Berteka li hemberî binçavkirina 15 jinan: Em kurd in, em li vir in

  • 15:30 1 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina 15 jinan a li Êlihê li Wan, Êlih û Rihayê bi daxuyaniyan hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Em jin in, em kurd in û em li vir in." 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de, duh serê sibê polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin binçav kirin. Derbarê binçavkirina jinan de li Wan, Êlih û Rihayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. 
 
Wan
 
Li Wanê TJA, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyaniyek da û pankarta "Têkoşîna jinan nayê darizandin" vekirin. Di daxuyaniya hat dayîn de êrişên li hemberî jinan hat şermezar kirin û banga têkoşîna hevpar hat kirin û gotin: "Em jin in, em kurd in û em li vir in."
 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê hat dayîn û pankarta "Têkoşîna Jinan nayê darizandin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
Riha 
 
Aktîvîstên TJA'yê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê kom bûn û binçavkirina 15 jinan bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku jinên têkoşer her tim hedef tên girtin û dirûşma "Zext nikarin me têk bibin" hat berzkirin.