‘Bila kes ji zilmê re bêdeng nemîne û xwedî li nobeda me derkevin’

  • 10:09 9 Adar 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
RIHA - Di 9’ê Adarê de "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin îro saleke xwe temam dike. Malbat bata ku di çalakiya xwe de israr dike banga piştevaniyê dike. Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku heke daraz kujeran bidirazîne wê di heman demê de desthilatdariyê jî darizîne.  
 
Di 9’ê Adarê de Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin salekê xwe temam dike. Ev saleke Emîne û lawê xwe Ferît, her roj ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê tên û li pêş Edliyeyê rûdinin û daxwaza edaletê dikin. Di vê navberê de ji bo malbatê gelek sazî û rêxistinên sîvîl û partiyên siyasî piştgirî dan. Emîne û Ferît ji ber daxwaza xwe ya edaletê 6  caran hatin binçavkirin û 14 caran jî ji bo îfadeyê bidin gazî îfadê hatin kirin. Malbata ku di Nobeda Edaletê" de bi israr e, ji bo ku edalet pêk were û Fadil Şenyaşar ê girtî serbest were berdan banga mezinkirina piştgiriyê kir.
 
Çi bibû?
 
Beriya hilbijartina 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê a Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz berê xwe dabûn kargeha malbata Şenyaşar a li Pirsûsê û êrişî wan kiribûn. Di encama êrişê de Adil, Celal, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar û kekê Yildiz ê AKP’î Mehmet Şah Yildiz bi giranî birîndar bûn. Di êrişa li kargehê de kesekî jiyana xwe ji dest neda. Lê êrişa heyî li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Piştî mirina kekê Yildiz ê AKP’î re, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li hemberî malbata Şenyaşar komkujî hat kirin. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKPî, Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin û hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê Emîneyê kuştibûn.    Di wan kêliyan de waliyê Rihayê û parlamenterên AKP’ê yên berê jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. 
 
Ji bo bûyerê darizandinek adîlane pêk nehat
 
Lêpirsîna têkildarî bûyerê, dabeşî du dosyeyan hatibû kirin. Herçend ku bûyer girêdayî hev bûn jî  dozgeriyê ji bo her yekê dosyeyek cuda amade kir. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn.Li Enver Yildiz jî 18 sal ceza hatibû birîn. Ji xeynî vê biryara veşartinê ya li ser dosyeya lêpirsîna derbarê nexweşxaneyê de jî didome.
 
Li dijî malbatê doz hatin vekirin û hatin binçavkirin
 
Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku darizandineke adîlane bê kirin û Fadil Şenyaşar ê di hucreya yek kesî de tê girtin bê berdan ji 9'ê Adaera 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin. Lê qebûlkirina daxwazên malbatê li hêlekê, ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, derheqê wê de bi hinceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” 4 caran doz hate vekirin. Bi heman sedemê, 14 caran gazî îfadeyê kirin. Bêyî ku hincetek were nîşandan, dayik û kurê wê 6 caran hatin binçavkirin û gelek caran jî bi darê zorê Emîneyê rakirin nexweşxaneyê. Hinek caran jî dema ku ji bo nimêjê diçû û dîsa vedigeriya, di dîtin ku pankartên wan hatine dizîn. Dema ji bo pirsîna aqûbeta pankartên xwe ber bi deriyê edliyeyê ve diçûn jî polîsan pêşî li wan digirt. Bi hinceta ku pankartên wan stûnên beton ên cemaweriyê digirt jî gelek caran cezayê pere li wan dihat birîn. 
 
