TUAY-DER'ê li ser tecrîd û binpêkirina mafan daxuyanî da

  • 14:16 30 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - TUAY-DER'ê li ber avahiya xwe ya Şaxa Amedê li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û bi taybet tecrîda li girtîgehan daxuyanî da çapemeniyê.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) têkildarî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li ber avahiya  TUAY-DER'ê ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Rêxistinên Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan, Komeleya Alîkarî û Yekîtiya Çandê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristanêyê ya Mezpoptamyayê winda kirine (MEBYA-DER), Endamên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasan a Amedê. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan beşdar bûn.
 
Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz daxuyanî xwend.û bi lêv kir ku ji ber polîtikayên antî demokratik ên di girtîgehan de her ku diçe binpêkirina mafan zede dibin. Gunduz tekildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ji ber sepanên bê hiquqî desthilatdar girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihele, girtiyên ku cezayê xwe qedandine infaza wan tê şewitandin, girtiyan sirgunî dûrî malbatan dikin. Girtî rastî îşkenceyan tên. Her wiha lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin, mafê girtiyan ê nexweşxaneyê û edaletê bi sêpanên bê hiqûqî tên binpêkirin.”
 
'Li girtîgehan mirina nobermal pêk nayê’
 
Mehmet, bal kişand ser girtî Sadik Ûgûr ku di Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha got: “Em vê yekê weke mirineke normal qebûl nakin. Hemû kes dizanê ku di girtîgehan de mirina normal nabe. Di nav salekê de Mehmet Alî Çelebî, Bangîn Muhammed, Abdulrezzak Şûyûr, Halîl Guneş, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Mehmet Hanîfî Bîlgîn, Vedat Erkmen, Ramazan Tûran, Ferhan Yilmaz û herî dawî jî Siddik Ûgûr di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.  Girtîgeh edî bûne cihe mirine.”
 
‘Îşkence zêde bûye’
 
Di berdewama axaftina xwe de mehmet, destnîşan kir ku her sal ji ber binpêkirina mafan bi sedan girtî jîyana xwe ji dest didin û di derbarê binpêkirina mafên girtiyan de wiha axivî: “Girtîyan diavêjin hucreyan. Rayedarên girtîgehan zext û tûndiyan li ser girtiyan ferz dikin. Xwarinên paqîj nadin girtiyan, li gorî dilê xwe cezayan didin girtiyan. Dest deynin ser nameyên wan. Girtiyên nexweş nayên derman kirin. Herwiha qawişên qelebalix, muayeneya bi kelemçe dikin, dermanên girtiyan nadin, dest deynin ser pirtûkên wan, spor, çand û axaftin ji girtiyan re tên qedexekirin. Kalorîfer naxebitin, zarokên ku bi dayika xwe re di girtigehe de ne mafê wan nayê parastin, kesên ku diçin serdanê rastî tûndiyê tên.  Mafê serdanê tê binpêkirin. Ew binpêkirina mafan hemû îşkenceya sîstematîk e. Her sal ji ber gelek girtiyên nexweş nayên derman kirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.”
 
Ev daxwaz hatin kirin
 
Mehmet, diyar kir ku bingeha van hemû pirsgirekan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, divê ev tecrîd bi dawî bibe û daxwaziyên xwe wiha rêz kirin: 
 
“*Kesen ku ji wan mirinên ku bi guman qewimîne re berpirsyar in bila li pêşberî dadgehê hesab bidin.
 
* Bila pêşiya zext, tundî û îşkenceyên li girtîgehê bê girtin.
 
* Bila qedexeyên ku li gorî dile rêvberên girtîgehan tên kirin, bên rakirin.
 
* Bila mafê girtîyên nexweş ên bên derman kirin bê dayîn.
 
* Ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin. Em ê heta dawî li pêy şopa van pirsgirekan bin da ku bi dawî bibin.”
 
 Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtîyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.