Dayikên Şemiyê: Têkoşîna me qet naqede

  • 09:01 26 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê bertek nîşanî binçavkirina Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz û zextên li hember têkoşîna wan dan û diyar kirin ku têkoşîna wan tu car neqedyaye û wê neqede.
 
Şaxa ÎHD’a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi daxuyaniya li ber Edliyeya Stenbolê dest bi bernameyên Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyên di bin Çavan de ya Navneteweyî ya 17-31’ê Gulanê kirin. Gelek xizmên windayan, parêzvanên mafê mirovan, siyasetmedar û hiqûqnas tevli daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê dayika Murat Yildiz ê 27 sal berê ji bo îfadeyê çû emniyetê û li wir hat windakirin, Hanîfe Yildiz, ji ber bertek nîşanî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu dabû bi erdê re hat kaşkirin, bi îşkenceyê hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan.
 
Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak der barê zextan de axivîn û bertek nîşanî binpêkirinên mafan dan.
 
Li dijî mirovahiyê sûc
 
Gulseren Yolerî diyar kir ku di bin çavan de windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha vegot: "Ev sûc ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê tê kirin û aliyê wê yê bê parastin tune ye. Hewldana dewletê ev e ku sûc veşêr e û bertekên neteweyî û navneteweyî veşêre, pêşî li bertekan bigire. Ger ev sûc bê veşartin divê pêşî li edeletê bê girtin. Divê ew sûc bêceza bê hiştin. Dewlet li aliyekî sûcê li dijî mirovahiyê dike li aliyê din jî vedişêre. Hem civakê hem jî muxalefetê bi binçavkirinê tehdîd dike."
 
Fikar heye
 
Gulserenê destnîşan kir ku deshilatdarî bi fikara ku rastî derkevin holê dixwaze pêşî li Dayikên Şemiyê bigire û qada Galatasarayê bide jibîrkirin û ev tişt daxuyand: “Yên dixwazin edelet û heqîqetê asteng bike, naxwaze gel xwe bigihîne heqîqetê û di hişan de cih bigire. Dixwazin Dayikên Şemiyê bêdeng bikin. Em baş vê dizanin. Fikarên wan hene û ji ber vê êrîş û astengiyan pêk tînin.”
 
‘Dixwazin biçewisînin’
 
Gulserenê di axaftina de bal kişand ser Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyan û wiha vegot: “Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz bi îşkenceyê hat binçavkirin. Me daxuyanî da. Lê nikaribû êrîşê daxuyaniyê bikin û asteng bikin. Êşa vê jî bi çewisandina civakê  kirin. Ji ber gotinên dayika Hanîfe yên der barê Suleyman Soylu de ew binçav kirin. Ger hiqûq destûrê bide girtekek hebe mirov diçin îfade didin. Usul ev e. Çavkirina bi zorê ne pêkan e. Lê dixwazin bi zextê civakê biçewisînin. Ji dayika Hanîfe dipirsin dibêjin ‘Tu poşman î?’ Ew jî dibêje ‘Min sûc nekiriye, em mafdar in. Hûn her tim hesabê tiştên ji devê me derdikeve dikin. Em hesabê tiştên ji me hatine girtin dikin. Dewlet jî neçar e me fêm bike, berpirs e.’ Bersiva vê gelek zelal e. Tevî zextan wê têkoşîn bidome.”
 
‘Têkoşîn tu car neqedya’
 
Masîde Ocak jî da zanîn ku ji bo xwe bigihînin hezkiriyên xwe têdikoşin û bi biryar in. Masîdeyê bertek nîşanî êrîş û zextan da û wiha vegot: “Hêza siyasî heta kare bila li hember me be. Lê tu hêz nikare li pêş me bisekine. Me ji Tebaxa 1998’an heta Adara 1999’an 30 hefteyê xwe di bin çavan de derbas kiribû. Galatasaray dîsa li me hatibû qedexekirin. Piştî salan şûnde be jî em çûn qadê û me wêneyên windayên xwe daliqandin. Ev têkoşîn tu car neqedya wê neqede jî. Me soz da hezkiriyê xwe, me berdewam kir û em ê berdewam bikin.” 
 
‘Em efû nakin’
 
Masîdeyê balkişand ser dijhiqûqiya li hember dayika Hanîfe û bi lêv kir ku divê her kes li dijî vê dijhiqûqiyê bisekine û têkoşîna xwe bimeşîne. Masîdeyê wiha dawî lê anî: “Em bang li hemû kesî dikin ku li pişt daxwazên me bisekinin. Têkoşîna windayan ne tenê têkoşîna xizmên windayan e. Windayên me ji her pîşeyê bûn ji her komê û ji her fikra siyasî bûn. Ji ber vê em hemû bibin yek. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin. Em efû nakin. Divê her kes bibe dengê têkoşîna me.”