Gîzay Dulkadîr a ku ji wezîfeya xwe ya baroyê îstîfa kir: Divê îşkence bên îfşakirin

  • 09:03 12 Sibat 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Cigira Serokatiya navenda Mafê Mirovan a Baroya Enqereyê Gîzay Dulkadîr bi 5 hevalên xwe re bi armanca bertek nîşanê sansurkirina rapora der barê îşkenceya li TEM’ê ya ji aliyê Baroya Enqereyê hatiye kirin, îstîfa kirin. Gîzay da zanîn ku sedema îşkencê çanda bêcezahiştinê ye û divê îşkence bên îfşakirin.
 
Di 17’ê çile de li Enqereyê di çarçoveya operasyona hat kirin de gelek kes hatin binçavkirin û di bin çavan de îşkence dîtibûn. Hinekan serî Baroya Enqereyê dan û îşkence ragîhandin. Navenda Mafê Mirovan a Baroyê komek parêzer peywirdar kir û li TEM a Enqereyê çavdêrî kirin û di encama vê de rapor amade kirin. Di encama lêkolîna Lijneya Rêveberiya Baroya Enqereyê de rapor bi Îmzeya Serokatiya Baroya Enqereyê hat sansurkirin û parvekirin.  Serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Enqereyê, Cigirên serokatiya navendê Gîzay Dulkadîr û Sercan Aran û endamên Dîwanê Nadîre Nurdogan, Rumeysa Budak û Denîz Can Aydin ji ber ku rapor bi giştî nehat parvekirin bertek nîşan dan û îstîfa kirin.
 
Yek ji van jî cigira serokatiyê Gîzay Dulkadîr ji ajansa me re der barê mijarê de axivî.
 
Baroyê îşkence sansur kir
 
Gîzay got di 25’ê mijdarê de der barê ku li TEM a Enqereyê îşkence hatiye jiyîn de serlêdan hatine kirin û di çapemeniya civakî de jî parvekirin hatine kirin û got: “Li ser vê Dîwana Navenda Mafê mirovan îdia ji lijneya rêveberiyê re ragîhand. Ji bo li TEM’ê şopandin bê kirin serlêdan hat kirin. Li ser vê heyetek çû TEM’ê. Hevalên me îfadeyên van mirovan girtin, girtek girtin. Ji ber pêvajoya binçavkirinê didoma, divê bi lez tevger hebûna, daxuyaniyek zelal û tûnd bihata dayîn. Ev rapor di 26’ê çilede amade bû. Me got weşandina raporê ji bo pêvajoyê wê bi fêde be. Rêveberiya baroyê daxuniya me sansur kir û naveroka wê vala kir. Me jî got ev daxuyanî ne raste. Piştre bi îmzeya serokatiya Baroya Enqereyê hat weşandin. Her wiha biryara ku rapor neyê weşandin jî hat girtin.”
 
‘Me biryara îstîfayê girt’
 
Gîzayê destnîşan kir ku ev hewlesta baroyê helwestek bê bandore û ji serlêdanên sûc wêdetir derfetên baroyê hene û divê heta dawî ev derfet bidana zorê. Gîzay wiha dirêjî dayê: “Baroyê li ser navê têkoşîna maf divê her rê biceribanda û bida zorê. Li dijî îşkence û pêkanînên xerab divê seknek zelal nîşan bide. Me jî ji bo ev çalekî û gotin bidawî bibin, ji ber bi awayekî baş xebat bê meşandin û rapora dawî bê meşandin 8-9 rojan têkoşîn da. Lê  ji ber me dît ku ev ne pêkane me biryara îstîfayê girt.”
 
‘Me helwest û sekna xwe zelal nîşan da’
 
Gîzayê bi lêv kir ku pêvajo zelal meşandine, rêgez, fikrên xwe zelal dane holê û ev ji rayagiştî re aşkera kirine û wiha daxuyand: “Me berteka xwe zelal û biryar nîşanda. Li pişt deriyan tişt kirin ne rasete. Ne ez û ne jî hevalên min em di wê pêvajoyê de cih nagirin. Helwesta me li gorî min ji bo têkoşîna maf raste.”
 
‘Sedema îşkencê bêcezabûne’
 
Gîzayê balkişand ser îşkence û pêkanînên xerab yên li navendên binçavkirin û girtîgehan û got sedema vê çanda bêcezahiştinê ye û wiha dirêjî dayê: “Gumanbarên îşkencê  ji ber dizanin nayên cezakirin ev sûc berdewam dikin. Ji ber çanda bêceza hiştinê binpêkirinên mafan bidawî nabin.”
 
‘Pirsgirêka herî mezin girtiyên nexweşin’
 
Gîzayê destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên din ya herî giran  rewşa girtiyên nexweşe û di vê mijarê de binpêkirineke maf ya cidî tê jiyîn. Gîzayê di dawiya axaftina xwe de got divê tu îşkence veşarî nemînin û îşkence bê îfşakirin û wiha dawî lê anî: “Em gelek girîngiyê didin çanda îfşakirin. Divê feraseteke hiqûqê ya vê bidawî dike li welat serdest be. Divê lêpirsînên bi bandor bên kirin û mirov bên cezakirin.”