Ji jinên Şirnexî bertek: Em dest ji axa xwe bernadin û bêdeng namînin

  • 12:19 30 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li herêmê talankirina xwezayê û operasyonên hatine destpêkirin didomin. Welatiyên Şirnexê, bertek nîşanê rewşê dan û anîn ziman ku li hember van êrîşan divê tu kes bêdeng nebîne û gotin: “Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin û wêrankirin, îro jî dar û daristanên me tên birîn û talankirin. Li hember talankirin û operasyonên li çiyayên me divê tu kes bêdeng nemîne.”
 
Di çarçoveya êrişên leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar dest pê kiriye bê navber didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê ya navçeya Qilebanê tên şandin, li Cûdî, Gabar û Bestayê qirkirina xwezayê pêk tînin. Her wiha di 30'yê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdiyê de hatibû kirin 8 leşker hatibûn kuştin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, bi awayek dijwar bênavber didome. Piştî operasyonên hatin destpêkirin di 11’ê Gulanê de li gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît yên Şirnexê ku li quntara Çiyayê Cûdî ne ketin û derketina wan hat qedexekirin û hîn didome.
 
Jinên Şirnexê, bertek nîşanê talankirina xwezayê û operasyonên li herêmê hatine destpêkirin dan û gotin bila tu kes bêdeng nebîne.
 
‘Gundê ku em jê hatin derxistin tê talankirin’
 
Fatma Kabul ku ji gundê Avyan e û li herêma Bestayê ye, di sala 92’an de ji ber polîtîqayên cerdevanî û valakirina gundan ew bi malbata xwe re neçar maye ji gundê xwe koçber bibe û hatiye li Şirnex bi cih bûne. Fatma, anî ziman ku ew piştî hatine Şirnex jiyan ji bo wan zehmettir bûye û wiha got: “Dema em hatin li vir me ji xwe re sewal xwedî kirin û xanî çêkir. Em dixwazin vegerin gundê xwe û li wir jiyana xwe bidomînin. Ev tişta ku îro li me tê kirin îşkence ye. Me gelek bêriya jiyana xwe ya gund kiriye. Lê em dibînin ku daristanên çiya û gundên me hemû tên birîn. Em naxwazin daristanên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Cerdevan diçin û hemû darên me dibirin. Ji aliyekî cerdevan darên me dibirin, ji aliyekî jî li çiyayên me operasyon hene. Ji ber vê dar birîn û operasyonan nikarin biçin pincarê jî ji xwe re kom bikin. Dema em diçin cerdevan me asteng dikin. Cerdevan jî mirovên vê axê ne. Lê belê ji bo çend qirûşan xwe difroşin û darên me hemû dibirin. Em bang cerdevanan dikin; dev ji birîna darên me berdin. Em dijminatiyê naxwazin. Em naxwazin xwîn birije. Bila ev operasyon û birîna daran bi dawî be. Em xweşî û wekheviyê dixwazin. Bila ev şer êdî bisekine. Gundê me wêran kirin, îro jî xwezaya me talan dikin û çiyayên me gulebaran dikin.”
 
‘Li aliyek dar tên birîn, li aliyekê jî operayon hene’
 
Derya Kabul jî ku ji gundê Avyan e û diyar kir ku nexwestiye ji gund û axa xwe dûr bikeve û hêvî dike ku rojekê vegere  ser axa xwe.  Derya, wiha axivî: “Me gelek bêriya gundê xwe kiriye. Em jî dixwazin rojekî vegerin gundê xwe. Berê gundê me hatin xirapkirin îro jî xwezaya me tê tunekirin. Cerdevan hemû darên me yên gundan û çiyayan birîn. Xweza ji bo me nehîştin. Darên gundê me jî par hatin birîn, îsal hîn destpê nekirine. Niha li Bestayê hemû cihê dar tên birîn. Em naxwazin ax û welatê me talan bikin. Ji aliyekî dinê jî li çiyayên me operasyon hene. Ji ber ev operayonan em nikarin biçin çiyayên xwe pincarê kom bikin. Bila destên xwe ji xweza û darên me vekişînin. Ji ber van operasyonan her roj çiyayên me gulebaran dikin. Cûdî li hemberê me ye û dema em lê dibînin dilê me dişewite. Li hembe vê talan û operayonê bila tu kes bêdeng nebîne.”
 
