Jinên Mexmûrê: Dewlet qatilên zarokên me ye

  • 09:48 11 Sibat 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê ji ber êrişên hewayî 2 jinên ducanî zarokên xwe windakirin û jinek jî bi riska windakirinê re rûbirû ye. Jinên wargehê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên ku pêk hatî dan û gotin: "Bi êrişan dixwazin wargehê vala bikin, lê ev 27 sal in em li wargehê ligel her şert û mercan li ber xwe didin, em ê berdexwedana xwe jî bidomînin." 
 
Di 1’ê sibat’ê de Arteşa Tirk bi balafiran êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojava kir. Di encama êrişê de li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cehwerî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndarbûn. Yên ku herî zêde ji êrişan bi bandor bûn zarok û jin bûn. Di encama êrişê de 2 jinên ducanî zarokên xwe windakirin û jineke ducanî jî bi jî riska windakirinê re rûbirû ye. Jinên di êrişê de mexdûr bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Wargeh di nava toz û dumanê de ma’
 
Beybûn Tunç, roja êrişa hewayî wiha tîne ziman: "Dema êrişa hewayî pêk hat ez bi zarokên xwe re li mal bûm. Di encama êrişê de xaniyên me hejiya û zarokên me ji ber dengê bombeyan gelekî tirsiyan. Me nezanî ku em derkevin derve an li hindûr bimînin. Wargeh yekcar di nava toz û dumanê de ma. Ji ber tirsê gewriya min tijê bû, ez ducaniya 4 mehî bûm û min derman bikardianî. Lê belê ji ber tirsê zarok ji ber min çû, ji ber ku min gelek xwîn windakir min rakirin nexweşxaneyê û ez kurtaj bûm."
 
‘Li hemberî êrişan bêdengî...' 
 
Beybûn, bertek nîşanî êrişên ku pêk tê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li dijî mirina zarokan, ji bo parastina jinan divê çi pêwist be bê kirin. Em li vir penaber in û tu heqê kesî nîne êrişeke e wisa pêk bîne. Dewletên ku êriş pêk anî qatilê zaroka min e. Her wiha li hemberî êrişên ku pêk tê her kes bêdeng e û hevkariya dijmin dike. Lê divê bê zanîn ku çi dibe bila bibe em ê her tim li ber xwe bidin." 
 
‘Rîska mirina zaroka min berdewam dike’
 
Berîvan Benek a ducanî bi wan hevokan behsa rewşa xwe ya roja êrişê kir: "Ji ber zilmê me berê xwe da Başûr. Lê niha li vir jî zilm didome. Ev êrişên ku pêk tên hem derûniya me û hem jî derûniya zarokên me xira kir. Ez jineke ducanî me. Ji ber tirsa êrişan ez her tim bi windakirina zaroka xwe re rûbirû me. Di êrişa herî dawiyê de rewşa min pir nebaş bû û bijîşkan ji min re gotin rîskek mezin heye ku tu zaroka xwe winda bikî û derman dan min. Ez niha di bin kontrola bijîşkan de dermanê xwe bikartînim."
 
'Em wargehê vala nakin..!'
 
Berîvan, destnîşan kir ku 27 sal in li hemberî her cureyên êrişan tu carî teslîmiyetê qebûlnekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijmin bi êrişan armanc dike ku wargehê vala bike. Lê em wargeha xwe vala nakin. Em mafê nasnameya xwe dixwazin û em mafê jiyanê dixwazin. Dixwazin ku em nasnameya wan hilgirin lê em tu carê nasnameya wan qebûl nakin."
 
‘Di êrişê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn’
 
Xanim Pîranî jî wekî jinên din di êrişên hewayî de bi bandor bû û zarok ji ber çû. Xanim wiha behsa roja êrişê dike: "Ev 27 sal in em penaber in. Li wargeha ma gelek caran bi êrişa Arteşa Tirk re rûbirû ma. Herî dawî di 1’ê sibatê de Arteşa Tirk bi balafirên şer êrişê wargehê kir. Di dema êrişê de em li malê bûn û ji nişka ve dengên bombeyan hat. Deng gelekî nêz bû. Ez gelek tirsiyam. Min dît ku xwîn ji min diçe, piştî du rojan min zaroka xwe winda kir. Her wiha pişt re hat diyar kirin ku maddeyeke kîmyewî hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê gelek zarok bi bandor bûn û bi zikêşî ketin."
 
‘Kurd mafê xwe yê jiyanê dixwazin’
 
Xanîm, diyar kir ku wargeha ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye li dijî êrişan tu gav neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wargeha me wargehekî penabera ne û di dibin sîwana NY'ê de cih digire. Lê em her demî bi êrişên Dewleta Tirk, Iraq û Herêma Kurdistanê re rûbirû dimînin. Heta îro ambargo li ser wargehê ranebûye. Dema em diçin nexweşxaneyên Iraqê em pirsgirêka ziman dijîn. Kanê parêzvanên mafên mirovan? Heke dibêjin em parastina mafên mirovan dikin bila xwedî li erka xwe derkevin. Em 40 milyon însan in divê mafê me yê jiyanê hebe."
 
'Çi karê Neçirvan li Enqerê heye?'
 
Xanim, destnîşan kir ku di roja êrişên li hemberî Mexmûr, Şengal û Rojava de Neçirvan Barzanî li Tirkiyê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelo çî karê Neçîrvan li gel qatîlên kurdan bû. Hinek şeref û hesiyetê Neçirvan hebûya dê xwîna şehîdên Rojava li ber çavan bigirta. Divê em kurd bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Her çend em bi êrişan re rûbirû bimînin jî em terka doza xwe nakin. Em xwedî li îrade ne."