Ebru Gunay: Li ser vê cîhanê kurd li ku bijî hedefa Erdogan wir e

  • 11:48 26 Gulan 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay a ku rojev nirxand wiha got:"Li ser vê cîhanê kurd li ku bijî hedefa Erdogan wir e." Ebruyê wekî rêya çareseriyê Îmrali nîşan da. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li navenda giştî ya partiya xwe di civîna çapemeniyê de geşedanên derbarê rojevê de nirxand. 
 
'Dîsa Erdogan çavê xwe berdaye destkeftiyên kurdan'
 
Ebruyê bal kişand gotina operasyonê ya Erdogan ya li dijî Rojava û wiha got:"Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan çend roj berê got ku ew ê li Sûriyeyê operasyonên leşkerî pêk bînin. Em dizanin armanca van operasyonan dagirkirina Rojava ye. Dîsa çavên xwe berdane destkeftiyên kurdan. Dijminahiya li hemberî kurdan û destkeftiyên kurdan bi her awayî dimeşînin." 
 
'Dixwazin Rojava dagir bikin'
 
Ebruyê da zanîn ku ji bo qeyrana li Tirkiyeyê bê veşartin Erdogan êrişan dixe rojevê û wiha lê zêde kir:"AKP di nav şer û pevçûnên herêmê de difikire ku fersendek ketiye destê wan û loma dixwazin Rojava dagir bikin. Îstîkrara herêmê ji holê rakin. Ji bo wê jî her tim kurdan tehdîd dikin. Li Tirkiyeyê pergala wan têk çûye. Sîstema wan gelên Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve biriye. Rewşa aborî, civakî û siyasî li ber çavan e. Bi her awayî gelên Tirkiyeyê îro ji ber pergala wan di nav zor û zehmetiyan de ye. Ji bo ku rewşa têkçûyî ya Tirkiyeyê veşêrin, çavên xwe berdane dijminahiya kurdan." 
 
'Dijminatiya bi sedsalan ji aliyê AKP-MHP'ê ve tê dewamkirin'
 
Ebruyê da zanîn ku dijminatiya bi sedsalan ji aliyê AKP-MHP'ê ve tê dewamkirin û wiha pê de çû:"Ev operasyonên dagirkeriyê li ser dijminatiya kurdan pêk tê. Dijminatiya ku di 2015'an de gihîştibû asteke din, îro bi van operasyonan dixwazin wê dijminatiyê kûrtir bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê naxwaze kurd li Rojava bibin xwedî statu, naxwaze kurd li welatê xwe azad bijîn. Dijminatiya bi sedsalan îro ji aliyê AKP-MHP'ê ve tê dewamkirin."
 
'Dixwaze bi dijminatiya li dijî kurdan bi ser bikeve' 
 
Ebruyê bal kişand ser hilbijartinê û wiha got:"Tirkiye êdî hêdî hêdî ber bi hilbijartinan ve diçe. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartineke dîrokî ji bo Tirkiyeyê. Encamên wê, wê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve, Erdogan dijminahiya li dijî kurdan ji xwe re kiriye armanceke stratejîk. Loma jî dixwazin di şert û mercên şer de hilbijartin pêk were. Bi vî awayî difikire ku ew ê li ser nijadperestiyê û li ser dijminahiya kurdan di hilbijartinê de bi ser bikeve." 
 
'Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xelaskirin'
 
Ebruyê diyar kir ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xelaskirin û wiha got:"Ji ber vê zihniyetê heta niha hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xelaskirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê pir xerab e lê ew dîsa di vê nêrînê de israr dikin. Ji ber vê zihniyetê îro gelên Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Dixwazin vê yekê careke din bi dagirkirina Rojava bidomînin." 
 
'Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin'
 
Ebruyê bal kişand ser kûrkirina pirsgirêkan û wiha got:"Îro ji Ukraynayê bigire heta Rojhilata Navîn, li her derê gelek pevçûn û şer hene. Di nav vî şerî de ew jî dixwazin Rojava dagir bikin. Me berê jî gotibû lê em niha careke din dubare bikin: Bi van operasyonan şerê li Rojhilata Navîn dê gelek berbelav bibe û aştî û aramiya herêmê dê tune bibe. Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin û bandora wê dê li ser aştî û aramiya Tirkiyeyê jî bibe." 
 
'Em li her aliyê cîhanê aştiyê diparêzin'
 
Ebruyê bal kişand ser gotina Neteweyên Yekbûyî û wiha da dû gotina xwe:"Helwesta me, siyaseta me ya derbarê dagirkeriyê û şer de diyar e. Em li her aliyê cîhanê aştiyê diparêzin. Em li dijî şer in û em ê dagirkeriya Rojava qebûl nekin. Lewma di serî de gelên Tirkiyeyê û hemû gelên cîhanê divê li dijî vî şerê qirêj rabin ser piyan. Binêrin do Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir, pêdiviya Sûriyeyê bi tu operasyonên leşkerî tune ye, pêdiviya Sûriyeyê bi çareseriya siyasî û alîkariyên mirovî heye." 
 
'Pêdiviya me hemûyan bi demokrasiyê heye' 
 
Ebruyê bi lêv kir ku pêdiviya her kesî bi demokrasiyê heye û wiha got:"Em careke din bangî muxalefeta Tirkiyeyê jî dikin. Muxalefeta Tirkiyeyê divê êdî li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê bi awayekî berbiçav bertekê nîşan bide. Ji ber ku pêdiviya me hemûyan bi demokrasiyê heye. Em li vir hikûmetê jî muxalefetê jî şiyar dikin. Operasyonên leşkerî, dagirkirin, ne tenê Rojava, lê wê aştî û aramiya Tirkiyeyê jî bixe nav xeterê. Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê her kes li hemberî vî şerî derkeve."