‘Li dijî stratejiya tunekirinê em ê têkoşîna hevpar mezin bikin'

  • 11:38 23 Gulan 2022
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
ENQERE - Berdevka Giştî ya SKM'ê Çîçek Otlu ku derbarê tundiya leşker û polîsan a li herêmê de nirxandin kir, got, "AKP di 2023'yan de îqtîdareke bêyî kurd û jinên kurd  armanc dike. Ji ber wê divê em tevgerên jinan li dijî vê stratejiyê hem li Tirkiye û hem jî li Kurdistanê têkoşînê mezin bikin."
Polîtîkayên bêcezahiştinê, bi taybetî li herêmê tundiya ji aliyê leşker û polîsan ve tê kirin zêde kiriye.  Li navçeya Qubînê çawîşê pispor Musa Orhan  di 18'ê Tebaxa 2020'î de Tecawizî Îpek Er kir û bû sedema ku întîhar bike. Di 15'ê Gulê de jî li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet ê Bajêr û serkêşê cerdevanan Îbrahîm Barkin ku ji polîtîkayên bêcezahiştinê ên daraza mêr ku ji bo Musa Orhan xistin dewrê cesaret girt,  Sakîne Kultur a ku bi îşkenceyê ji aliyê wî ve hatibû qetilkirin cenazeyê wê hat dîtin.
 
Îbrahîm Barkin ê ku Sakîne qetil kir, derket holê ku berê jî li jina ku di 2018'an de jê veqetiyaye tundî kiriye, hewl daye ku wê bikuje û bi destdirêjî û nelirêtiyên ku li herêmê kirine tê zanîn. 
 
Derbarê mijarê de Berdevka Giştî Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu û Seroka Giştî  ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren nirxandin kirin.
 
'Tişta li Sîlopiyê tê jiyîn polîtîkaya dewletê ye'
 
Berdevka Giştî ya SKM'ê Çîçek Otlu diyar kir ku tişta li herêmê tê kirin polîtîkaya şer a dewletê ya bi salan e û vê jî li di ser bedena jinê re dike. Çîçekê diyar kir ku ev polîtîka bi sitratejiya tunehesibandina kuran tên meşandin û berdewam kir, " Me ev yek li Rovaja jî dît. Dema ku Efrîn hat dagirkirin me dît ku jin çawa kole kirin û çawa jinên êzidî dîl hatin girtin û li bazaran  hatin firotin. Di şer de hovîtiya herî mezin li dijî jinan tê kirin. Tişta ku li Silopiyayê qewimî jî ev bû, polîtîkaya dewletê bû. Ne tenê tên û êrîşî ax, nirx û çanda me dikin, di heman demê de bi dagirkirina bedena jinê re jî hewl didin polîtîkaya îmha û teslîmiyetê bi cih bînin.”
 
'Bi qeyûman xwestin xeta azadîxwaz a jinê tune bikin'
 
Çîçekê, qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin jî bi bîr xistin û got ku bi qeyûman xwestin xeta azadîxwaz a jinê tune bikin. Çîçekê wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di serî de bi bêrêxistinhiştina jinên kurd li Kurdistanê xwestin polîtîkaya xwe ya înkar û mêtingeriyê bidomînin. Êrîşên zayendî berdewam dikin. Heman tişt bi Îpek Er re jî qewimî. Li vir jinên me yên kurd yan ber bi întîharê ve tên ajotin, yan tên qetilkirin, yan jî weke li Colemêrgê bi laşê jinan bazirganiyê dikin. Divê ev weke polîtîkaya ne bi çek û tangan tinekirina gel a bi nirxên xwe jî bê dîtin."
 
'AKP îqtîdareke bêyî kurdan armanc dike'
 
Çîçekê diyar kir ku jin destdirêjî û êrîşên zayendî ku li wan tên kirin nabêjin, ev jî polîtîkayeke tunekirinê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir, " Armanca AKP'ê di sala 2023'an de desthilatdariyeke bê kurd û bê jinên kurd e. Ew difikire ku tenê bi vî awayî ew ê bikaribe rejîma îslamî ya siyasî ya ku ew xeyal dike ava bike. Ji ber vê yekê jî di vê serdemê de çawa ku tevgerên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê li Îpek Er xwedî derdiketin, niha jî divê li Silopiyayê ji bo Sakîne  û li Karakoçana Xerpêtê jî ji bo Remziye têkoşînê bidin. Ger ku ev pêk neyê hevalên me yên jin di bin her şert û mercî de ji aliyê zîhniyeta kolonyalîst ve wê her curyê tundiyê li wan bê kirin, întîxar bikin an jî neçar bimînin ku bedena xwe bifiroşin. Divê ji van pêkanînan re destûr neyê dayîn. Weke tevgera jinê ya li Tirkiye û Kurdistanê divê em li dijî vê stratejiya înkar û tunekirinê têkoşîna hevpar bilindin û ji serdestiya mêr hesab bipirsin."
 
