Dayikên Aştiyê: Êdî bes e bila tecrîd bi dawî bibe

  • 09:02 12 Sibat 2022
  • Rojane
Rabîa Onver 
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku heta ev tecrîd ranebe aştî wê ne pêkan be û mifteya azadî û aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 10 mehe tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî beyî hincet tên redkirin an jî bersiv nayê dayîn. Polîtîkaya tecrîdê ya giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ligel vê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî her diçe zêde dibin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û diyar kirin divê demildest tecrîd bidawî be, parêzer û malbat bikaribin hevdîtinê bikin.
 
‘Bila Serokatî û hemû girtî bên berdan’
 
Dayika Aştiyê Gulçîn Karabuk destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome qebûl nakin û divê demildest ev tecrîd bê rakirin û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin tecrîda li girtiyan bidawî bibe. Bila êdî deriyên girtîgehan vebibin. Bila serokatî û hemû girtî bên berdan. Gelo ev bû çend cenaze ji girtîgehê dertên. Êdî bese bila dayik negirîn. Ev êş wê heta ku derê bidome. Êdî bese. Bila tecrîdê rabikin. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Dibêjin ‘em xwişk û birane’,  gelo ev wisa dibe? Edelet nameyae. Em edeletê dixwazin.”
 
‘Bila demildest parêzer hevdîtinê bikin’
 
Gulçînê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê û wiha daxuyand: “Redkirin dijhiqûqiye. Ji xwe serokatî destê wan de dîl girtiye. Lê mafê wî heye malbat û parêzerên xwe bibîne. Yakkken tişta em mereq dikin, çima em nikarin agahî ji serokatiya xwe bigirin. Daxwaza me eve ku parêzer demildest biçin Îmraliyê.”
 
‘Mifteya azadiyê dî destê serokatiyê de ye’
 
Dayika Aştiyê Gulê Polat jî destnîşan kir ku bi salane ji bo aştî û azadiyê têdikoşin û wiha dirêjî dayê: “23 sale tecrîd didome. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Bi mehane ne parêzer ne malbat nikarin biçin cem serokatiyê.Mafê serokatiyê heye bi telefonê li malbatê bigire , li parêzeran bigere. Heta tecrîd ji ser serokatiyê ranebe wê aştî  jî neyê cîhanê. Mifteya aştî û azadiyê destê  serokatiyê de ye.Bila tecrîda li ser  serokatî û girtiyan bê rakirin. Bila êdî cenaze ji girtîgehê dernekevin. Niha em hemû di bin zilmê de ne. Heta tecrîd ranebe ev zilm jî wê bidome. Wezareta dadê peywira xwe nake. Ne wezîrê dadê, wezîrê zilmê, zilmê li  me hemûyan dike.”
 
‘Hewl didin me biqedînin’
 
Dayika aştiyê Zozan Gurbuz jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha daxuyand: “Bi mehane em ji serokatiya xwe agahiyê nagirin. Parêzeran çend caran serlêda kirin lê qebûl nekirin.  Em dixwazin ev tecrîd ji ser serokatî û girtiyan bê rakirin. Bila ev zilm biqede, tabut ji girtîgehan dernekevin. Gelo wê heta ku derê serokatiyê tecrîd bikin. 40 mîlyon  Kurd hene û dixwazin bi vî awayî Kurdan biqedînin. Lê em naqedin. Em êdî aştî û azadiyê dixwazin. Em hemû di bin zilmê de ne. Yekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye.”