Li ser sînor li dijî îxanetê banga yekitiyê

  • 10:38 10 Gulan 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê derbarê êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Em xiyaneta Barzanî tu carî ji bîr nakin. Divê bê zanîn ku ji neyarê kurdan tu carî dost çênabin. Jiyanek azad û wekhev bi tifaqbûnê mimkûne.”
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên di 17’ê nîsanê de li hemberî heremên Herêma Kurdistan a Federe didomin. Bertek û çalakiyên li hemberî van êrîşan jî didomin. Jinên navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser xeta sînorê başûrê Kurdistanê ye, bertek nîşanê êrîşan dan û gotin ew xwedî li Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin.
 
‘Em ê xwedî li berxwedanê derkevin' 
Zeynep Bal, anî ziman ku bi sala ne li hemberî Gelê Kurd dijminatiyek heye û got: “Kurd her tim li hember zilmê li berxwe didin. Ji ber vê yekê jî êrişê Gelê Kurd dikin û dixwazin vîna wan bişkînin. Ev bi salane kurd tên kuştin û qetilkirin. Çi karê dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê heye? Ger ku Gelê Kurd bibûna yek, em îro di vê rewşê de nedibûn. Em hem li hember xiyanetê û hem jî li hember şerê Dewleta Tirk berxwedana xwe didomînin. Her wiha dijminê me kurdan gelek zêdeye û kurd jî dijminatiya hevdû dikin. Em xiyaneta Barzanî şermezar dikin. Malbata Barzanî ne cara yekem e xiyanetê li me kurdan dikin. Dawiya Barzanî jî dê wek ya Saddam be. Êdî baweriya me bi Barzanî û biratiya wî nayê. Divê kurd bibin yek û tifaqa xwe ava bikin. Li dijî mirin û zilmê  em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê xwedî li zarokên xwe yên Başûr derbikevin. Em dayik êşa hevdû dizanin. Sînor li kêleka me ye û ji ber vê şerê dil û kezeba me dişewite. Bila kurdistanî rabe ser piyan. Em xwedî li berxwedana Başûr derkevin." 
 
‘Ji neyarê kurdan tu carî dost çênabe’
 
Husna Ataman jî di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK'ê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Barzanî xiyanetek mezin li Gelê Kurd kir. Mirov çawa gelê xwe difroşe. Ji bo menfeatê xwe vê xiyanetê dike. Dewla Tirk û Barzanî xwînxwarin. Mirov çawa bi neyarê kurdan re hevkariyê dike. Tê bîra min û nayê bîra min malbata Barzanî her tim xiyanetê Gelê Kurd kiriye. Ev ne cara yekeme. Her wiha cerdewanên ku çek digirin destên xwe û ji vir diçin hemû xayîn in. Erdogan ji bo me kurdan çiye, Barzanî jî ew e. Herdu jî ji hevdû ne cudane. Ji neyarê kurdan tu carî dost çênabe. Ew der ne xaka Dewleta Tirk e. Bi kîmyasalê êrişê Başûr dikin, gund tên valakirin û koçberî tê ferzkirin. Li hember vê şerê divê kurd tifaqa xwe ava bikin. Divê em îktîdara Erdogan bihejînin û wî ji wir daxînin. Em hertim li dijî zilmê ne. Heta şer bisekine em ê li ber xwe bidin.”
 
‘Jiyanek azad û wekhev bi tifaqbûnê mimkûne’
Hemaîl Cîn wek jinên din bal kişand ser yekitiyê û wiha axivî: "Ev hovîtiya li hemberî kurdan tu carî bi dawî nebû. Dewleta Tirk ji bo ku xaka Kurdistanê bi dest bixe vê şerê dike. Mesûd Barzanî ji bo çi vê xiyanetê dike? Ev bi sala ne em dibêjin divê Gelê Kurd bibe yek û azadiya xwe ava bike. Em ne şer, wekheviyê dixwazin. Li hember hemû êriş û xiyanetê Gelê Kurd li ber xwe dide. Ger ku Mesûd Barzanî hevkariya dewleta tirk nekira û destûrê nedaya ew dê îro nikaribûn biçûna li ser xaka Kurdistanê. Ew der xaka şêr û egîdan e. Ew der ne axa Dewleta Tirk e. Bi balafir û gulebaranan gelê wê derê dikujin. Çiyayên me bi çekên kîmyewî texrîp dikin. Li kêleka me êrişê sînor dikin. Dil û kezeba me dayikan dişewite. Ji vê rojê şûnde em ê tu carî bi Barzanî re gav navêjin. Barzanî jî êdî dijminê me ye. Jiyanek azad û wekhev bi tifaqbûnê mimkûne. Bila Barzanî dev ji vê xiyanetê berde.”