Li Cizîrê bi sedan kes DEDAŞ’ê bi meşê protesto kir

  • 16:39 11 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi sedan welatî bertek nîşanî zemên ceyranê dan û banga “Hikûmet îstîfa” kirin.
 
Li her deveran li dijî zemên ceyranê bertekên gel pêk hatin. Li Kolana Hûnerê ya navçeya Cizîra Şirnexê li dijî zemên ceyranê welatî hatin gelhev. Li dijî zeman meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê kolan bi maşineyan zirxî hat dorpêçkirin. vê derê kom bûn bertek nîşan dan.
 
Welatiyan bertek nîşan da
 
Welatiyên ku li kolanê kom bûn gotin: "Ez bi vê temenê xwe yê mezin çawa fatûreyan bidim. Berê ne wisa bû. Ez nizanim ku çawa bikim.” Welatiyekî dinê jî destnîşan kir ku ew xebatkarê înşîatê ye û nikare fatûreya ceyranê bide û wiha domand: “Kurê min ev du sal in nexweşiya pençeşêrê ya kezebê ye û niha li Amedê li nexweşxaneyê tedawiyê dibîne. Xeynî vê karê tu qezencek min tuneye. Roja ku ez nexebitim dest vala diçim malê. Min nizanibû ku fatûraya min zêde hatiye. Wê rojê DEDAŞ li min geriya û dibêje 12 milyar 830 TL deynê tê yê ceyranê heye. Derfetê min ê ku vê fatûrayê bidim tuneye. Ger ku ez vê deynê barnekim jî dê ceyranên min bibirin. Ez nikarim tedawiya kurê xwe bikim. Ger ku tiştek bi kurê min bê berpirsyarê wê ew in.” Welatiyek jin jî bertek nîşan da û got ku ew ê çawa 3-4 mîlyar deynê ceyranê bide.  
 
Bi girseyî meşiyan
 
Piştî daxuyaniyê girse xwest ku ber bi avahiya DEDAŞ’ê ve bimeşe, lê belê polîs xwest ku asteng bike. Girse astengiya polîsan nasnekir, ji kolana Hûnerê heta Kolana Nexweşxaneya Kevn, Hela Sebzeyê û heta Kolana Orhan Dogan bi çepik, tilîlî û dirîşmeyên “Hikûmet îstifa”, “Rêveberî îstifa”, “DEDAŞ’ê diz”, “Cizîr ranekeve” û “dewlet îstîfa” bi girseyî meş li dar xistin. Li vir ji ber astengiyên polîsan jina bi navê Behiye Dalmiş û jina ku navê wê nehat zanîn ji hişê xwe çûn. Behiye Dalmiş bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
 
Girse piştre bi dirûşmeyan belav bû.