‘Şer bandorê li her kesî dike’

  • 09:12 8 Adar 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de wek şerê serdestan nirxand û da zanîn ku şer li ku dibe bila bibe divê li dijî wê bê sekinandin û gotin ger li cihekî şer hebe, kes ne ji derveyê wê ye.
 
Şerê dagirkirinê ku Rûsyayê li hember Ukraynayê da destpêkirin ji 24’ê de ye didome. Şer ket roj a13’an û koçberiya ji welat didome. Li gelek welatan êrîş tên protestokirin û li gelek bajarên Rûsyayê jî protesto tên kirin û heta niha 4 hezar û 600 kes hatine binçavkirin. Rûsyayê ji bo sivîl bên tahliyekirin li bajarê Kîev, Marîupol, Harkov û Sumî bi saeta Moskovê saet di 10.00’an de agirbest îlan kir.
 
Jinan der barê şerê niha didome de nirxandin kirin û diyar kirin ku şer bandorê li ser her kesî dike.
 
‘Her kes para xwe jê digire’
 
Xwendekara zanîngehê Sevda Mecbur ev bertek nîşan da: “Her kes ji şer bandor dibe. Pere bi kê re be ew polîtîkayê dimeşînin.  Dewletên ku wê rantek cidî bikin hene. Agahiya me tune ye. Tenê em bandorên şer dijîn. Ger li cihekî şer hebe her kes para xwe jê digire. Yanî kes ji derveyê şer namîne. Tirkiye nikare ji derveyê wê bimîne. Dagirkirina Ukraynayê krîzek nû ya penaberan anî rojevê.”
 
Feleknaz Atiye bi van gotinan bertek nîşan da: “Biqasî şer, dûrûtiya Tirkiyeye û rayagiştî ya cîhanê jî mirovan xemgîn dike. Di şerê rojava, şertê Ermenîstan Azerbeycanê de gelê Tirk gotinên nîjadperest dianî ziman. Lê dema dor hat gelê Slav, hemû gelên Tirkiyeyê ligel aştiyê bûn. Biqasî şer dûrûtî jî bi xetere. Bila ewil Tirkiye bi cîranên xwe re navbera xwe xweş bike.”
 
‘Berê çekan didin xwezayê’
 
Xwendekar Sedanur Ugur jî wiha daxuyand: “Ev şerê Ukraynayê şerê serdestan e. Gel bi awayekî neyînî bi bandor dibin. Em genim ji Ukraynayê digirin. Ji ber Tirkiyeyê çavkaniyên xwe yên xwezayî tune kir. Qadên çandiniyê tune kir. Ev qad ji rantê re vekir. Em girêdayê welatên derve ne. Divê em li dijî şer bin. Şer hilweşîna ekolojîke. Berê çekan didin xwezayê û tune dikin.”
 
Karkerek Rûs jî ku navê xwe neda ev tişt anî ziman: “Ukrayna an jî Rusya ferq nake. Bila şer li tu derê tunebin. Siyasetmedar şer derdixin. Bila şer tunebe. Siyasetmedar bi giştî mêrin.  Dema şer pêk bê bandor li her derê dibe.
 
Zarîfe Morkoç ya teqawîte jî wiha vegot: “Şer wê bandor li ser hemû Tirkiyeyê jî bike. Ji xwe aborî gelek xerabe. Bila şer raweste. Ez şer wek zalimtiyê dibînim. Polîtîka derve ya Tirkiyeyê jî tevli hev e. Em aştiyê dixwazin. Aştî aştî aştî.”