'Şerê li Kurdistanê, pênasya polîtîkayên dagirkirinê ne'
 
Çîçekê şerê li Kurdistanê tê meşandin bi bîr xixst, got ku şerê li Kuridistanê tê meşandin pênaseya polîtîkayên dagirkirinê ne û ev tişt got, "“Di dema ku li Tikriyeyê polîtîkayên rejîmê bi zêdebûna tundî û qetlîamên li ser jinan xwe didin der , li Kurdistanê jî ev polîtîka  bi êrîşên zayendî yên li hemberî jinan, destavêtin û firotina laşê jinan tên meşandin. Divê mirov vê wekî dîlgirtinê pênase bike. Divê em bizanibil ku li cihê  berxwedan lê nebe jin azad nabe û aştiyeke bi rûmet pêk nayê. Lewma rawestandina vî şerî yek ji erkên me ya herî lezgîn e.”
 
'Jin ji ber şer û polîtîkayên bêcezahiştinê tên kuştin'
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî got ku di serî de jinên kurd tundiya li jinan tê kirin her ku diçe zêde dibe. Li gel polîtîkayên dagirkirinê û şer, li ijînên kurd êrîşên zayendî û tecawiz tê kirin û ber bi întîharê ve tên ajotin. Elîf wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di demeke nêz de li Şirnexê dewleta mêr a kolonyalîst Sakîne Kultûr kirin hedef. Polîtîkaya bêcezakirinê ya dewleta mêr a kolonyal, destê mêrên mîna Îbrahîm Barkîn xurt dike. Ev mêrên ku jinan qetil dikin dizanin ku dewlet dê wan biparêze û ji vê hêzê digirin. Dezgeha darazê ya ku ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin, ji rayeya biryara serbixwe hatiye bêparkirin. Em dibînin ku piştî her dozeke kuştina jinan dibin darazê daraz  mêran çawa diparêze. Îbrahîm Barkin Sakîne Kûltûr, çawişê pispor Musa Orhan Îpek Er qetil kir û jinek jî  300 metre dûrî qereqolê li  Wanê hat qetilkirin... Em dikarin gelek mînakên bi vî rengî bidin. Ev hemû kuştin encama şerê taybet ku li herêmê tê meşandin e."
 
'Rizgariya me ji faşîzmê bi têkoşîna em bidin pêkan e'
 
Elîfê diyar kir ku jin li gel hemû êrîş û qirkirinê paşve gav neavêtine û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Di serî de jinên -kurd, hemû jin, LGBTI+, li dijî van êrîş û zextên zêde, li dijî şer û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê ya kapîtalîzma baviksalar û qirkirinên sîstematîk bi gotina 'Em hene, hene, em ê hebin' ala têkoşînê bilind dikin. hebûn. Em dizanin ku serhildana me wê me azad bike. Jin bêdeng neman, wê bêdeng nemînin. Dîsa weke jin em dizanin ku beden û jiyana me ya me ye. Em betalkirina Peymana Stenbolê nas nakin. Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. Em jin dizanin ku; Heger hemû biryarên Peymana Stenbolê bihatana cîbicihanîn, wê îro bi hezaran jinên hatine qetilkirin li jiyanê bibûna. Ji bo vê jî em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. Em welatê hev in. Divê em rê nedin jineke din bê qetilkirin. Divê em bi rêxistinbûn û hevgirtina xwe li qadan bin. Rizgariya me di têkoşîna me ya li dijî faşîzmê de ye. Em hêza xwe ya rêxistinkirî ji jinên kurd, jinên ku di têkoşîna bi rêxistinbûn enternasyonalîst de nemir bûne û hemû rêhevalên xwe yên jin ên li zindanan li berxwe didin digirin. Jinên ku têdikoşin dê gotina dawî bibêjin, em ê bibêjin.”