Li dijî şer banga têkoşînê: Em dikarin bi hev re bidin sekinandin

  • 09:01 24 Gulan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Siyasetmedaran li dijî şêrê ku bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê didome banga têkoşîna hevpar kirin û diyar kirin ku rêya derketina ji şer di avakirina paradîgmaya ekolojîk azadîxwaz a jinê ya demokratîk de ye. 
 
Êrîşên bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê yên li hember qadê Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêma Federala Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê de ye didomin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê tên TSK’ê bi awayekî dijwar çekên kîmyewî bi kar tîne. Êrîşên li hember herêmê di rojeva rayagiştî ya cîhanê de cih digire û aktîvîst, rojnameger, lîstikvan û parêzvanên mafên mirovan ên jn bertek nîşanê êrîşan dabûn.
 
Siyasetmedaran bal kişandin ser êrîşan û diyar kirin ku tê armanckirin ku Gelê Kurd bê qirkirin û der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Serdest li êrîşan temaşe dikin’
Hevseroka HDP’a Maltepeyê ya Stenbolê Muge Caner da zanîn ku êrîş şerê îstîlayê ne û got tevî Mexmûr di bin banê NY’ê de ye jî tê bombebarankirin û wiha got: “Bombebarankirina Mexmûrê li gorî karê serdestan e û ji ber vê jî hemû cîhan lê temaşe dike. Wê demê jî hemû peymanên mafê mirovan û navneteweyî tên wêrankirin. Mijara gotinê ye ku Gelê Kurd jiyanek wekhev, adîlane, azad û demokratîk ava bike. Lê êrîşê van destkeftiyan dikin. Rojava û Şengal mînak in. Tevî ku Şengal evqas rastî fermanan hat jî bi jin û mêr parastina xwe ava kirin. Niha dixwazin îradeyê bişkînin. Lê nikarin vê bi şertên demokratîk bikin. Ji bo vê şîdetê pêk tînin. Têkoşîna me ji aliyê gelan ve mafdar tê dîtin û em ê têkoşînê bidomînin.”
 
‘Dixwazin xeta Rojava bifetisînin’
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Sultan Ozcan jî bertek nîşanê êrîşan da û daxuyakirin ku AKP-MHP ku di siyaseta hundir de reşwek kaotîk dijî dixwaze bi şer û pevçûnan siyasetê bimeşîne û xwe wisa xilas bike. Sultanê wiha dirêjî dayê: “Di şerê Rusya-Ukraynayê de Erdogan bû kevoka aştiyê lê dema mijar dibe kurd her tişt diguhere. Rejîma yek mêrî li Başûrê Kurdistanê li Şengal, Avaşîn konsepta şer ji nû ve xist dewrê û dixwaze daxwazên aştiyê û mafên mirovan biçewisîne. Li aliyê din jî dixwaze xeta Rojava ya ekolojîk, azadîxwaz û wekhev bifetisîne. Her wiha dixwaze li Tirkiyeyê jî HDP’ê têk bibe. Ji ber ku hêza xwe ji faşîzm, zext û çavsoriyê digire. Di esasê de AKP demên xwe yên dawî dijî.”
 
Îxaneta PDK’ê
 
Sultanê her wiha bal kişand ser hevkariya PDK’ê û wiha vegot: “Gelo ev helwesta hevkar a çenda ya PDK’ê ye? Li şûna ligel kurdan cih bigire di xeta hevkar a dijber de cih digire. Ji ber vê jî em dibêjin ku divê PDK dest ji vê xetê berde.”
 
‘Penaberan dikin mijar’
 
Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu jî destnîşan kir ku piştgiriya partiyên siyasî yên ji bo êrîşan tê wateya sorkirina şer û dijmirovahiyê û wiha bi lêv kir: “Êrîş li hember destkeftiyên kurdan e. Êrîş niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Rojava bi salane ji bo dewleta tirk êşa zik e. Ji ber ku li Rojava pergaleke ku li tu devara cîhanê nehatiye dîtin hat avakirin. Naxwazin ev pergal bikeve meriyetê û bibe mînak. Ji ber vê jî bi salane rastî êrîşan tê. Ji bo êrîşên li Zap, Avaşîn û Metîna neyên dîtin û mirinên leşkeran bên veşartin mijara penaberan dikin rojevê. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî vê bêdeng nemînin.”
 
‘Ev şerê Erdogan e’
 
Endama Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Yazgul Yildirim jî diyar kir ku êrîş bi herêmekê bi sînor namînin û êrîşek topyekun e û wiha dawî lê anî: “Erdogan hatiye dawiyê. Welat di alî siyasî û aborî de ber bi çiravê ve çûye. Em hemû mahkûmê birçîbûnê kiriye. Dîktator dema fêm dikin winda dikin şer derdixin. Erdogan jî wisa dike. Ev şerê Erdogan e. Ji bo hebûna xwe bidomîne êrîş dike. Kurd li her derê têkoşînek cidî didin. Ji ber vê jî êrîşê kurdan dikin, dixwazin qir bikin. Ev qirkirin tu car nikare bê qebûlkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van êrîşan bidomînin.”