Antropolog Derya: Polîtîkayên Israîl û Tirkiyeyê yên li hember miriyan wek hev in

  • 09:01 28 Gulan 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED -  Endama Înîsiyatîfa Edelet û Rêzdariya li Hember Miriyan Antropolog Derya Aydin diyar kir ku êrişên li hember cenaza Aysel Dogan ya li Dêrsîmê û li hember cenaza rojnameger Şîrîn Ebu Akîl ya li Isralê wekhevin û got: “Israîl bi kîjan armancê êrişê cenazeyên Fîlîstiniyan dike, heman tiştî jî Tirkiye li hember cenazeyên kurdan dikin.”
 
Li Tirkiyeyê û bajarê Kurdistanê li hember cenaze û goristanan êrişên cur bi cur tên kirin û li dijî vê têkoşîna malbat û rêxistinên mafê mirovan didome.  Akademîsyen, rojnameger, nivîskar, hiqûqnas û parêzvanên maf hatin gel hev û Înîsiyatîfa Edelet û Rêzdariya li dijî Miriyan ava kirin. Înîsiyatîf der barê şîdeta li hember miriyan de xebatan dimeşînin.
 
Di rojên borî de rojnameger Şîrîn Ebu Akîl ji aliyê polîsên Israîlê ve hat qetilkirin. Polîsên Israîlê êrişê cenazê kiribûn û demek dirêj nehiştin bê definkirin.  Siyasetmedara kurd Aysel Dogan ya di 11’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû wê li Dêrsîmê bihata definkirin. Lê tiştên li hember cenazeyê Şîrînê hatin kirin li hember cenazeyê Ayselê jî hatin kirin. Cenazeyê Ayselê ji aliyê polîsan ve hat revandin û bi tevlibûna kêm kesî hatibû definkirin.
 
 Endama Înîsiyatîfa Edelet û Rêzdariya li Hember Miriyan Antropolog Derya Aydin der barê mijarê de axivî.
 
‘Şîdet ne nûye’
 
Deryayê balkişand ser avakirina înîsiyatîfê û got: “Salek berê însiyatîf hat avakirin. Li Tirkiyeyê şîdeta li hember cenazeyan ne nûye. Di salên 90’î de zêde bû. Beriya wê jî li hember cenazeyên ermeniyan jî şîdetek cidî hebû. Bi pêvajoya çareseriyê re şîdeta li hember miriyan kêm bû. Lê piştî 2015’an dîsa li Kurdistanê zêde bû. Di salên 90’î de kes nikaribû tevli cenazeyan bibe ji ber şîdetek tûnd hebû. Di salên 2000’î de MEBYA-DER, ÎHD, parêzvanên maf û hiqûqnasan xebatên cuda kirin. Gelek gorên komî li bajarên cuda derketin holê. Şîdeta herî tûnd di salên 2015’an de hat jiyîn. Gor hatin texrîbkirin, bombebarankirin. Di 2016’an de ev êriş derketin asta herî jor. Li Cizîrê ya herî xerab hat jiyîn. Cenazeya dayika Taybet bi rojan li kolanan ma. Cenaza Haci Lokman Bîrlîk bi pey wesayîta zirxî ve hat kişandin. Cenaze bi kargoyan hatin şandin. Êrişê cenazeya dayika Hatun Tugluk kirin. Li Bedlîsê ji goristana Garzan nêzî 300 cenaze hatin derxistin û birin Stenbolê. Di pêvajoyek wisa de parêzvanên maf, akademîsyen, rojnameger, hiqûqnas hatin gel hev û nîqaş kirin.”
 
Herî zêde jin hedef tên girtin
 
Deryayê destnîşan kir ku ji bo van bûyeran derxin holê û hatine gel hev û wiha dirêjî dayê: “Mirovên xwedî li cenazeyên xwe derdikevin rastî êrişan tên. Tevî destnedana parlamenteran heye, nahêlin ew jî tevli merasîma cenazeyê bibin. Der barê tevlîbûna merasîman de li hemberî wan fezleke tên amadekirin. Me di panelan de şîdeta li hember miriyan gelek nîqaş kirin. Di encama lêkolîn û nîqaşên hatine kirin de derket holê ku di şîdeta li hember miriyan de herî zêde jin hedef tên girtin.”
 
‘Mirin bandorek mezin li ser civakê dike’
 
Deryayê daxuyakirin ku dema mirin bandorek mezin li ser civakê dikin û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Mirin mijara gelek qadan e. Ji ber mirin wek baweriyekê tê dîtin. Ji paşerojê heta îro tê zanîn ku mirin bandoreke mezin li ser civakan dike. Mînak dîroknasê Fransî Fustel de Coulanges, dibêje 'çanda mirinê di avabûna bajarên Antîk û Roma de cihekî girîng digire. Ji bo bandorên mirinê yên li ser civakê bên derbas kirin hinek rîtuel hene'. Lê dema mirinên polîtîk dibin mijara gotinê, em dibînin bandorek hîn bêtir mezin li ser civakê çêdibe.”
 
