'Tiştê tecrîdê ji holê rake azadî û hewldana azadiyê ye'

  • 09:02 24 Gulan 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka OHD’a Amedê parêzer Ozum Vurgun diyar kir ku berxwedanên li dijî tecrîdê divê bi girtîgehan sînor nemîne û got yekane tiştê tecrîdê ji holê rake azadî û hewldana azadiyê ye.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û ji girtiyên din ên sekreterya di pêvajoya çareseriyê de birin Îmraliyê Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha agahî nehatiye girtin. Herî dawî Abdullah Ocalan di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzeran re hevdîtin kiribû. Serlêdanên malbatan jî bi hincetên cuda tên astengkirin.
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Ozum Vurgun der barê mijarê de nirxandin kir.
 
'23 sal in tecrîd didome'
 
Ozumê daxuyakirin ku tecrîd wekî "Qutkirina têkiliya kesekî ya ji civakê û hiştina bi tena serê xwe ye" tê pênasekirin û got tecrîd mirovan ji qadên sosyolojîk, çandî qut dike. Ozumê wiha daxuyand: “Tecrîda Îmraliyê dijmirovahî ye. Ligel vê divê li ser tu zindiyê ev neyê pêkanîn. Lê 23 sal in tecrîd li Îmraliyê giran dibe. Ev tecrîd bandorê li ser hemû aliyên civakê dike. Di pêvajoya dawî de li ser ziman dike û li qada daraz, siyasî û civakî xwe dide meşandin. Bernameyên Cejna Zimanê Kurdî hatin qedexekirin. Walîtiyê qedexe kir. Kesan di bin çavdêriya polîsan de bername pêk anîn.”
 
‘Kurdî hat tecrîdkirin’
 
Ozumê destnîşan kir ku komara Tirkiyeyê hewl dide kurdan parçe bike û mafên wan ji dest bigire û wiha bi lêv kir: “Tecrîda giran a li ser kurdan di rojên borî de bi aşkera hat dîtin. Di bernameya qanûnî de mirov hatin dorpêçkirin û tecrîdkirin Li Kocaelî, Enqere û bajarê din konserên hunermendên kurd hatin qedexekirin. Êrîşa li hember kurdî, tê wateya tecrîdkirina kurdî. Tecrîd ji girtîgehan derketiye û li ser ziman tê meşandin. Di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 1’ê Gulanê mirov hatin tecrîdkirin. Ev feraseta dewleta faşîst e.”
 
‘Berxwedan ne tenê ji bo girtîgehan e’
 
Ozumê bal kişand ser berxwedanên li dijî tecrîdê û got ku tecrîdê girtîgeh derbas kirine û li ser ve jî tecrîdek giran heye û ev nirxandin kir: “Li ser girtiyên siyasî û edlî tecrîdek heye, bi armanca tirsandinê tê kirin. Li girtîgehan li dijî tecrîdê berxwedanek heye. Lê divê bi girtîgehan sînor nemîne.”
 
‘Hemû jin di bin tecrîdê de ne’
 
Ozumê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Tayînkirina qeyûman, darizandina HDP’ê jî rewşeke din a tecrîdê ye. Hemû jin jî di bin tecrîdê de ne. Li Tirkiyeyê li ser hemû jinan tecrîd heye. Em niha dinêrin hemû aktîvîstên jin tên darizandin.”
 
‘Divê azadî bê berfirehkirin’
 
Ozumê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Avabûna faşîst a Tirkiyeyê hebûna xwe bi polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Li dijî êrîşan divê azadî li her qadê bê pêşxistin. Yekane tiştê ku tecrîdê tune bike azadî û hewldana azadiyê ye. Cihên ku herî zêde şîdet û îşkence lê ye girtîgeh in. Berxwedanên mezin divê li dijî vê pêk bên.”