ku çiqas ser vî sûcî bigirin jî dê di dawiyê de heqîqet derkeve holê û got: “Di rojên derbasbûyî de şandeyekê xwest li ser bikaranîna çekên kimyewî lêkolînekê bike û bişîne Ewropayê lê belê xebata wê şandeyê hate astengkirin. Dema ku sûc nekirina û ne şirîkê vî sûcî bûna wê destûr bidana ku ew şande lêkolîna xwe bike. Lê belê ji bo ku ji berjewendiyên wan re berovajî tê, ji bikaranîna çekên kimyewî re bêdeng dimînin û tevî bêdengmayînê jî lêkolînkirinê asteng dikin. Lê belê heqîqet jî nayê veşartin. Parastina bi vî şiklî çiqas dirêj bikin jî wê dê di demên pêş de kengî bibe jî ew bûyerên bikaranîna çekên kimyewî û ew laşên ku bi wan çekan hatiye şewitandin derkeve holê. Her wiha ew şirîkatî jî dê derkeve.”
 
‘PDK bikaranîna çekên kimyewî rewa dike’
 
Evîn, anî ziman ku heke PDK’ê û hikûmeta Iraqê destûr nedana wê dewleta tirk nedikarîbû ewqas bi rehetî wan çekan bi kar bîne û wiha pê de çû: “Niha erka PDK’ê bûye ew ku bikaranîna çekên kimyewî veşêre û rewa bike. Li dewsa ku erdê xwe biparêzin dibin şirîkên vî sûcî. Li hember vî sûcî ne ji aliyê hikûmeta Federe ne jî ji aliyê hikûmeta Bexdayê tu bertek û nerazîbûn nîne. Demekê me dît ku li ser çapemeniyê hat ragihandin ku rûdankên gerîllayan ên ku ji bo xwe ji çekên kimyewî biparêzin hatiye desteserkirin. Heke li ser erdê Başûr çekên kimyewî nayê bikaranîn çawa ew rûdank tên desteserkirin? Ev delîlek e û li wir bi zaneyî ew çekan tê bikaranîn.”
 
‘Berjewendiyê dewletan dibe sedema veşartina binpêkirinan’
 
Evîn, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî ya aliyê Rojava û Surîyeyê ve. Evîn, got: “Li Rojava gava çekên kimyewî hatibû bikaranîn, rapor hatibûn amadekirin. Sîvîl û leşker bi çekên fosforê hatibûn şewitandin. Li ser vê gelek rapor hatin amadekirin û ji cihên têkildar re ew raporan hatin şandin. Lê mixabin di encamê de ew rapor nehatin bikaranîn, bi hinceta rêjeya bikaranîna fosforê kêm bûye encamek erênî derneket. Lê ji bo ku ew bikaranîna çekên kimyewî veşêrin ew nispiyê kêm kirin. Tirkiye ji bo van hemû cureyên êrîşên hovane cesaretê ji berjewendiyên hêzên navneteweyî digire. Berjewendiyên hevbeş di nava dewletan de hene. di  Lewra hemû binpêkirinên mafên mirovan û yê şer tên veşartin.”
 
‘Êrîşên li dijî kurdan tê normalîzekirin’
 
Evîn, destnîşan kir ku bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ji bo êrîşên dewleta tirk rê vedikin û axaftina xwe wiha domand : “Dewleta tirk êrişî Bakur, Rojava Başûr dike. Cîhan li dijî vê yekê bêdeng e. Lê di şerê Ukraynayê de gelek bertek û nerazîbûn derketin pêş û li dijî binpêkirina mafên mirovan ji hêla gelek netewên Ewropayê nehat qebûlkirin. Lê heman hestiyarî mixabin di êrîşên dewleta tirk ên  li dijî kurdan de, nehat dîtin. Êrîşên ku li Surîyeyê ji hêla dewleta tirk hate kirin wek tiştekî normal e hate hesibandin. Tenê di hin raporan de gumanbarî û fikara xwe ya ji bo êrîşên dewleta tirk anîbûn ziman. Ango berjewendiyên hêzên hegemonîk li ku hebin li wê derê zagonên navneteweyî û helwesta li dijî binpêkirina mafên mirovan nayê esasgirtin.”
 
‘Divê Tirkiye ji bo sûcên şer were darizandin’
 
Evîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê sazî û rêxisitnên mafên mirovan li ser bikaranîna çekên kimyewî bisekine û li dijî vê yekê gavên şênber biavêjin. Evîn, got: “Banga me ev e ku divê bikaranîna çekên kimyewî ya li Başûr û Rojava pêk hatiye werin lêkolînkirin. Mirovên ku bi van çekên kimyewî jiyana xwe ji dest dane hene her wiha cihên ku bi çekên kimyewî hatiye texrîbkirin jî hene. Divê ew tespîtên ku hatine kirin werin lêkolînkirin. Lazim e ku li dijî van sûc û binpêkirinan dewletên navneteweyî rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û bikaranîna çekên kimyewî were sekinandin. Her wiha pêwist e ku Tirkiye di hêla wan sûcên şer de were darizandin. Gerek Tirkiye li dadgehên navneteweyî ji bo wan binpêkirin û sûcan hesab bide. Em bang li hemû çalakvanên mafên mirovan dikin bila li dijî van sûcên şer bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Zirarê çekên kimyewî gelek mezin e û bandora wê jî bi salan berdewam dike. Mînakên wê li Helebçeyê li ber çavan e.”