Jinan li dijî pergala ‘Notirvaniyê ’ bertek nîşan dan

  • 09:25 27 Gulan 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku notirvan kontrola dewleta mêr a li ser jin û zarokan zêdetir dike û diyar kirin ku divê jin li dijî şîdet û tacîzê parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin.
 
Li Kadikoyê ya Stenbolê di 9’ê Gulanê de zarokek ji aliyê notirvanan ve hat tacîzkirin û binçavkirin. Parêzer Duşun Altunbaş der barê bûyerê de ji Medyaport re axivî û got notirvanan bi gotinan zarok  û hevala wê tacîz kiriye, piştre jî bêyî talîmata dozger birine qereqolê. Duşunê da zanîn ku li qereqolê jî polîs ji zarok re dibêje ‘tu îftereyan dikî’ û her du zarokan dikin nezaretxaneyê. Duşunê bi lêv kir ku zarok li nezaretxaneyê rastî binpêkirinên nebaş tên û gotin hem derbarê notirvanan de hem jî der barê polîsan de wê gilî bikin.
 
Notirvanên mijara gotinê ne berê jî bi şîdet û tacîzê hatibûn rojevê. Notirvanan bi hinceta GBT’ê nasnameya jinan kontrol dikirin û jinan li ser çapemeniya civakî tacîz daxuyandibûn.
 
Jinan li dijî van pêkanînên notirvanan bertek nîşan dan.
 
‘Bi GBT’ê jinan tacîz dikin’
 
Endama Meclîsa Jinan a Ciwanan a HDP’ê Nazlican Yildiz da zanîn ku ligel polîsan, notirvan jî dixwazin kontrola li ser jin û zarokan zêde bikin û yek ji sûcên notirvan dikin tecawiz e. Nazlicanê wiha daxuyand: “Her wiha notirvan destekvanên polîtîkayên desthilatdariyê yên ku hewl didin jinan ji qadên cemawerî bikişînin e. Ji 21 hezar notivanî tenê 70 heb jin in. Ev jî jinan zêdetir dike fikaran. Li gorî Peymana Stenbolê divê polîs der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de perwerdeyê bigire. Lê notirvan ji perwerdeya polîsan jî derbas nabin. Der barê tu qada civakî de agahiya wan tune ye. Li gorî xwe GBT’ê dikin. Jinan tacîz dikin. Her çiqas bûyera du zarokan derkeve holê jî gelek bûyerên ku derneketine holê hene.”
 
‘Nobedar ne ewlehî, qada bêewlebûnê ava dikin’
 
Ji Tora Parastina Jinan Emîne Akbaba jî  bi lêv kir ku dema notirvanî nû ket meriyetê jinê tenê dijiyan tenê digeriyan dihatin tacîzkirin û şopandin û wiha dirêjî dayê: “Jin û mêrên ligel hev rûdiniştin rastî zextan hatin. Li Bornovayê qedexeya muzîk û alkolê anî. Rayeyên bê kontrol dan notirvanan. Piştî Peymana Stenbolê ev zêdetir kirin. Notirvanan ne qadên bi ewle yên neewle ava kirin.”
 
‘Divê jin parastina cewherî bi rêxistin bikin’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewlet zextên xwe li ser ewlehiya jinan rewa dike û wiha dawî lê anî: “Nîqaşa der barê penaberan de jî wisa ye. Mijara tacizê ya dan ser penaberan jî li ser jinan hat nîqaşkirin. Li cihê ku dijminahiya li hember jin û zarokan bê rêxistinkirin ewlehiya jinan jî nikare bê girtin. Ne mêr ne notirvan nikarin ewlehiya jinan bigirin. Divê jin parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin.”
 
Hewl didin faşîzmê mayînde bikin
 
Ji piştevaniya Mor Dîdar Gul jî bertek nîşanî pêkanînên notirvanan da û got pergala notirvaniyê jî gaveke mayînekirina faşîzmê ye û wiha dawî lê anî: “Wek saziya deshtilatdariya AKP-MHP’ê notirvan jî şîdetê rewa dibînin. Çawa ku em li dijî şîdeta polîs dewleta mêr têdikoşin divê em li dijî notirvanan jî têkoşina xwe mezin bikin. Divê em hem mafê jiyana zarokan hem jî ya jinan biparêzin û têbikoşin. Divê peymanên mafê mirovan ên zarokan ên heyî jî pêk bên.”