52 roj in greva 13 girtiyan didome: Guh bidin daxwazên girtiyan

  • 09:05 9 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL - Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 13 girtiyan li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û di roja 52’yemîn de ye. Parêzera OHD’î Eda Onal der barê mijarê banga peywirê  li saziyên têkildar kir.
 
Li girtÎgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 13 girtiyan bi daxwaza binpêkirinên mafan bidawî bin ketin greva birçîbûnê.  Di 19’ê Kanûna 2021’ê de girtiyê bi navê Vedat Çem Erkemen li koxuşa ku tenê diman bi guman jiyana xwe ji dest da û di 17’ê çile de 5 girtiyan dest bi grevê kiribûn. Ji 13 girtiyan 11 heb di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne û 2 heb jî ketin greva bi dem. Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 52’yemîn.
 
Pirsgirêkên tenduristiyê rû dan
 
Hat hînbûn ku bi girtiyan re pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dane, ji gewriya wan xwîn tê û gelek kîlo winda kirine. Hefteya borî xizmên girtiyan ji bajaren cuda hatin û li ber girtîgehê daxuyaniyek dan û bang li rêveberiya girtîgehê kirin ku daxwazên girtiyan bên cih û berpirsyariya xwe bînin cih.
 
‘Maf tên binpêkirin’
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Eda Onal balkişand ser grevên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan hatine destpêkirin û wiha vegot: “Di serî de mafê jiyanê û hemû mafên  di peymanên navneteweyî de di bin ewlehiyê de tên binpêkirin.”
 
‘Ewlehiya can tune’ 
 
Edayê got li heman girtîgehê girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen bi guman jiyana xwe ji dest daye û piştî demekê girtiyekî din hewl daye întîxar bike û wiha vegot: “Piştî Vedat Erkmen, girtiyê bi navê Yasîn Eneç ji aliyê gardiyanan ve îşkence dît û her wiha ji ber zextên fîzîkî û psîkolojîk yên li ser girtiyan zêde bûne, girtî di alî ewlehiya canê xwe de bi fikarin. Di hevdîtineke bi muvîlê min re got ‘Dema em tên hevdîtina we jî em ji ewlehiya canê xwe bifikarin.’ Rewşa girtiyan nebaşe, ewlehiya canê wan tune.”
 
Daxwazên girtiyan
 
Edayê destnîşan kir ku muvekîlên wan li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehê daxwazên xwe bi gotinî û nivîskî ragîhandine û wiha dirêjî dayê: “Lê mixabin kes muxatab nagirin. Daxwazên girtiyan ev e ku, zexta fîzîkî û psîkolojîk, îşkence û pêkanînên xerab, pêkanîna qefesa ji têlan a li hucreyê û hewadankê bidawî be. Her wiha lêgerîna tazî, lêgerînên kêfî bidawî bin, li gorî daxwazan ode bên guhertin û ji derveyê daxwazê neyên guhertin. Dîsa muvekîlên me daxwaz dikin ku li gorî daxwazên wan tevlî aktîvîteyên wekê spor û civakî bibin, alavên ragîhandinê yên wekê pirtûk, name, kargo, kovar û rojname her tim bên dayîn. Her wiha binpêkirinên mafan yên  bi OHAL’ê re giran bûne jî bidawî bin.”
 
Îşkence kirin lê lêpirsîn jî nehat vekirin
 
Edayê destnîşan kir ku hemû daxwazên muvekîlên wan di bin ewlehiya mevzuatên netewî û navneteweyî de ne û wiha daxuyand: “Dewlet û hemû yekîneyên têkildar di vê mijarê de berpirsariyarin. Divê daxwazên ji bo mafên wan pêk bên. Ji van binpêkirinan Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezaya îdarî ya Girtîgeha Tîpa  F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê û Wezareta Dadê berpirse. Girtiyê bi navê Yasîn Eneş ji aliyê du memurên înfazê ve tê derbkirin. Der barê derbkirinê de serî li Serdozgariya Komarê hatibû dayîn. Memurên înfazê di îfadeyên xwe de îdia dikin ku Yasîn Enes serê xwe li dîwaran xistiye, bi hevalên xwe re pevçûniye û wan Yasîn Eneç derb nekirine. Muvekîlê me jî gotibû gardiyanan ew derb kriye. Lê lêpirsînek jî venekirin.”
 
‘Divê bala yên derve li hundir be’
 
Edayê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan bi awayekî rast nayên lêkolînkirin û serê wê tê veşartin û wiha dawî lê anî: “Hevşaredara berê ya Amedê ku qeyûm hat şûna wê Gultan Kişanak gotibû ‘bila bala kesên li derve li hundir be’. Di hevdîtinê de muvekîla me got yên girtî tenê bi bedena xwe dikarin deng bidin derve. Em ban li hemû saziyên têkildar dikin ku berpirsyariya xwe bînin cih, daxwazên girtiyan yên di mevzutên netewî û navneteweyî de ne bînin cih û raygiştî bi hestiyar be.”