‘Em ê berxwedan û têkoşînê bilind bikin’

  • 09:05 10 Gulan 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanê provakasyona li hember navenda Giştî ya HDP’ê û tehdîda polîsan a li dijî Ayşe Acar Başaran ya HDP’î dan û diyar kirin ku wê wek jin her tim li gel hev bin û banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kirin. 
 
Bandora şerê li Avaşîn, Zap û Metîna bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê tê meşandin li qada siyasî jî bandor kir. Di rojên borî de bi piştgriya polîsan sê mêrên ku îdia kirin zarokên wan li çiyê ne çelenga reş danîn ber Navenda Giştî ya HDP’ê û provakasyon kirin. Amîrê polîsan ku piştgirî da wê komê û êrîşê HDP’iyan kir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bi gotina ‘ez ê te bizmar bikim’ tehdîd kir. 
 
‘Bi polîsên Soylu êrîş didomin’
 
 Cîgira serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Gamze Taşçi da zanîn ku talîmat wezîrê karê hundir Suleyman Soylu daye û wiha vegot: “Polîsên Soylu, berdevka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi gotina ‘ez ê te bizmar bikim’ tehdîd kiriye û polîs piştê ji desthilatdariyê digirin vê dikin. Êrîşa hatiye kirin êrîşên berê derbas kirine. Desthilatdarî her ku krîz giran dibe êrîşî kesên têdikoşe dike. Bi taybet jî êrîşî jinên kurd dike. Dewletê di şexsê hevala me Ayşeyê de êrîşî jinan û jinên kurd kiriye. Dixwaze dersa dewletê bidin. Hevala me Ayle li dijî vê êrîşê sekneke mezin nîşan daye. Ev cesaretê dide me. Em jin em ê her tim ligel hev bin û cesaretê bigirin. Ji bo bersiva van êrîşan bê dayîn peywir dikeve ser milê hemû muxalefetê.”
 
Li hember kurdan şerê topyekun
 
Gamzeyê destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li hember kurdan şerê topyekun daye destpêkirin û wiha daxuyand: “Êrîşên li hember Rojava, şerê li Bakur tê meşandin, hewldana doza girtina HDP’ê, êrîşa dagirkirinê ya li hember başûrê Kurdistanê. Ev hemû di esasê de tirsa desthilatdariyê nîşan dide. Hem bi qirkirin û îmhayê hem jî bi tirsandinê dixwazin Gelê Kurd tenê bihêlin. Em bi awayekî zelal dibêjin em partiya xwe HDP’ê diparêzin.”
 
‘Tehdîdkirin bi hedê polîs neketiye’
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn jî bertek nîşanê êrîşa li hember Ayşe Acar Başaran da û got tehdîda polîs di heman demê de li hember hemû siyasetmedarên jin e û wiha bi lêv kir: “Em zîhniyeta polîsê ku tehdîd kiriye baş nas dikin. Em ji êrîşên 8’ê Adarê, ji betalkirina Peymana Stenbolê, ji êrîşa li hember transan baş dizanin. Em vê qebûl nakin. Wî polîsî sûc kiriye. Divê wezareta karê hundir demildest lêpirsînê bide destpêkirin. Tehdîd bi hedê polîs neketiye. Divê demildest ji peywirê bê durxistin. Hevpîşeyên me piştî êrîşê çûn cihê bûyerê ku girtekê bigirin. Lê îşkence li wan jî kirin û berovajî kelepçe kirin. Wezareta dadê her daxuyaniya xwe de dibêje ji îşkencê re sifir tolerans. Lê li ber kamerayan li parêzer, parlamenter û nûnerên partiyeke mezin îşkencê dikin. Li ber kamerayan ev tên kirin gelo li girtîgehan çi tê kirin. Ev jî ne zehmete ku neyê texmînkirin. Divê em li dijî vê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin.”
 
‘Em polîsan nas dikin’
 
Ji Jin Bi Hev re Bi Hêzin Rojda Aydin jî bi lêv kir ku bûyera hatiye jiyîn ne tesaduf e û ne helwesta yek kesî ye û wiha nirxandin kir: “Em polîsan nas dikin. Polîsên di 25’ê Mijdarê de riya me birîn û ev hemanin. Dema em di 8’ê Adarê de ji bo jiyanek wekhev û azad daketin kolanê heman zîhniyetê riya me birî û em dorpêç kirin.  Demek dirêke krîzek siyasî û aborî tê jiyîn. Ji ber bersiveke desthilatdariyê ya ji bo van tune polîtîka şer dimeşîne. Em li dijî polîtîkayên desthilatdariyê wê bêdeng nemînin. Em ê bi hev re têbikoşin û bersivê bidin.”