‘Divê em bibin yek’
 
Besna Aslan jî destnîşan kir ku bi salan e ax û welatê kurdan tê talankirin û dagirkirin û êdî jiyanek azad û aram dixwazin. Besna, ev tişt got: “Ev bi salan e şer tê meşandin û xwezaya me tê talankirin. Em operayon û şer naxwazin. Em kuştinê naxwazin. Naxwazin ji herdu aliyan kes jiyana xwe ji dest bide. Em her roj dia dikin ku ji bo ev şer bisekine û xweşiyek bikeve vê welatê. Li hember hemû êrîşan divê em bibin yek.”
 
‘Polîtîqayên salên 90’î  îro bi awayek cuda tên  meşandin’
 
Aysel Aydemîr jî bertek nîşanê talankirina xwezayê û operasyona da û xwest ku dawî li van pêkanînan bê. Aysel, wiha domand: “Cerdevan ji bo çend qirûşan diçin darên me dibirin. Ji bo çend qirûşan bila welatê xwe nefroşin. Hem gund û çiyayên me qedexe kirin hem jî îro hemû darên me dibirin. Li her derê welatê me dagir kirine. Bi birîna daran dixwazin welatê me tune bikin û em carekedin venegerin ser axa xwe. Di salên 90’î de çawa gundên me xirap kirin berê me dan bajêran, niha jî ji bo em venegerin gundên xwe vê tiştê dikin. Roj roja xwedî derketina çiya û daristanên me ne. Ger ku em îro xwedî lê dernekevin sibê dê gelek dereng bibe. Cerdevanên ku ji bo çend qirûşan daran dibirin ne tiştek ehlaqî û civakî ye. Em vê tu carî qebûl nakin. Divê civak jî li hember vê talankirinê bêdeng nebîne û rabe li ser piyan. Em çav û gûhên xwe negirin. Polîtîqayên salên 90’î  îro bi awayek cuda li ser çiyayên me didin meşandin. Ji bo ku em venegerin ser axa xwe îro ew dar tên birîn.”
 
‘Şer ne çareseriye’
 
Aysel, bal kişand ser êrîşên li hemberî Başûr, hevkariya Tirkiye û Barzanî û wiha pêlda axaftina xwe: “Em Barzanî jî şermezar dikin. Li şûna ku kurd hemû bibin yek, ew diçe neyartiya gelê Kurd dike. Divê wekhevî û yekitî di nav me de hebûya. Lê mixabin bi dijminê kurdan re bûye yek li dijî me şer dimeşîne. Ji aliyekî ve jî li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê operayon tên meşandin. Li hember van êrîşan divê em bibin yek. Divê wekhevî û yekitî hebe. Bila ev operasyon bi dawî bibin. Ev bi salan e şer tê meşandin. Şer ne çareserî ye. Divê îro yekitiya kurdan hebe. Li welatê li aliyek operasyon tên kirin, li aliyekî jî dar tên birîn. Îro li her devera Kurdistanê şer heye. Bi van êrîşan dixwazin me kurdan tune bikin. Naxwazin hemûna me kurdan hebe. Ji bo ku ev şer çareser bibe divê kurd bibin yek. Ger ku em îro dengê xwe bilind nekin dê sibê gelek dereng be.”
 
‘Em tu carî dev ji ax û welatê xwe bernadin’
 
Gulla Çevîk jî da zanîn ku ew naxwazin dar û daristanên wan bên birîn û şewitandin û wiha axivî: “Dewleta tirk dest daniye ser darên me. Li aliyek darên me tên birîn, li aliyek dinê jî çiyayên me tên gulebaran kirin. Li ber çavên me dar tên birîn, çiya tên gulebarankirin. Dilê me dişewite. Bi tonan darên me hatin birîn û hemû kes bêdenge. Tu kes li dijî vê dengê xwe bilind nake. Li hember vê talan û operasyonan divê em dengê xwe bilind bikin. Divê gel di hilbijartinan de dengê xwe ji bo kesê rast bikar bîne û pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin. Ew çi ji dar û daristan me dixwazin? Ji ber vê birîna daran û dagirkeriyê em nikarin biçin li çiyayan ji xwe re pincarê kom bikin û bînin. Hemû li me hatiye qedexekirin. Gûra berê xwe daye nav daristan û bajarê me. Rûsya êrîşê Ukranyayê kir, hemû dewletên cihanê rabûn  ser piyan. Di nav van dewletan de Erdogan jî hebû. Kesê ku li dijî şerê wê derê ye çima bajarê kurdan xirap dibe. Erdogan bi şer Cizîr, Şirnex, Silopî, Nisêbîn û Sûrê xirap kir. Îro jî bi talankirin û operayonan xirap dike. Lê em tu carî dev ji ax û welatê xwe bernadin.”