‘Êrîş ne tesadufî ne'
 
Deryayê, destnîşan kir ku êrişên li hember miriyan ne tesadufî ne û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber bi tertîbat û politîkayekê pêk tê. Di akademiyan de jî  mijareke gelek tê nîqaşkirinê ye. Îfada Nekropolîtîka tê bikaranîn. Em li hember xwe desthilatdariya Nekro dibînin. Mîchel Foucault ji bo dewletên modern têgeha ‘Bîo desthilatdarî’ bikar anî. Dihat gotin dewlet hewl didin welatiyan bide jiyîn bike bin kontrolê. Lê desthilatdariya niha polîtîkayên kuştinê dimeşînin û ev li Kurdistanê pir zêde tê dîtin. Goristan cihên ku hiş lê tên veşartinê ne. Di xebatên me kirin de em dikarin nêzîkatiyên aborî, civakî û îktîsadî çareser bikin. Dema kesek dimire tenê beden nayên definkirin. Bi beden re hişek jî tê definkirin. Kesên jiyana xwe ji dest didin li pey xwe tiştekî dihêlin. Ev îmge tên bibîranîn. Ji ber vê navbera mirî û îmgeyê de têkiliyek heye. Gerîlayên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin nasnameya wan ya siyasî heye. Ji ber vê jî dixwazin bandora nasnameya siyasî bê şikandin. Dixwazin bedena mirî bê nirx bikin û texrîb bikin. Bi texrîbkirina goran dixwazin hiş tune bikin.”
 
‘Şîdeta li hember mirî girêdayê şîdeta li hember zindiya ne’
 
Deryayê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şîdet ali ser miriyan girêdayê şîdeta li ser zindiyane û wiha vegot: “Ev ne tiştekî nûye û tenê li Tirkiyeyêk pêk nayên. Desthilatdarî sînorên şîdetê bi şîdeta li hember gel, muxalîf û miriyan pêş dixînin. Ligel vê siyaseta bimre siyaseta dijminahiyê ye. Li Kurdistanê mirinan bandorek cidî li ser polîtîkayê kir. Cihên gora Şêx Saîd, Seyîd Riza û Saîdê Kurdî nayê zanîn û ev bi awayekî cidî di  hişê gel de cih digirin. Van kesan têkoşînên mezin dane û ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin. Der barê şîdeta li hember miriyan de bi sedan mînak hene.”
 
Êrişên li hemberî cenazeyên fîlîstiniyan 
 
Deryayê balkişan ser nêzîkatiya Israîlê ya li hember cenazeyên Fîlîstiniyan jî û wiha berdewam kir: “ Ez li Israîlê li Tel Avîv bûm. Ez çûm bajarên cuda jî.  Derfetê min çêbû ez bi Fîlîstiyan re jî biaxivim. Komeleya têde dixebitîm komeleya Zoxrot bû. Bi Îbrankî Zorxot dihat wateya bibîrxistinê. Ne tenê Fîlîstînî, Yahudî, Xiristiyan û Ereb jî hebûn.  Komeleyê der barê kesên koçber de xebat dimeşand. Li Israîlê polîtîka qirkirina hiş dihat jiyîn. Wek tê zanîn ji her derê cîhanê yahudî çibûn Israîlê. Heta ji Kurdistanê jî Yahudiyên çibûn Israîlê hene. Min bi wan re hevdîtin kir. Yahudiyê koçî Israîlê kirine li cihên Fîlîstînî lê ne bicih nekirin e û wan cihên nû ava kirine. Ji ber têkiliya cih bi hiş re gelek xurt e.”
 
‘Armanc wekhevin’
 
Deryayê balkişand ser êrişa Israîlê ya li hember cenaza rojnameger Şîrîn Ebu Akîle û ev nirxandin kir: “Tecrube û armanc dişibin hev. Hişê Kurdistan û Filîstinê hewl tê dayîn ku bên tunekirin. Mînak li Heskîfê dîrok hat tunekirin. Diçin Xelatê dixwazin li wir nasnameyek nû tayîn bikin. Me dît ku êrişên li hember cenaza Aysel Doganê, dişibin êrişên li Israîlê hatine dîtin. Çapemeniya Tirkiyeyê bi berfirehî cih da êrîşên li hemer cenaza Şîrîn Ebu Akîle. Lê roja din ji cenaza Aysel Dogan re gotin ‘cenaza terorîst’.  Armanca Israîlê ya li hember cenazeyê çi be, ya Tirkiyeyê ya li hember Kurdan jî ev e.”
 
‘Xebatên me wê bidomin’
 
Deryayê di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên înîsiyatîfê yên dema pêş: “Em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê êrişên li hember cenazeyên aliyên cuda jî bînin rojevê. Şîdeta li hember miriyan nikare bê qebûlkirin. Malbatên li dijî şîdeta li ser miriyan serî hildidin sûcdar û gumanbar tên dîtin. Em ê pêşiya wan vekin ku bi rehetî biaxivin. Payîzê em ê konferansek mezin pêk bînin. Em nîqaş û xebatên xwe yên der barê dema pêş de dixin. Em hewl didin sûcên tên kirin bikin bin qeydan. Em dixebitin xebatên belge û arşîvê bikin. Di vê pêvajoya şîdeta li ser miriyan rewa hatiye dîtin de, dikare hiqûq pêk bê. Hemû alî dikarin vê wek bang bigirin dest.”