'Ev pêvajo dema berxwedana jinan e'

  • 09:12 21 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de herî zêde jin tên hedefgirtin û got: "Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo dema berxwedana jinan e."
 
Êrîşa Artêşa Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dike. Ligel van êrîşan bertek û nerazîbûn jî her diçe zêdetir dibein. Êrîşa ku li her qadê bandora xwe nîşan dide, bêguman li ser jinan jî bandor dike. Hevseroka Şirnexê ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Sabûha Akdag, anî ziman ku êrîş her çiqas zêdetir bibin dê jin têkoşîna xwe jî mezintir bikin. 
 
'Di şer de jin tên hedefgirtin'
 
Sabûha, diyar kir ku yek ji parçeyek polîtîkayên şer, koçberkirin e û bi salan e li dijî Gelê Kurd li herêmê bi polîtîkayên şer welatî tên koçberkirin. Sabuha, got: "Gelê Kurd ji pêvajoyên şer re ne biyanî ye. Bi salan e li dijî me şer, tundî û polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Herî zêde jî bi koçberkirinê ev polîtîkayan bi rê ve dibin. Bi vî awayî bi demografya şêwaza jiyana mirovan re tê listîn. Bêguman ji vê yekê jî herî zêde jin bin bandor dibin. Bi vê yekê tundî û destdirêjî li jinê tê kirin. Her wiha piştî ku hatin koçberkirin jî pirsgirêkên curbecur dibînin. Bi taybetî ji ber sedema  hişmendiya serdestiya mêr û xwesteka serweriya li ser jinê di şeran de jin tên hedefgirtin. Jin li her derê bi heman pirsgirêkê rûbirû dimînin."
 
‘Polîtîkayên şer ên taybet tên pêşxistin’
 
Sabûha, destnîşan kir ku li dijî zêdebûna êrîşan jin berxwedan û têkoşîna xwe jî mezintir dikin û wiha axivî: “Ji salên demborî  heya niha jin ji şeran gelek bi bandor bûbûn û hê jî dibin. Di pêvajoyên şer de jin her çiqas bi bandor bibin û rastî êrîşan werin jî li hember vê berxwedanek heye û têkoşînek tê mezinkirin. Desthilatdar baş dizane ku têkoşîn û berxwedana jinan wê ew pergala wan têk bibe. Loma di şer de herî zêde jinan hedef digire. Bi vî şiklî deskeftî û keda jinan a bi salan tê xwestin were tunekirin. Her wiha di pêvajoyên şer de li herêmê bi giranî polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet li herêmê bi armanca şikandina vîn û êrîşên li dijî rûmetê tê pênasekirin.”  
 
'Bi pêşengtiya jinê berxwedanek heye'
 
Sabûha bal kişand ser şoreşa li Rojava û anî ziman ku şoreşa jinan a li Rojavayê îro ji bo hemû pêvajoyên şer de ronî dide der. Sabûha, got: "Li Rojava şoreşek jinê pêk hat û ev şoreş ji bo hemû cîhanê bû mînakek. Rihê têkoşînê ya jinê li hemû cîhanê belav bû. Li her qadê têkoşînek bi rêxistinbûyî pêk anî. Vê şoreşê da xuyakirin ku li dijî van pêvajoyên şer yekîtî û rêxistinbûyînek mezin serkeftinekê bi xwe re tîne. Niha jî di vê pêvajoyê de em herî zêde berxwedana jinên Şengalê dibînin. Li dijî êrîş û dijminê xwe, xwe kirine weke mertal. Di salên borî de gava êrîşe Şengalê hatibû kirin, jinên Şengalê bêyî rêxistinbûyîn û neçar bûn. Lê belê niha Şengalê xweseriya xwe ava kiriye û berxwedanek li dijî dagirkeriyê pêş xistine. Ew berxwedan jî bi pêşengtiya jinê pêk tê. Gelên Şengalê êdî baş dizanin ku xwe bi xwe parastina axa xwe bikin. Loma gava di pêvajoyên şer de şûna koçberkirin an jî paşgavavêtinê berxwedan û têkoşînê pêş dixînin. Divê ew berxwedana li Şengalê li hemû deverên herêmê li dijî şer bikeve meriyetê."
 
'Ev pêvajo dema berxwedana jinan e'
 
Sabûha, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê jin li gorî pêvajoyê tev bigerin û têkoşînek bi rêxistinkirî bidin meşandin û got: "Li dijî vî şerî divê gavek were avêtin. Ji vî şerî herî zêde jin bandor dibin loma jî herî zêde jin li dijî vî şerî derdikevin. Em bawer dikin ku bi têkoşîn û berxwedana jinê serkeftin pêk were. Şûna koçberkirinê berxwedan tê bijartin. Em di pêvajoyek gelek giran derbas dibin. Haya me hemûyan ji girîngiya pêvajoyê heye. Li dijî her cureyên şer dê em jin têkoşîna xwe mezinir dikin û qasî ku ji destê me hat em ê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Divê em ji her alî ve xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Bang li hemû jinan dikim û dibêjim heke em li her derê têbikoşin em ê bi ser bikevin . Ev pêvajo dema berxwedana jinan e."