Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê: Li Îmraliyê şanoya hiqûqê tê lîstin

  • 09:01 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Erîn da zanîn ku qedexekirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ‘şanoya hiqûqê ye’ û bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li hember tecrîdê jî wek dirûtiyê nirxand.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û ji girtiyên din ên sekreterya di pêvajoya çareseriyê de birin Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha agahî nehatiye girtin. Herî dawî Abdullah Ocalan di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzeran re hevdîtin kiribû. Serlêdanên malbatan jî bi hincetên cuda tên astengkirin. Buruya Hiqûqê ya Asrin di rojên borî de serî li DDB’ê dan û diyar kirin ku mafê serlêdanê tê binpêkirin û piştî serî li Komîteya Binî a Pêşîgirtina Ceza yan jî Binpêkirinên Rûmetê Biçûk Dixînin û Dijmirovahî, Zalimane û Îşkenceyê ya NY’ê dan û banga tevgera lezgîn kirin.
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn der barê tecrîda li Îmraliyê û qedexekirina hevdîtinan de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Şanoya hiqûqî’
 
Esrayê da zanîn ku mafê hevdîtina parêzeran a li gorî mevzuatê ya li Îmraliyê pêk nayê divê bê lêkolînkirin û girtiyên cezayê wan teqez bûne hefteyê carekê divê bi parêzeran re hevdîtinê bikin lê li Îmraliyê ev maf nayê nasîn. Esrayê ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan12 salan li îmraliyê hefteyê carekê saetekê bi parêzeran re hevdîtin dikir. Ev saet gelek caran bi astengiyan re hat rû hev. Ev pêkanîn 12 salan hatin kirin û ji 2011’an şûnde birêz Ocalan tenê di 2019’an de 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kir. Ji Tebaxa 2019’an şûnde tevî serlêdanên parêzeran destûr nedan hevdîtinê. 23 sal in dewleteke ku qanûnan sîstematîk binpê dike heye. Li hember me şanoyeke hiqûqî heye.”
 
'23 sal in mudaxaleyî vê dijhiqûqiyê nayê kirin'
 
Esrayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku desthilatdariya ku 23 sal in li Îmraliyê hiqûqê pêk nayne, peyama ewlehiya hiqûqî ya welatiyan tune ye, dide û wiha dirêjî dayê: “Welatî dema li dijî qanûnê tev digerin tên cezakirin lê dema dewlet li dijî qanûnan tev digere mekanîzmayeke wan ceza bike tune ye. Konseya Ewropa û NY'yê jî hene lê ew jî tenê şanoyeke hiqûqî ya li ser pergala cîhanê tên lîstinê ne. 23 sal in ev dijhiqûqî tê meşandin lê tu mudaxale tune ye. Her wiha Îmrali yekem cihê ku dijhiqûqî lê pêk tê ye. Mînak hevdîtina parêzeran bi kamerayan li Îmraliyê hat destpêkirin. Piştî 2015’an şûnde jî di qanûnê de bi cih bû.”
 
‘Her kes di vê dijhiqûqiyê de berpirs e’
 
Esrayê bi lêv kir ku Dadgeha Mafê Mirovan Ewropayê li Îmraliyê binpêkirina maf nedîtiye û ev tişt bi lêv kir: “Dozger û dadgeriya înfazê ya girtîgehê çawa ku vê tecrîda heyî li gorî kilifên hiqûqî dinivîse, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî wisa dike. Ji ber biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ger ku biryarek bi bandor be wê tecrîd bişkê. Lê xuyaye daraz jî di bin zexta otorîteya siyasî de biryarê dide. Ji ber vê jî texmîna me ev e ku  Lê xuyaye daraz jî di bin zexta otorîteya siyasî de biryarê dide der barê Îmraliyê de biryarek wisa nikare bide.”
 
‘Ji bo dijhiqûqî bê veşartin bêdeng in’
 
Esrayê bal kişand ser bêdengiya li dijî tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêdengiya li dijî tecrîdê bê guman girêdayê tirsa ku hatiye afirandinê ye. Di pêvajoya çareseriyê de siyasetmedarên bi destûra dewletê çûbûn Îmraliyê bi cezayên giran hatin darizandin û ji ber vê jî wisa ne hêsan e ku welatiyek li dijî tecrîdê deng derxe. Mekanîzmaya dewletê ya neteweyî ne mekanîzmayeke ku li dijî binpêkirinên dewletê deng derxe ye. Îro ger hûn li dijî binpêkirnên Tirkiyeyê deng derxînin divê hûn li dijî dewletên din ên endamên Konseya Ewropa jî deng derxînin. Deweletên din naxwazin serdestiya wan ji aliyê dewletên din ve bê sînorkirin û ji ber vê deng dernaxin. OHD, ÎHD, TÎVH, TOHAV’ê li dijî cezayê girtîgehê ya muebeta giran ‘mafê hêviyê’ bi bîr xist’ û serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa (AKBK) dan. Di serlêdanê de DMME’ê der barê dosya Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Ciwan Boltan û Emîn Gurban de der barê mafê hêviyê de biyarek mînak da. Em di serlêdanê de fêr bûn ku tevî di ser van cezayan de sal derbas bûne hîna li Tirkiyeyê makanîzmayeke lêkolînê tune ye. Li ser vê komîteya wezîran tespîtê ku Tirkiyeyê der barê mafê hêviyê de makanîzma ava nekirine, kir.  Wek OHD wê di vê mijarê de hewldanên me bidomin.”