'Gumanbar li derve digerin zarokên me di bin axê de ne'

  • 09:01 1 Hezîran 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Medenî Yildirim li Licê di çalakiyên li dijî talana xwezayê de hatibû qetilkirin. Dayika wî Fahriye Yildirim wiha got: “Kujer li derve jiyana xwe didomînin. Lê zarokên me di bin axê de ne.”
 
Bûyerên Gezî di 2013’an de li Stenbolê li dijî qirkirin û talana ekolojîk hat destpêkirin û piştî vê li Licê ya Amedê jî li dijî çêkirina qerekol û kalekolan çalakî hatibûn destpêkirin. Di her du çalakiyan de jî gelek kes hatin binçavkirin, girtin û qetilkirin. Li gundê Hêzan ê Licê ya Amedê di 28’ê Hezîrana 2013’an de di protestoya qerekolan de  Medenî Yildirim yê 19 salî ji aliye leşker Adem Çîftçî ve hat qetilkirin.
 
 Doza li gumanbar Adem Çîftçî hat vekirin de gumanbar hat parastin û di encamê de ji hat beratkirin. Di darizandina nû ya gumanbar Adem Çîftçî dejî runtişa biryarê di 2021’ê de hat dîtin û gumanbar dîsa ji aliyê dadgehê ve hat beratkirin.
Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim pêvajoya darazê nirxand û got yên berxwe didin ya tên qetilkirin yan jî bi salan ceza digirin û gumanbar jî tên xelatkirin.
 
‘Yek ji kesên hatin qetilkirin kurê min bû’
 
Fahriyeyê da zanîn ku bi hezaran kes li Gezî û Licê li diji qirkirina ekolojîk berxwe dana li dijî talanê têkoşîn dane û wiha vegot: “Tiştên hatin jiyîn di heman demê de pêvajoya çareseriyê de pêk hatin. Wê demê dengê çekan sekinîbû, mirin tunebû. Hewaya aştiyê hebû. Piştre li her du deran jî li dijî talana xwzayê û li Licê li dijî qerekol û kalekolan berxwedan pêk hat. Xweza dihat talankirin. Çalakger  ku tu sûcên wan tunebûn hatin qetilirin. Yek ji van jî kurê min Medenî bû. lê her kes dizane ku dewlet tiştan dikin hincet û ciwan û zarokan qetil dikin. Mînak Berkîn Elvan hîna zarok bû hat qetilkirin.”
 
‘Bi hincetan ciwan qetilkirin’
 
Fahriyeyê di berdewamiyê de diyar kir ku Medenî ciwanekî xwedî hişmendî bûye û wiha vegot: “Rojekê got ‘Dayê Kurd her tim aştî û çareseriyê dixwazin. Wê aştî pêk bê û ciwan nemirin. Lê Kurd kengê serî hildin tên kuştin.’ Mirovan nedixwestin kes bimrin û nedixwestin qerekol çêbibin. Ji ber vê jî ciwan hatin qetilkirin.Li bajarên Rojava jî Gezî kirin hincet û ciwan qetilkirin.”
 
‘Dosya wî her carê hat girtin’
 
Fahriyeyê wiha dirêjî dayê: “Piştî qetilkirina Medenî me têkoşînek mezin da û pêvajoya dozê dest pê kir. Dosya kurê min du caran hat girtin. Wekê qurfên xwe bi me bikin îfade girtin û doz girtin. Digotin dozek girêdayê rêxistinê ye û digirtin. Li ser hemû hewldan û îtîrazan me cara sêyem da vekirin. Medenî kes nekuşt. Tu sûcî wî tunebû. Em bêjin sûc jî kir, tu kes mirinê heq nake.Kurê min gelek jîr bû. Ji derdora xwe re gelek bi fêde bû. Hem kurê min bû hem hevalê min bû. Bi her awayî rêhevalê min bû. Di dersên xwe de pir serkefktî bû. Armanca wî ev bû ku bibe xwedî pîşeyek baş. Digot ez bibim xwedî pîşe bila fêdeya min ji gelê Kurd re hebe. Bi cesaret bû. Bila xwedê heqê wî nehêle.”
 
‘Doz birin îstînafê’
 
Fahriyeyê wiha dawî lê anî: “Gumanbarên kesên di Gezî de hatin qetilkirin nehatin cezakirin. Gumanbar li derve jiyana xwe didomînin û zarokên me ketin bin axê. Di runiştina dawî de doz dîsa hat girtin. Min li salona dadgehê serî hilda. Wan jî got vir ne axûre. Min got ez jî ne qûrbanim. Me qetil dikin dibêjin deng nekin. Polîsan êrîşê me kir. Doz çû îstînafê.  Piştre jî emê bi parêzerên xwe re bibin hemû merciyan.”