Me ji welatiyan pirsî: Pirsgirêka mezin a welat çi ye?

  • 09:04 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Welatiyên li Enqereyê balkişandin ser pirsgirêkên li welat û gotin pirsgirêka herî mezin krîza aborî, xizanî, bihabûn û pirsgirêka Kurd e. Neşe Nergîz a teqawît wiha got: “Em dibêjin şehîdên me hene, lê 5 hebên din jî pêwist bin em ê bidin. Çima em şehîdan didin? Şerê çi ye?Xwe bi xwe didin destpêkirin û dimeşînin.”
 
Polîtîkayên zext û tundiyê yên ku tîfaqa AKP û MHP’ê li dijî rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi taybetî jî li dijî Gelê Kurd û raya giştî ya hestiyar a welat dimeşîne û konsepta şer a li Herêma Federal a Kurdistanê ne tenê li ser Kurdan, bandoreke kûr dike. Ev polîtîka bandora xwe li ser herkesên li vî welatî dike. Li Tirkiyeyê polîtîkayên şer feqîriyeke kûr û krîzeke aborî derdixin holê, welatî li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê dengê hevpar bilind dikin.
 
Welatiyên li Enqereyê dijîn bertek nîşanê pirsgirêkên li welat yên wekê krîza aborî û siyasî dan û nerazîbûnên xwe yên li hemberî şer anî ziman. Welatiyên Enqereyê bersiva pirsa ‘Li gorî we pirsgirêka herî mezin a welat çi ye?’ dan.
 
Pirsgireka herî mezin pisgirêka Kurd e
 
Sekreter Gulîstan Tekîn: Pirsgirêka herî mezin a welat pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkek kurd ya nehatiye çareserkirin heye. Divê demildest bê çareserkirin. Divê ev şer bidawî bibe. Divê ciwan êdî nemirin. Bûyer êdî ji pirsgirêka kurd derketiye. Veguheriye têkoşîna gel. Lê kes vê fêm nake.  Çavkaniya pirsgirêkê israra desthilatdariyê ya di şer de ye. Yekane navnîşana çareseriyê jî Abdullah Ocalane. Divê demildest maseya aştiyê bê avakirin. Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Her tim xwîn dirêje divê êdî ev raweste.
 
Pirsgirêka mezin xizanî ye
 
Yeter Malço ya teqawît: Pirsgirêka mezin a welat xizanî ye. Kar tune ye. Welat baş bi rêve nabin. Ji bilî me butçe ji her kesî re tê veqetandin. Divê ewil em li xwe bifikirin. Piştre li cîranên xwe bifikirin. Em birçî ne. Ger hikûmet biguhere wê pirsgirêk çareser bibin.
 
Tu çima şehîdan didî ev şerê çi ye?
 
Neşe Nergîz a teqawît: Li welat her pirsgirêk êdî girîng e. Pirsgirêka aborî ya herî cidî ye. Kirê biha ne. 6-7 hezarin. Ez û dayika xwe teqawît in. Em bi mûçeyê herî kêm ê asgarî debara xwe dikin. Li welat kes ne kêfxweş e. Her kes bêzar e. Ji ber ku êdî em hemû ji bo debarê hesab dikin. Ez nikarim bi hevalên xwe re derkevim derve çayekê vexwim. Jiyan pir biha ye. Çavkaniya pirsgirêkan hikûmeta AKP’ê ye. 20 sal e em tên xapandin û bi firotinê tiştek li welat nehiştin. Xwe bixwe didizin. Em dibêjin  şehîdên me hene, 5 hebên din jî pêwist bike em ê bidin. Çima em şehîdan didin? Şerê çi ye?Xwe bi xwe didin destpêkirin û dimeşînin.
 
Bila biçin hilbijartinê
 
Saadet Nergîz a teqawît: Ez mûçeyê teqawîtbûnê digirim û kîloya firingiya 15 lîre ye. Ji bo fatureyên gaz û ceyranê ez her meh ji mûçeyê xwe yê meha bê deyn dikim. Ew pere şûnde nayê.  Tu luksa me tune ye. Em tenê dibêjin gelo em ê çawa debara xwe bikin. Bila parlamento îstîfa bike, bila parlamento vala bibe û biçin hilbijartinê.
 
Butçeyê ji şer re vediqetînin
 
Îlkay a ku nexwest paşnavê xwe bide: Min heta vî temenî tiştekî wisa nedît, jiyan gelek biha ye. Her roj zem. Pêşeroj tune ye îstîkrar tune ye. 30 sal berê em welatekî ku têrî xwe dikirin bûn. Niha her tişt têk çûye. Her tiştê me îthal e. Erdên me vala ne. Hilberîn tune ye. Em girêdayê derve ne. Ji ber vê biha jî zêde ne. Butçeyê ji şer re vediqetînin. Gel jî di nava xizaniyê de dijî.
 
Jina ku nexwest navê xwe bide jî wiha bi lêv kir: Pirgirêka herî mezin aborî ye. Hêza kirîn û firotinê nemaye. Dawiya me wê çi bibe em nizanin. Em bi mûçeyê teqawîtbûnê debarê dikin. Her tişt bûye pere, em nikarin avê jî vexwin. Me xwe anî vê rewşê.
 
Ez piştgirî nadim şer
 
Xwendekar Fatma Meral: Pirgirêka herî mezin aborî ye. Em xwendekar nikarin tu faliyetekê bikin. Li şûna em pêşeroja xwe bifikirin em dibêjin me vê mehê çi xerc kir. Ji ber aboriyê em nikarin dersan bixebitin. Ez bi butçeyek biçûk debara xwe dikim. Kesên li ser vî welatî heqeretan li gel dikin. Ji bo vî welatî divê hinek bifkirin. Divê şaşiya xwe bibînin. Ez piştgiriyê nadim şerê Sûriyeyê. Ez piştgriyê nadim tu şerî.
 
Ciwan dixwazin welat terk bikin
 
Xwendekar Defne Şahîn: Yek ji pirsgirêka herî mezin aborî ye. Pirsgirêka penaberan jî gelek mezin e. Aborî gelek xerab e. Donera ku berê min bi 20 TL digirt niha 45 TL ye. Hilberîn tune ye. Divê hilberîn bê kirin. Di vê mijarê de gav nayên avêtin. Ez jî tê de gelek ciwan dixwazin welat terk bikin. 
 
Jina ku nexwest navê xwe bide: Pirsgirêka herî mezin a welat aborî ye. Divê rewşa vî welatî êdî bê başkirin.