Salvegera 5'emîn a Yenî Yaşamê: Têkoşîna li dû heqîqetê

  • 10:17 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku di pencereya heqîqetê de weşanê dike îro ket 5 saliya xwe. Edîtorên rojnameyê dan zanîn ew berdewamiya kevneşopiya çapemeniya kurd in û gotin tevî ku li welat faşîzmê bi giştî çapemenî xistiye bin hîmaya xwe jî serhildana Yenî Yaşamê dewam dike. 
 
Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku kevneşopiya heqîqeta çapemeniya azad didomîne ket sala xwe ya 5'emîn. Di 25'ê Gulana 2018'an de bi manşeta "Fatûraya Wê ji Gel re" derket. 
 
Bi munasebeta salvegera Rojnameya Yenî Yaşamê ji edîtorên rojnameyê Reyhan Hacioglu û edîtora rûpela jinê Nevin Cerav nirxandin kirin. 
 
'Tiştê çapemeniya azad li ser lingan dihêle têkoşîn e'
 
Reyhan Hacioglu ya bi Rojnameya Yenî Yaşamê dest bi rojnamegeriyê kir bû şahidê pêvajoya girtina rojnameyê ya bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK). Reyhanê di heman demê de ji wan kesan e ku bi îşkenceyê hat binçavkirin. Reyhanê wiha got:"Rastiyeke vê erdnîgariyê heye. Rastiyeke mirov kurd be heye. Di eslê xwe de mirov di nava têkoşînekê de tê cîhanê. Mirovên vê erdnîgariyê hemû vê yekê dijîn. Melesa ez bûma şahidê Komkujiya Dîgorê. Ez difikirim ku ya bû sedem ez berê xwe bidim çapemeniya azad ev e. Dema min dest pê kir yanî di 2015'an de gelek bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin. Komkujî hatin kirin. Ev zilm bû sedem ku gelek mirov xwe bi rêxistin bikin. Îro polîtîkayên şerê taybet li ser çapemeniyê tê meşandin. Îro gelek hevalên me di girtîgehan de ne lê belê zext li gel me venaguhere westandinê. Ez dibêjim tiştê çapemeniya azad li ser lingan dihêle jî ev e. Tiştê çapemeniya azad li ser lingan dihêle têkoşîn e."
 
'Ji bo ez bibim dengê jin û zarokan ez li Yenî Yaşamê me'
 
Nevin Carav a ku di qada nûçegîhantiya jinê de xebat dane meşandin wiha got:"Li dijî êrişên li ser jin û zarokan ji bo ez dengê wan bidim bihîstin ez li vir im. Ji bo ez aliyên bi hêz ên têkoşîna jinê derxînim pêş ez li vir im. Gelek nûçeyên ku em li ser gelek rojname û sîteyan de nabînin em di Yenî Yaşamê de dibînin. Yenî Yaşam perspektîfa azadiya jinê esas digire. Yenî Yaşam berdewamiya kevneşopiya Gurbetelli Ersoz, Nûjiyan Erhan û Musa Anter e. Nûçeyên ku li Tirkiyeyê ji ser tu çapemeniyê hûn nikarin bibîni li ser Rojnameya Yenî Yaşamê heye. Loma divê Rojnameya Yenî Yaşamê bê xwendin."