Dayika cangoriyê Qamişloyê: Ez bi rêya kurê xwe serbilind im

  • 09:02 12 Adar 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Cefala Abas a kurê wê Ehmed di merasîma pêşwazîkirina cenazeyên kesên di serhildana 12'ê Adara 2004'an a Qamişloyê de hatibûn qetilkirin, jiyana xwe ji dest da wiha got: "Kurê min di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da û em di vê rêyê de ne poşman in û serkeftin a gelê kurd e. Ez bi rêya kurê xwe serbilind im." 
 
Di 12'ê Adara 2004'an de di stadyuma bajarê Qamişloyê de di navbera tîma Cîhad û tîma Fitiwa ya Dêrazorê de maçek tê lidarxistin. Beriya ku maç dest pê bike, tîma Fitiwa ya Dêrazorê bi kevir û çekan êrîşî alîgirên tîma Cîhad dikin û kontrola hêzên ewlekariya Sûriyeyê derdorê dorpeç dike. Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar dibin, di her du aliyê stadyûmê de şer rû dide û Rejîm guleyan bi awayekî zanebûn li ser sivîlan direşîne. Di encama vê êrîşê de 3 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest didin û bi dehan kes birîndar dibin. Piştî bûyerê gel dikanan digirin û dadikevin serhildanê. Piştî rojekê bi deh hezaran kes beşdarî oxirkirina cenazeyan dibin û cardin hêzên ewlekariya Sûriyeyê êrîşî gel dike û di encama wê êrîşê de jin û zarok jî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Gelê kurd bi serhildana 12'ê Adarê re şoreşa xwe ava kir û îro yekîtiya gelan ava kir.
 
'Di 12'ê Adarê de gel li ser piyan bû'
 
Cefala Abas wiha qala roja 12'ê Adarê dike: "Ber êvarê bû, şênî hatin û gotin li stadyûmê şer derketiye. Haya me ji tiştekî nîne, lê bes em dizanin zarokên me jî li wir in. Zarokek3i min jî wê biçiya leşkeriyê, wê êvarê biçiya. Kurê min Ehmed jî ji kar hatibû, li mal bû. Zarokên cîranê me jî di stadyûmê de bû. Kurê min Cudî jî di nava şer de bû û birayê wî, lê digerê û dibêje ji wir dûr bikeve û Cudî bi xwe jî kevir diavêt wan. Gel derengê şevê jî li ser piyan bû. Kurê min Ehmed ji kar hatibû li mal bû. Ehmed û hevalên wî pêwist bû biçûyana garajê, paşê agahî hat ji ber serhildanê garaj nînbû. Her der xirab bûbû. Her wiha haya me ji qetilkirina ciwanên kurd nînbû. Paşê siharê bû, gel daket qadan da ku zarokên xwe bispêrin axê. Bavê zarokan jî got her der şer e bila kes dernekeve derve. Di wê demê de me nedizanî ku wê zarokên me qetil bikin, em ji girtin û îşkenceyê ditirsiyan."
 
'Şehîdên 12'ê Adarê li ser milê gel bûn'
 
Cefala da zanîn ku her sê kurê wê jî çûne oxirkirina cangoriyan û wiha domand: "Kêliyek ku gel pir germ bû û cenaze anîbûn mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişloyê. Her sê kurê min jî dan pê hev û çûn cangoriyan bispêrin axê. Ez dikarim bêjim ku tu kes li mal nema, herkesî berê xwe da wir û kombûnek pir mezin çêbû. Me cenaze rakirin û bi meşek pir mezin me berê xwe da çerxerêya elefya û di carekê de dengê teqînê hat. Gel bang kir û got ger em bi şeref û namûs bin, em ê cangoriyên xwe hildin. Kurê min Ehmed jî cenaze radikir. Min li gel stadyûmê xwe gîhand kurê xwe yê biçûk û min pirsa birayê wî kir, got wê were. Ez çawa gihîştim malê min dît li pêşiya mala min qelebalixek heye û min dît kurê min ê din û bavê wî baz didin. Paşê min got tiştek bi zarokên me hatiye. Çawa ez gihîştim malê, cîranên min gotin kurê te Ehmed birîndar bûye."
 
'Min cenazeyê kurê xwe girt û min li gund defin kir'
 
Cefala da zanîn ku wê cenazeyê kurê xwe girtiye û li gund defin kiriye û wiha got: "Min hevjîna bijîşk dît û çawa çavên wê bi min ket, ji min re got Ehmed mir, mir! Cîranê me maşîne anî û em çûn nexweşxaneya Nûr. Leşker li pêşiya nexweşxaneyê sekinîbûn û hatin pêşiya me. Wan leşkeran ji min re gotin ji vir biçin û gotinên ne baş kirin. Wan leşkeran çi ji min re digotin, min bi acizî û kînek mezin hemû gotinên wan li wan vedigerand. Cîranên ku bi min re hatibûn, gotin wê guleyan li me jî bireşînin û min jî got çi dikin bila bikin, ez jî weke kurê xwe me. Min cenazeyê kurê xwe girt û min li gund defin kir."
 
'Ez bi rêya kurê xwe serbilind im'
 
Cefala da zanîn ku ew bi rêya kurê xwe serbilind e û wiha got: "Ez neletê li Rejîmê tînim ku zarokên me qetil kir. Ez serkeftinê ji şervanên xwe re dixwazim. Ev roj ji bo min rojek giran e. Lîstokek mezin li ser kurdan kirin. Rejîmê bi amadekariyek mezin êrîşî kurdan kir. Heta roja îro jî komkujî li ser gelê kurd tên kirin. Em ê her li pê şopa zarokên xwe bin û xwîna wan li erdê namîne. Ez ê her li ser şopa kurê xwe bim. Kurê min di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da. Em di vê rêyê de ne poşman in û serkeftin ya gelê kurd e. Serê me bi zarokên me bilind e."