‘Me bêdaletî qebûl nekir’
 
Têkîldarî mijarê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku kesên komkujî pêk anîn li derve serbest diğerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşî kargeha me kirin . Ev êrîşa ku pêk hat jî di nav nexweşxaneya Pirsûsê ya dewletê de veguherî komkujiyê. Li ber çavên dayika min bav û du birayê min hatin qetîlkirin. Ji ber vê em di çalakiya lêgerîna edaletê de ne. Ji ber ku daraz erka xwe neanî bi cîh û kesên ku ew komkujî pêk anîn li derve serbest diğerin. Me ev bêedaletî qebûl nekir û em çûn Enqereyê. Li vir ji hemû sazîyên fermî daxwaza hevdîtinê kir. Lê belê tu saziyên fermî nexwestin bi me re hevdîtinê bikin. Piştre em hatin edliyeya rihayê me xwest bi dozger re hevdîtinê bikin. Dozger jî nexwest bi me re hevdîtinê bike. Loma min jî bi dayika xwe re li pêş edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin.  Nobeta me îro  saleke xwe tijî kir. Em salekê ye li pêş Edliyeya Rihayê rûniştine. Sawci her roj li pêş çavên me derbas dibe lê wek me nabîne tevdigere. Em kengê dixwazin bi sawciyê re hevdîtinê bikin, ya daxwaza me red dike ya jî di deriyê paş re direve. Ji ber ku bersîvek wî ji aliyê hiqûqî ve nîne. Li ber çavê hemû kesan komkujiyek pêk hat û ji bo vê tu kes nehat darizandin. Ev ji hêla hiqûqî ve nayê şîrovekirin. Sedema vê bêdengiya yekser jî kesên ku ev komkujî pêk anîn alîgirê desthîlatdarê ne û ji partiya wan e.”
 
‘Hiqûq pêk nayê’
 
Ferît detnîşan kir ku heke daraz kujeran bidirazîne wek partiya desthîlatdarê jî didarizîne tê hesibandin û got: “Ji ber vê yekê daraz bê erk maye û li Komara Tirkiyê hiqûq nayê pêkanîn. Em jî ji ber vê bêedaletî û bêhiqûqiyê dev ji nobeta xwe bernadin.  Nobeta me ji aliyê parêzer û partiyên siyasî tim tê şopandin. Em mafdar in û  em ê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin. Birayekî me jî ev 4 sal in di girtîgehê de di yek hucreyê de tê girtin. Di nav kargeha me de kamera jî hebûn. Heke ew dîmen werin temaşekirin û rapor werin lêkolînkirin wê bê dîtin ku me tenê xwe parastiye. Li şûna ku divê birayê min rojekê jî di girtîgehê de nema ya bi talîmatan ev 4 sal in girtî ye.”
 
‘Êrîşî me kirin’
 
Ferît daxuyand ku ji ber çalakiya xwe gelek caran êrîş li wan hatiye kirin û got: “Di kêliya bûyerê de ambûlansa nexweşxaneyê hatiye parçekirin. Bijîşka nexweşxaneyê têkildarî bûyerê parvekirin kiri û komkujiyek çawa hatiye kirin ragihandibû. Lê belê tevî van yekan tu hewildan nayê kirin. Em ji çalakiya xwe bi hêvî ne. Li Rihayê hiqûq cuda tê pêkanîn. Em êdî li Dilokê jî di nobedê de ne. Li Rihayê ji bo daxwaza xwe ya mafdar em 6 caran hatin binçavkirin. Rojekê di nezaretxaneyê de man. Her wiha gelek caran cezayê pereyê li me hate birîn. Li ber Edliyeyê di warê fizîkî de êrîş li me hat kirin. Di van êrîşan de dayika min krîz derbas kiribû me herduyan jî rakiribûn nexweşxaneyê.”
 
‘Her kes şopdarê vê dozê ye’
 
Ferît, di dawiya axaftina xwe de jibo "Nobeta Edaletê" wiha bang kir: “Ewqas êrîşên berbiçav li dijî me têN kirin û her wiha zexta polîsan jî her roj li ser me ye. Lê em bêdengiya li hemberî êrîşan fam nakin.  Wê destûrê kî dide? Ji gelek sazî, rêxistin û partiyên sîyasî pişgirî hate dayîn. Em ji wan re gelek spas dikin. Her kes şopdarê vê dozê ye. Ez bang dikim ku bila tu kes ji vê zilmê re bêdeng nemîne û piştgiriyê bdiin me.”