Hevseroka MED-DER’ê: Em ê bi coşek mezin biçin 15’ê Gulanê

  • 09:02 9 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka MED-DER a Amedê Şîlan Elmaskan da zanîn ku amadekariyên ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdi temam kirine û wiha vegot: “Dîroka Kurd êdî bi awayekî nivîskî ji pêşerojê re tê ragîhandin. Ev serkeftinek mezine. Lê ji bo berdewamkirina vê û li dijî êrîşan divê ziman bê parastin.”
 
Ji aliyê Celadest Alî Bedirxan ve di 15’ê Gulana 1932’an de yekemîn Kovara Kurdî Hawar hat derxistin û heta 1943’an 57 hejmar hat derxistn. Kovar di alî nivisandina çanda dîroka Kurdî de wek mîladekê tê nirxandin û ji bo hişmendiya Kurdî bê avakirin ji 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Kovara 90 sal berê hatiye derxistin îro hîna jî ji bo xebatên çand û zimanê Kurdî dibe çavkaniya îlhamê.
 
Ji bo Kurdî bê jiyîn têkoşîn didome û li aliyê din jî polîtîkayên zext û înkarê yên dewletê di her pêvajoyê de rojevîbûna xwe diparêzIN. Di 2016’an de di pêvajoya OHDL’ê de bi KHK’ê Komeleya Pêşxistin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) hat girtin. Di 2017’an de Komeleya Lêkolîn, Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) hat avakirin. MED-DER ji roja hatiye avakirin heta niha ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê kampanya û xebatên cur bi cur dimeşîne.
 
Hevseroka MED-DER''ê Şîlan Elmaskan der barê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û der barê girîngiya Kurdî û xebatên dimeşînin de nirxandin kir.
 
‘Polîtîka neguherîn’
 
Şîlanê destnîşan kir ku ziman ji bo hemû netewan gelek girîne û civak biz iman hene û wiha vegot: “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo Gelê Kurd gelek girîng e. Dema em li dîrokê binêrin zextên li ser Kurdan û li ser Zimanê Kurdî neguherîne. Lê ligel vê nivîskar, rojnameger û bi giştî civak ji bo Kurdî bidin jiyîn bedelên mezin dane û heta îro berdewam kirine. Kesên Kovara Hawarê derxistin ji welatên xwe hatin surgunkirin.”
 
‘Divê em bi zimanê xwe bixwînin binivîsin’
 
Şîlanê her wiha bi lêv kir ku polîtîkayên li hember kurdî û kurdan tu car neguherîne û ev tişt bi lêv kir: “Ji bo kurdî bê xwendin û axaftin ji paşerojê heta îro têkoşînên mezin hatin dayîn. Ji bo Kurdî bê jiyîn bi pêşengiya zanyarên wek Musa Anter û Faqî Huseyîn Sagniç Enstutiya Kurdî ya Stenbolê hat vekirin. Bêguman ev rewş destpêka mîladek nû ye. Di pêvajoyên beriya vê de em dibînin ku dîroka Kurdî bi devkî hatiye ragîhandin. Niha bi awayekî nivîskî tê ragîhandin. Ev serkeftinek mezine. Jİ bo parastin û berdewamkirna vê divê ziman bê parastin.Divê em bi zimanê xwe bixînin û binivîsînin.”
 
‘Dixwazin bi asîmîlasyonê tune bikin’
 
Şîlanê axaftina xwe wiha domand: “Tê hedefkirin ku bi êrîşan hişmendiya Kurd bê tunekirin. Cejna Zimanê Kurdî ji bo hişmendiya Zimanî Kurdî ji nû ve bê avakirin gelek girînge. Divê Gelê Kurd her tim bi zimanê xwe biaxive. Ji ber ku polîtîkayên asîmîlasyonê ancax bi vî awayî dikarin bên beralîkirin.”
 
‘Kampanya gelek girîngin’
 
Şîlanê balkişand ser kampanyayên dimeşînin û wiha daxuyand: “Li dibistanên li Herêmê bi Tirkî ders tê dayîn, zarok dema diçin malên xwe bi Kurdî diaxivin. Dewlet ji bo pêşî li vê bigire Dibistanên Herêmî yên bi Razayî (YBO) xistin dewrê. Ev jî parçeyek polîtîka şer bû. Ji bo hişmendiya Kurdî bê avakirin me kampanyayê cuda pêk anîn. Her netewek ziman û çanda wan heye. Ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê me kampanya pêk anîn. Me bi van kampanyayan carek din nîşan da ku Zimanê Kurdî çiqas di bin tehdîdê de ye.”
 
‘Em ê bi coşek mezin biçin 15’ê Gulanê’
 
Şîlanê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî ne tenê komeleya wan hemû saziyan li ser ziman xebatek hevpar plan kirine û wiha dawî lê anî: “Hemû saziyên demokratîk yên l Amedê, bi pêşengiya Platforma Ziman a Kurdî û Tora Çand û zimanê Kurdî bernameya der barê 15’ê Gulanê de amade dikin.  Me di 8’ê Gulanê de starta bernameyan da.Em ê bi coş biçn 15’ê Gulanê.”