Di Nobeda edaletê de dayik bi lêdanê hatin binçavkirin

  • 15:21 26 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li ber Edliyeya Stenbolê li gel zextên polîsan di hefteya 9'emîn de berdewam kir.Polîsan dayikên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin bi lêdanê binçav kirin û zextên wan di wesayita ku dayik pê hatin binçavkirin de jî berdewam kirin.
 
Nobeda Edaletê ya malbata girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hat betalkirin ku li Stenbolê dane destpêkirin li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Beriya nobedê avahiya edliyê bi wesayitên zirxî û polîsan hat dorpêçkirin. Nobeda vê hefteyê ji aliyê daiyka girtiyê nexweş Yakup Akman ê li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa F ya Tekîrdagê Fincê Akman, xuşka Erdal Ozel ê ku li girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F ya Tekîrdagê di hucreya yek kesî de dimîne Kumrî Akgul ve hat girtin. Dayika Aştiyê Zeynep Calihan,  Rêvberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê (MATUHAY -DER) , dayika Ekîm Can Polat ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê dimîne Songul Îlker, parlamenterê Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Eersoy, Rêxstina HDP'ê ya navçeya Fatîha Stenbolê û gelek kes tevli çalakiyê bûn. 
 
Çalakiya Rûniştinê hat lidarxistin
 
Beriya çalakiyê polîs ji çalakvanên li qehwexaneya ber edliyê rûniştî re got ku Qeymepamtiya Kagithaneyê ji bo mehekê qedexeya çalakiyan aniye û bi vê hincetê gotin ku ewê destûrê nedin çalakiyê.  Yek xizma girtiyan Fînce Akman bertek nîşanî qedexeyê da. Malbatên din jî û  kesên piştgirî dan wan jî li dijî astengiyê çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Kesên ku çalakiya rûniştinê li dar xistin ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin. Li ser vê rewşê Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Stenbolê Parêzer Esra Erîn Bîlen jî got, “Dayik tenê rûniştine. Tişta ku hûn niha dikin zulm û bêhiqûqî ye, "
 
Bi lêdanê hatin binçavkirin
 
Di dema çalakiya rûniştinê de hejmareke zêde ya polîsan dor li xizmên girtiyan girtin û nehiştin rojnameger wêneyan bikşînin. Fînce, piştî ku polêsek ji wan re got ku rûniştina wan a li wê qedexe ye, pirsî: "Çima qedexe ye? Duh li êlihê cenazeyk ji girtîgehê hat derxiswitn. Lê polîsan ji Fincê re gotin "Bêdeng be" û dayik bi îşkeneyê binçav kirin. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: “Tişta ku we kir şerm e, tu ji xwe şerm nakî ji ber ku tu lidayikekê didî."
 
'Em tu hevalên xwe  di girtîgehê de nahêlin'
 
Parlamentera HDP'ê Oya Eersoy jî got, "Binçavkirina dayikên ku li kafeyê rûniştibûn nayê qebûlkirin û tenê daxwazeke van dayikan heye ku 'Nobeda Edaletê' bigirin. Em ê heta dawî li piştmalbatan bin û em nahêlin ku tu hevalên me di girtîgehê de bimînin."
 
Fincê Akman, Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlker ên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin nehat zanîn ku birîne kîderê.