EŞÎK wê qanûna nû ya AKP’ê bişopîne: Xapandin e

  • 09:06 28 Gulan 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Parêzer Yelda Koçak da zanîn ku qanûna şîdetê ya nû ku bi destê AKP-MHP’ê ji meclîsê hatiye derbaskirin, bi armanca bertekan bidin sekinandin hatiye kirin û rê û rêbazan didin ber gumanbaran. Yeldayê got wek EŞÎK wê şopdarê qanûnê bin.
 
Pêşnûme Qanûna der barê Hinek Qanûnan de Guherîn bê kirin û Qanûna Cezayê Tirk (TCK) ji aliyê AKP’ê ve çûbû Lijneya Giştî ya Meclîsê di rojên borî de bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin û ket meriyetê. Di hevdîtinên pêşnûmeqanûnê de pêşniyarên mûxalefetê jinedîtîve hatin dîtin. Di çarçoveya qanûnê de bi guherîna şertên pêkanîna ‘daxistina takdîrê’ re birîndarkirin û îşkenceya li hember jinê de çûn zêdekirina cezayê jêr. Dîsa di şopandina bi israr de jî girêdayê gilîkirin wê wek sûc bê destgirtin. Guherînên hatine kirin tevî di qanûna hejmara 6284’an de hene jî ev hewldana desthilatdariyê ji aliyê jinan ve wek pêşîgirtina li bertekan hat nirxandin.
 
Endama Plaforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) parêzer Yelda Koçak qanûn ji ajansa me re nirxand û got di qanûna ku AKP’ê propaganda wê kiriye de ne tenê şîdeta li ser jinê tenê ji ber jin mexdûr in wek sedema giran cih girtiye. Yeldayê wiha daxuyand: “Dema qanûn hat çêkirin AKP ya ji venasînên ‘kuştinên jinan polîtîk in’ ‘kuştinên jinan’ reviya, sererastkirinek wisa berovajî kir ku ji bo tu derdî ne derman e û îhtîmala ku ji aliyê dadgeha destûra bingehîn ve jî bê betalkirin heye. Li gorî sûc divê ceza bê girankirin. Ne li gor nasnameya mexdûr. Di vir de sererastkirinek şaş heye. Dema ev qanûn derket me got, dema li komîsyonê dihat nîqaşkirin parlamenterên muxalefetê ev anî ziman. Lê AKP’ê di ya xwe de berdewam kir. Bi lez û bez derbas kirin.”
 
Dewlet ji berpirsyariyê direve
 
Yeldayê destnîşan kir ku ger dewlet venasîna qetilkirina jinan qebûl bike wê berpirsyariyên pozîtîf derkevin holê û lê qebûl nake. Yeldayê axaftina xwe wiha bi lêv kir: “Dewlet ji berpirsyariyan direve. Kuştinên jinan ne munferît in. Encama polîtîkayên dewletê ne. Ji ber tedbîr nayên girtin û ceza nayên dayin kuştinên jinan didomin.  AKP bi wekheviya jin û mêr bawer nake. Ji ber vê jî polîtîkayan pêk tîne.”
 
‘Rê didin ber gumanbaran’
 
Yeldayê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Cih dane şopandina bi israr a di Peymana Stenbolê de jî cih digirt. Lê wek a peymanê nehatiye destgirtin. Di qanûnê de kirine cihekî şaş û nebaş. Qet sererast nekiribana tenê xala ‘eziyet’ ya 96’an a Kanûna Cezaya Tirk pêk bihata wê hîn bêtir bi bandor bûya. Dema qanûna înfazê li ber çavan bê girtin ev ne rewşeke bi bandor e. Ji bo bertekan bidin rawestandin hinek sererastkirinan dikin. Di qanûnê de bi aşkera tê gotin ku ger gumanbar bêje ez poşman im wê ceza bê daxistin. Ev jî bêguman rê dide ber gumanbaran. AKP-MHP ji kujerên jinan re dibêjin ‘derkeve dadgehê bêje ez poşman im. Bila dadger  jî vê li biryara xwe binivîse û cezayê te bikeve’. Ev sererastkirina gelo ez çawa alîkarî bidim gumanbar e.”
 
‘Cezayên di bin 6 salan de nayên razandin’
 
Yeldayê destnîşan kir ku dadgeh ne li ser jinên hatine qetilkirin, îfadeyên gumanbaran esas digirin û biryaran didin û ev nirxandin kir: “Li ser îfadeyên gumanbar ceza tên daxistin û gumanbar tên berdan. Di bûyerên şîdeta li hember jinan de cezayên di bin 6 salî de nayên razan. AKP'ê di qanûna înfazê de guherînên wisa kir ku, ji bo sûcên di çarçoveya terorê de înfaz zehmet kirin. Qanûnên tên derxistin heta ku pêk neyên tu wateya wan tune ye. Her wiha qanûn li pişt deriyên girtî pêk tên. Em ê wek EŞÎK'ê şopdarê qanûnê bin.”
 
Yeldayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin rûniştinên Peymana Stenbolê yên di 7-14 û 23’ê Hezîranê de li Dadgeha Bilind tên dîtin.