'Ji bo ev şer bisekine divê em kurd rabin ser piyan'

  • 09:08 5 Gulan 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne dan û gotin: “Em kurd bi salan in tên kuştin. Lê em hîn li ser piyan in. Berzanî ji bo kurdan rûreşiyek mezin e. Bila li çar aliyê Kurdistanê Gelê Kurd rabe ser piyan.”
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî di 15'ê nîsanê de serdana Tirkiyeyê kiribû û li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê serdanê di 17'ê nîsanê de Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê kir. Li hember hevkariya PDK’ê welatiyên Cizîrê bertek nîşan dan û bang kirin ku li hemberî şer li çar aliyê Kurdistanê rabin ser piyan.
 
'Ji bo ev şer bisekine divê em kurd rabin li ser piyan'
 
Wesîle Demîr, anî ziman ku ew şer naxwazin û wiha got: “Xwedê me ji ber zilma Erdogan xilas bike. Ev bi salan in li ser me kurdan zilmek mezin tê meşandin û em tên kuştin. Em dixwazin ev şer bê sekinandin. Hêviya me bi tenê ew e ku ev şer bisekine û bes xwîn birije. Hemû kes dijminatiya kurdan dike. Xayînê herî mezin jî Berzanî ye. Berzanî jî xwînxar e. Ji bo ev şer bisekine divê em kurd rabin li ser piyan. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Barzanî rêya dewletê vekiriye ku îro kurd li wir tê gulebarankirin.”
 
'Êdî baweriya me bi Berzanî nayê'
 
Şukran Taniş jî destnîşan kir ku li hember şer ew bi salan in daxwaza azadî û aştiyê dikin û wiha domand: “Daxwaza me ew e ku em kurd jî di nava jiyanek xweş de bijîn. Îro kurd kurda dikuje. Mirov çawa birayê xwe dikuje. Ev bi salan in em kurd mirinê dibînin û dijîn. Bila jiyana me kurdan jî wekî civakên dinê xweş be. Em naxwazin kes hevdu bikujin. Dibêjin em misilman in, lê di bin navê olê de em hevdu dikujin. Em Barzanî jî şermezar dikin. Îxanetek mezin li birayê xwe kurdên Başûr dike. Ez li hember mirinê me. Em şer naxwazin. Berzanî bila dawî li vî şerî û îxanetê bîne. Li hember şer em tifaqa xwe ava bikin. Êdî baweriya me bi Berzanî nayê. Li hember şer em dengê xwe bilind bikin.”
 
'Em kurd bi destên xwe hevdu parçe dikin'
 
Mihrîban Demîr jî ev tişt got: “Ger ku em kurd bi salan in bibûna yek dê ev şer li hember me nehatiba kirin. Tifaqa me kurdan tune ye. Em kurd bi destên xwe hevdu parçe dikin.”
 
‘Li dijî hebûna me êrîşek heye’
 
Hatîme Alp jî da zanîn ku li dijî hebûna kurdan êrişek heye û wiha got:“Mînak li Cizîrê di salên 2015 û 2016’an de hemû cih hat talankirin û wêrankirin. Lê gelê kurd dev ji bajarê xwe û têkoşîna xwe berneda. Bi destên xwe carake din bajarê xwe ji nû ve ava kirin. Niha jî li Başûr heman tişt tê kirin û bajarên kurdan tên wêrankirin. Lê ew her çiqasî êrîş bikin jî em kurd li berxwe didin. Em bi têkoşîna li hemberî vî şerî disekinin. Kurd ew qas rastî şer û kuştinê jî tên li ser piyan in. Em kurd tu carî serî natewînin. Li dijî hebûna me êrîşek heye. Dixwazin bi şer kurdan tune bikin. Em şer naxwazin. Bila ev şer bê sekinandin. Divê em kurd li hember vî şerî bisekinin û azadiyê ava bikin. Li hember zilmê û kuştina Gelê Kurd em hîn li ser piyan in. Em naxwazin kurd kurdan bikuje. Li hember şerê hovîtiyê em tifaqa xwe ava bikin.”
 
‘Berzanî rûreşiyê dike’
 
Şerîfe Seçkîn jî destnîşan kir ku di şer de hertim kurd hedef tê girtin, tê kuştin û qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bi salan in em bindest in. Ji ber ku em kurd nabin yek em parçe dibin. Em kurd ji hevdu re ne bira ne. Berzanî îxanetek mezin li kurdan dike. Berzanî ji bo me kurdan rûreşî ye. Divê em kurd bi xwe bibin yek û li hember vê zilmê bisekinin. Em naxwazin ewladên me bên kuştin. Jixwe Tirkiye dijminatiya me kurdan dike. Berzanî jî bi xwe kurd e û ew jî me kurdan dikuje. Em vê rûreşiya Berzanî şermezar dikin. Em kurd naxwazin  bên kuştin. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Amed û gelek cihên dinê şer hebû û xwestin me kurdan tune bikin. Me kurdan çi dît û çi nedît. Lê li hember şer me tu carî serî netewand û em ê ji vê rojê şûnde jî netewînin. Li dijî şerê Başûr jî em ê li berxwe bidin. Me wêran kirin, talan kirin, qetil kirin lê em hîn jî li ser piyan in. Em kurd bi kuştinê xilas nabin. Em tu carî warê xwe bernadin. Li çar aliyê Kurdistanê divê Gelê Kurd rabin li ser piyan û li berxwe bidin. Bila tu kes bêdeng nemîne û serê xwe netewînin. Zarokên me li serê çiyayan qetil dikin. Li hember vî şerî herî zêde dilê me dayikan dişewite.”
 
‘Roj roja serhildan û berxwedanê ye’
 
Şerîfeyê, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li ser axa Kurdistanê bi salan in kurd tên kuştin û ew şahidiya vî tiştî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek zarokên me li ser vê axa Kurdistanê hatin qetilkirin. Heta îro me gelek tişt dît. Em ê tu carî li hember şer bêdeng nebînin û naçin tu cihî. Em dev ji ax û welatê xwe bernadin. Em xwedî li xwîna şehîdên xwe derdikevin. Bila dijminên me kurdan jî vî tiştî baş bizanibe. Divê gelê me yê kurd bêdeng nemîne û rabe ser piyan û li berxwe bide. Gelê çar aliyê Kurdistanê bila rabin li ser piyan. Em naxwazin êdî kurd bên kuştin. Ev bi salan in em kurd tên kuştin. Berzanî ji bo menfaeta xwe kurd firot. Berzanî şûna ku piştgiriya Gelê Kurd bike piştgiriya neyarê me dewleta tirk dike. Berzanî xwe firotiye. Ji heft salî heta heftê salî hemû kes rabe ser piyan. Roj roja serhildan û berxwedanê ye.”