Dê jin li Wanê sibehê li dijî tecrîdê li qadan bin

  • 11:08 7 Adar 2022
  • Rojane
WAN - Jinên ku ji bo mîtînga sibehê ya wê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê bê lidarxistin bang kirin dan zanîn ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan li qadan bin û gotin ew ji bo bibin hemû dengên jinan, hemû jinan vedixwînin qada mîtingê. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê sibehê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê bên gel hevdu. Dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan wekî axaftvan beşdarî mîtingê bibe. Her wiha dê hunermend Rewşan Çeliker, Rojda û Şilan Dora jî derkevin ser dikê. Jinan berî mîtingê banga beşdariya ya li dijî tecrîd, qirkirina zayendî, çand û ziman kirin. 
 
Aktivîsta TJA'yê Mukaddes Karakoç, da zanîn 8'ê Adarê bi têkoşînê hat bidestxistin û got ji bo piştevaniyê divê jin bibin yek. 
 
Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sagyigit diyar kir ku divê bi hişmendiya ku sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê jin li dijî tundî, destdirêjî, tecawiz û mêtingeriyê werin mîtîngê. 
 
Meryem Ozlu jî bal kişand ser girtiyan û got divê hemû girtî serbest bên berdan. 
 
Ji welatiyan Leyla Bor jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got bi milyonan kurd hene em jî wek her gelî naxwazin bibin girtî û azad bibin. 
 
Nezaket Sumer jî diyar kir ku divê girtî bên berdan û got bila kes nebêje qey kurd qediyane dê kurd her tim hebin.